Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwarinên dapîran bi destên neviyan

20/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Xwarinên dapîran bi destên neviyan
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan kêfo/Amûdê

Xwarin beşeke bingehîn a Filiklora çandî ya her civakekê ye, adet û kevneşopiyên gelan nîşan dide. Komeke jinên bajarê Amûdê ji bo pêşxistina aboriya xwe xwarinên gelerî amade dikin.

Li bajarê Amûdê komek jin bi rêya çêkirina xwarinê debara xwe dikin û çanda xwarinê gelerî diparêzin. Derbarê mijarê de du jinên ku endama koma jinênê ku xwarinên gelerî amade dikin  ji rojnameya me re axivî.

Jina bi navê Nûra Hesen di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Em weke komek ji jinên bajarê Amûdê, ji bo pêşxistina aboriya xwe me dest bi karê amadekirina xwarinên gelerî kir. Em xwarinên bi taybet bi herêma xwe amade dikin. Em dixwazin xwarinên xwe yên gelerî bi tevahiya herêmê û cîhanê bidin nasîn.”

Nûra Hesen da zanîn ku koma wan ji 5 jinan pêk tê, her jinek bi erkekî radibe û wiha domand: “Koma me ji 5 jinan pêk tê, jinek di warê medya civakî de  de kar dike, ya din jî pêşwazkirina daxwazên kesên ku xwarinê dixwazin dike û sê jinên din jî  xwarinê amede dikin. Em hewil didin ku kesên xwarina me dibin, kefxweş û razî bin. Zehmetiyên ku derdikevin pêşberî me, derfetên me yên kêm û biçûkbûna cihê ku em xwarinê lê amade dikin.”

Nûra Hesen axaftina xwe wiha qedand: “Ya herî girîng ew e ku em çawa karibin hevsengiyê bixin navbera karê xwe û mala xwe de. Ji ber vê yekê em êvarî hemû karên xwe dikin û piştî wê jî em karên xwe yên hevbeş jî dikin. Hêviya min ew e ku karê me mezin bibe û piştgirî ji bo me bê pêşkêşkirin. Banga min ji bo her jinekê, pêwîst e jinkar bike û her tim di asta pêşengtiyê de cihê xwe bigre.

Jina bi navê Cîhan Hesen jî behsa çêkirina xwarinê kir û wiha got: “Ji demeke dirêj ve min dixwest dest bi pirojeya amadekirina xwarinên gelerî bikim. Ji ber ku ez pir ji vî karî hez dikim. Piştî min derfet dît, min bi hevalên xwe re ev piroje dest pê kir. Em hemû xwarinên gelerî mîna serûpê, şamborek, Kutilk û hwd çêdikin. Ez bi hêvî me ku karê me berfirehtir bibe û her jinek ku ji vî karî hez dike tevlî me bibe.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.