Esma Mistefa/Qamişlo
Hevseroka Şeredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîne Bêrem da zanîn ku wê bi riya van lihevkirinan xebatên şeredariyê di her du taxan de bi pêş bixînin û got: “Da ku xebatekî hevbeş bê kirin, wê di asta giştî de komîte werin avakirin.”
Di 1’ê Nîsana 2025’an de rêkeftineke ku ji 14 xalan pêk tê di navbera Mecisa Giştî a taxên Şêxneqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê de hate îmzekirin. Di rêze pêkanîna xalên vê lihevkirinê de gavên berbiçav tên avêtin. Herî destpêkê serbestberdana girtiyan di navbera her du aliyan de bû, her wiha rakirina bendên ku beriya 4 mehan bi geşedanên ku rûdan re hatibûn danîn û parvekirina rêvebirina xalên kontirolê ji aliyê her du aliyan ve bû. Di van lihevkirinan de xweseriya taxê di aliyê rêxistinbûnê de tê parastin û bi awayekî hevbeş û bi tensîq wê xebatên parastin û şeredariyê bên kirin.
Têkildarî xebatên şeredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Helebê piştî peymana bi desthilatdariya Şamê re, hevseroka Şeredariya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîne Bêrem ji rojnameya me re axivî.
‘13 salan her du tax li hemberî şer, siyaset û dorpêçê, nirxên şoreşê parastin’
Emîne Bêrem di destpêkê de behsa rewşa her tu taxan di dema Rêjîma Baas de kir û wiha anî ziman: “Piştî 13 salan ji şer û pevçûna ku di dihate jiyankirin, bajarê Helebê û bi taybet her du Taxên Kurdewarî yên ku bi berxwedaniya gelê xwe di şoreşa Rojava de hati naskirin; Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku di vê şoreşê de bedelên herî giran dan lê rûxmî her tiştî jî dev ji parastina her du taxan bernedan.
Helbet di nava van salan de piştî bidawîbûna şerê leşkerî, siyaseteke birçîbûn û xeniqandinê li ser gelê taxê hate destpêkirin. Siyaseta dorpêçê bi gelek ziraviyên wê dihat pêkanîn, di aliyê xizmetguzarî, tenduristî, tîcaret û pêşxistina pêşesaziyê de her wiha di aliyê girtina ciwanan de dihate meşandin. Hikumeta Baas li derdora her du taxan ku 7 korîdorên wê hebûn giropên leşkerî yên herî xirap a ku bi navê (Firqeya 4) tê naskirin belavkiribûn. Rêjîma Esed rê nedidan ku sotemenî, derman û alavên tenduristiyê derbasî her du taxan bibin. Di heman demê de gel ji elektirîk û avê bê par bûn. Li pêşiya hebûna elektirîk û avê dibû bend û astengî derdixistin. Ev yek jî rê li ber kişandina gelek zehmetiyan vedikir. Gelê ku Ii vir jiyan kiriye rastî gelek êş, azar û zehmetiyên rêjîma hilweşîner hatin.
Emîne wiha dewamî da axaftina xwe: “Li hember rêjîma berê gelek berxwedanî hate kirin, gel tevî saziyên xwe têkoşîneke parastina nirxên vê şoreş kirin. Me jî bi derfetên herî kêm, tiştê ku ji destê me derdiket me dikir û bi gelê xwe re xebatê şeredarî, rêxistinbûn û xizmetê dikir”.
‘Armanc parastina ewlehiya gel û avakirina aramiyê ye’
Emîne bal kişand ser girîngiya lihevkirina ku hatiye kirin û wiha bi lêv kir: “Piştî hilweşîna rêjîma berê û hatine hikumeta nû a şamê, helbet gelek guhartin û geşedanên siyasî, dîplomasî û leşkerî hatin pêkanîn. Di nava van guhartinên dîrokî de helbet gelê Kurd sîstema Sûriyê a berê ku niha jî li ser wan bê meşandin ji ber wê jî gelê kurd bi hêza xwe di dengeyên Sûriyê ê nû de xwedî rorele sereke ye û ev yek jî di lihevkirin, têkilî û siyaseta ku tê dîtin de, xuya dike. li ser van bingehan di demên dawiyê de lihevkirinek di asta giştî de hate kirin, her wiha ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rêkeftinek ku ji 14 xalan pêk tê hate îmzekirin. Di vê peymenê de gelek xalên girîng ku dikevin xizmeta gelê me yên her du taxan kete meryetê.
Armanca sereke ji vê yekê ku siyaseta berê li ser texê û gelê wê dihate mneşandin careke din dubare nebe. Ji ber me berê jî digot û em niha jî dibêjin her du tax beşek ji xaka bajarê Helebê ne û divê tu siyaset li ser wêpê neyê pêkanîn. Ji lewra armanca me em bikaribin bi riya van lihevkirinan kêmesî, zehmetî û astengiyên gel derbas bibin, her wiha em di atmosferekî aştî û aram jiyan bikin. Hêviya me jî bi vê yekê ku Sûriyeke demokratîk ne navendî û tê de mafê hemû gelan û pêkhateyan bê parastin e”.
‘Bi rêya avakirina komîteyan wê xebat hevbeş bê kirin’
Emîne Bêrem da zanîn ku wê xebatê şeredariyê bi avakirina komîteyan bi desthilata Şamê re were pêşxistin û wiha qedand: “Di aliyê xizmetguzarî de wê xebatên şeredariyê di asteke baş de bê pêşxistin. Her çiqas em xebatê şeredariyê xurt û aktîv bikin wê ewqas rihetî di nava gel de avabibe. Bi rêya vê lihevkirinê emê astengiyên berê ji tunebûna derman, sotemenî, pêşxistina tîcaretê û aboriya gel, her wiha peydakirin û bicihanîna pêwîstiyên gel û avakirina binasaziyê wê bêne bicihkirin. yek ji bendên vê rêkeftinê jî ku satirên derdora taxê bêne rakirin ev yek jî ji aliyê her du şeredariyan de hate pêkanîn. Helbet xebatên me di demên pêş de wê bi awayekî tensîq û avakirina komîteyên avê, kehrebê, û hwd, herwiha wê di asta giştî de komîte bê orgenîzekirin da ku têkiliyên me bi hev re xurd bibin û rewşa taxê ji rewşa giştî a bajarê Helebê ne cuda be”.