Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mafê hêviyê yê Rêber Apo henasedayîna mirovahiyê ye

20/04/2025
in ROJEV
A A
Mafê hêviyê yê Rêber Apo henasedayîna mirovahiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan

Rêberê mirovahiyê ji 15’ê Sibata 1999’an ve têkoşîneke bêhempa dide meşandin û tevî hemû bê derfetiyan jî li ber xwe dide. Ev di dîroka cîhanê de cara yekeme û ti hevşibandina wê jî nîn e. Ji bona mirov wê têkoşîn û berxwedaniya Rêber Apo ya li Îmraliyê fêm bike û wate bidê, pêwiste mirov destpekirina Rêber Apo ya şoreşê û damezirandina Tevgera Azadiyê lêkolîn bike. Rêber Apo di sala 1971’an de li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Hiqûqê tomar kir, di heman salê de derbasî beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê bû. Ev bû sedemeke bingehîn ku ew ji nêz ve pirsgirêka kurd ku bi sedan sale bûye navenda xwîn û aloziyê ji nêz ve bişopîne. Rêber Apo jî dizane, ev pirsgrêk agir e û yên ku xwe nêzî wê dike dişewite. Gelek kes û rêberên kurdan yên mîna Şêx Seîd, Seyid Riza, Şêx Mehmûd Berzencî, Qazî Mihemedan û gelek kesan di oxira vê pirsgrikê de canê xwe feda kirin û hatin darvekirin. Lê ti kesî nikarî pêngavekê xurt bavêje û çareser bike. Dema Rêber Apo hin tiştan dibîne û dahûrandinê dike kale mêrekî Kurd jêre dibêjê “Darê ku ziha bûye çawa tê şîn bike?” Rêber Apo ji serhildanên ku hatine jiyankirin ezmûnên efsûnî girt û dara ku ziha bibû, ne tenê şîn kir, di heman demê de fêkiyê wê darê jî çêbûn. Ev kesên ku kurd weke civak û weke kes ne dihesibandin, niha civînên ku Kurd nûnertiya wê nekin, ew bê bawer nêz dibin. Ev bi saya têkoşîna Rêber Apo ya girava Imraliyê ya salan e ye. Nijadperesteke wekî Dewlet Bahçelî ikna bûye ku bê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ti çareserî wê ne pêkan be. Rêber Apo di heman demê de cîhan tev da fêmkirin. Ji ber ku heta niha wekî birdozî û têkoşîna Rêber Apo nehatiye dîtin. Ev raman û felsefe, ramanên mirovahî û gerdûnî ne. Damezirandina Tevgera Azadiyê bi 22 kesan dest pê kir, niha tovê xwe avêt û gehişte milyonan kes û civakan. Bi ked û xebata Rêber Apo kesên li gund mezin bibûn qet çavê dibistanê ne dîtibûn, bi perwerda Rêber Apo qasî mirovên zanist û zêdetir jî xwe perwerde kirin û bûn pêşengên civakê. Bi gelek kesên kurd re hevdîtin kir û ji bona di navbera hemû beşên Kurdistanê de, sînoran rake û kurdan bike yek, têkoşîneke bêhempa da meşandin. Ev yek jî pêk anî û hêvî û armanca kurdan di dorhelekê re kir yek. Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kirin yek beş, yêk fikir û yêk armanc. Bi birdoziya xwe pêşeng ava kirin û hêza civakê xurt kir. Ji ber ku mirovahî kir yêk rêz, Rêber Apo hat dîlgirtin û hewildan kirin, ku wî di nava giraveke tarî û veşartî de bihêlin. Lê nekarîn pêşîya birdozî û ramanên rastiyê bigirin. Rast e, mafê wî yê hêviyê jê hat sitandin, lê Rêber Apo hêviyên xwe mezintir kir û fikra xwe belavî hemû gerdûnê kir. Ji xwe sedema bingehin jî ew e ku raman û fikrên Rêber Apo ji bona mirovahiyê ne û pêwist e bi lezgîni mafê Rêberê mirovahî û demokrasiyê Rêber Apo re mafê heviyê bê dayin. Ji ber ku Rêber Apo bi banga xwe ya çareserî û azadîxwaziya pirsgirika Kurd ya ku bi “Agir” dihate binavkirin kir. Hêviyan xilaskirina gengeşî û aloziyên hezaran salan li serê mirovahiyê bûye bela da hemû cîhanê. Ji ber ku ev hêvî ji bona hemû gerdunê taritiyê derbasbûna ronahiyê ye. Mafê Hêviyê ji nan û av girîngtir e ji bo Rêber Apo. Em wê tiştê ezmûnan salan jî dane diyarkirin dibêjin “Mafê hevîyê ya ji bona Rêber Apo hênasedayina mirovahîyê ye” Ji ber ku Rêber Apo sedema bingehîn ya hênase girtina gelê Kurd û civakên azadîxwaz e û pêwiste lezginî mafê Rêber Apo yên xwezayi bê dayin û pêşiya azadiya Rêberê gelan bê vekirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.