Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şandeyên welatên Ewropî û Ereban YPJ’ê sîwana hemû jinan dibînin’

20/04/2025
in JIN
A A
‘Şandeyên welatên Ewropî û Ereban YPJ’ê sîwana hemû jinan dibînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed diyar kir ku di demên dawiyê d gelek şandeyên welatên Ereban û yên Ewropî serdana herêma wan kirin û di nav de serdana YPJ’ê jî kirin. Meraqa şandeyan jî li ser gelek xalên girîng hebû ku ji dîroka avabûna YPJ’ê û heya roja îro têkoşîna jin naskirin bû. Herwiha şandeyan ji YPJ’ê re diyarkiribûn ku ew sîwana hemû jinan e.

Derbarê şandeyên ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet serdana YPJ’ê kirine, Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Di demên dawiyê de şandeyên cûr bi cûr yên jinan serdana Rojava dikin û bi YPJ’ê re hevdîtinê pêk tînin, di van hevdîtinan de babetên ku nîqaş li ser tên kirin çi ne?

Di demên dawî de piştî şerê li ser herêmê me û bi taybet şerê li Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaq û Dêrhafrê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û dewleta Tirk bi xwe ve pêk hatin, gelek rojnamevan ên biyanî yên welatên ereban û yên Ewropî serdana herêma me kirin. Li kêlek wê jî şandeyên tevger û rêxistinên jinan û jinên aktîvîst, Akadimisyan, rojnamevan, lêkolînvan, siyasetmedar, parlemeter û aborînas serdana herêmê kirin. Di serdanê wan de hevdîtin li gel YPJ’ê jî pêk hat. Ev şande jî, ji Ketelonya, Aspanya, Almanya, Îtalya, Feransa, Siwîsra, Kenda, Nêmsa, Birîtanya, Meksîko, Ajantîn, Amerîka latînî, Êngêltera û hwd…bûn. Di van hevîdtina de jî me û şandeyan dan xuyakirin ku em bi hev re hene û bi hev re têkoşîna xwe bidin meşandin.

Di van hevdîtinên ku pêk hatin, meraqê van kesayet û rêxistinên jin ew bû ku YPJ’ê di warê rêxistinbûn, felsefîk, birdozî, pisportiya şer û leşkerîbûnê de, sazûman û avakirina wê yên salên dirêj ê ku têre derbas bûye, tecrûbeyên wê yên ku çêbûne, dengvedana YPJ’ê li cîhanê û hurgiliyên wê, naskirin bû. Hem jî meraqa wan ew bû ku YPJ’ê ne tenê yekîne û artêşeke leşkerî wisa xwe birêxistin kiriye. Lê di warê rêxistinbûn, hizrî, akadimî, pisporî û pêşengtiya şer de, herwiha di hemû warên jiyanî û hevaltiyê de ew kurbûn û zanebûna ku daye çêkirin. Gavavêtinên wê yên ku destpêkê di hundir gel û civaka xwe de û hemû guhertin û veguhertinên ku hatiye çêkirin, bi çê rêbazî bû û çawa karî vê yekê bide rûniştandin. Bi taybet ku di civakê Rojhilata Navîn de jin nikare raje çekan. Û tevî ku ewqas êriş û bombebaran li ser herêm û civaka me, di aliyê fikrî û leşkerî de hebû. Lê YPJ’ê çawa ev derbas kir, zihniyeta civakê da guhertin û çawa pêşengtî ji şoreşê re kir. Li kêlek vê karî meşên xwe yên ku bi armanc daye meşandin, hîn mezitir, berfirehtir û bêtir xwe birêxistin bike, hem jî bibe dengê hemû jinan.

Şoreşa ku bi pêşengtiya jina kurd hate destpêkirin, îro bi rengê jinan pêş dikeve û yekîtiya jinan hatiye çêkirin. Di giştî cîhan û civaka me de dihate meyzekirin ku jin nikare di karê leşkerî de cih bigre, eger cih girt jî wê bi xebatên ofîsan re sînordar bimîne. Lê YPJ’ê çawa pêngav da destpêkirin, xurt û mezintir kir.

Giftigoyên di navbera YPJ’ê û şandeyan de hate kirin bêtirî xwe naskirina çi bû û nerîna şandeyan ji bo YPJ’ê çawa bû?

Bêtir şandeyên ku hatine tiştên ku xwestin bizanibin ji dîroka avabûna YPJ’ê gavên ku hatine avêtin. Pêvajoyên YPJ’ê têre derbas bûne, li ser çi bingehê xwe birêxistin dike û hizrê ku xwe li ser wê digre. Îro em behsa pergala netewa demokratîk dikin a ku jin pêşengtî, birêxistinkirin û sazûmaniya wê dike. Mînak di nava pergala YPJ’ê ya hundirîn de yek ji pîvanên ku daye pêşiya xwe Sûriyeke demokratîk nenavendî piralî ye, ev armancên bingehîn ên ku YPJ’ê xwe li ser birêxistin kiriye. Bêtir hîn bi jinan re pêywendî daye meşandin, da ku xîtab û parastina hemû jinan bike. Herwiha pîvanên ku YPJ’ê xwe li ser mezin kiriye, pîvanên gelekî bi wate, mezin û girîngin ku ji kêliyên destpê me ev gotibû: Em ji bo Sûriyeke demokratîk nenavedî piralî têkoşîna xwe bidin meşandin. Em ji bo parastina mafê hemû jinan hene. Me bi beşek û netewekî ve sînordar nekir, me ev hemû tişt derbas kirin, ji ber ku doza jin doza herî sereke ku em têkoşîna xwe ji bo wê bidin meşandin. Ji bo em bighên azadiyê divê jin azad be. Li ser van xalan hîn bêtir pirsên şandeyan çê bûn.

Herwiha belkişandina herî sereke ew bû ku rola jin bi taybetî YPJ’ê di têkoşîna ku li hemberî zihiniyeta mêr-salarî, êrişên ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û bi taybet ji milê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser herêma me pêk hatin, YPJ’ê çawa karî têkoşîneke bê hempa bide meşadin. Di heman demê de nîqaş li ser vê bû ku bi pêşengtiya YPJ’ê destanên lehengî hatin çêkirin. YPJ’ê xwedî hizreke zelal û azad e xwe dispêre projeya netewa demokratîk, yekîtiya gelan, wekheviya di navbera herdû zayendan, azadiya jin û gelan, ji bo wê jî karîbû di Kobanê de guhertinekî mezin çê bike. Di Konbanê de YPJ’ê ji hemû gelan û mirovahiyê re da isbatkirin ku îro yê ji bo aştî, demokrasî û civakeke demoratîk pêşengtî bike, jin e. Jin dikare li hemberî şer û êrişan fikrekî zelal, cesaret û seknekî birûmet bide meşandin.

Têkoşîna YPJ’ê ne tenê Kobanê parastin bû, lê di şexsê Kobanê de, mirovatî, hebûn û mafê jin parastin bû, ev jî bi zelalî bi saya YPJ’ê hat isbatkirin. Rûxmî derfet û teknîka kêm, lê cesaret û baweriya bi doza xwe YPJ’ê gelek guhertin û veguhertin pêk anîn. Di van hemû aliyan de meraqê şandeyan hebû, dîrokekî ku mirov sûd jê werbiger û di rêxistinbûyînê de xwe kurtir bike. Hem jî rola jin bi taybet YPJ’ê wê di pêşeroja Sûriyê de çawa be, ev xal jî gelekî girîng bû ku îro YPJ 12 sal ji têkoşîn û berxwedan li pey xwe hişt û kete 13 saliya xwe. Têkoşîna me jî ya azadiya gel û hemû jinan bû. Sînorê mêr-perestî, zayendperestî û olperestî derbas kir, lewma pêvajo wê qebûl neke ku cîhadîst perdeyên reş li ser vê têkoşînê berdin. Divê têkoşîneke ji bo Sûriyeke demokratîk, nenavendî û Sûriyeke ku jin di destûr de hebe û bi destê jin were nîvisandin, herwiha doza wê ya sereke be, hîn zêdetir bê meşandin. Ji ber zihniyeta ku li Şamê heye, zihniyeteke cîhadîste, jin qebûl nake. Em jî bi salan şerê me li hemberî vê hebû û ji îro pê de jî têkoşîna me ya mafedar wê hebe heya ku jin cihê layiqî xwe bigre. Bê parastin mirov nikare behsa azadiyê bike û ne bighêje demokrasiyê. Lewra em dibêjin wê jin xwe bi xwe biparêze. Jiyana bê têkoşîn mehkumî mirinê ye. Li ser van hemûyan bi rengekî zelal ji şandeyan re hate şîrovekirin.

Armanca van serdanan çi ye û ji bo YPJ’ê tê çi wateyê? Herwiha nameya ku YPJ’ê dighîne jinan bi rêya van serdanan win çawa dikarin bînin ser ziman?

Armancên wan ew bû ku ne tenê serdana YPJ’ê kirin, serdana gelek saziyên jin kirin, di nav de serdana YPJ’ê hebû. Serdana wan ji bû me ew bû ku van xalên ku me anîye ser ziman hîn bêtir naskirin, ji nêz ve pirskirin, şîrovekirin û her çiqas dengvedana YPJ’ê çêbûye jî, lê ji nêz ve hîn bêtir naskirin çêdibe. Herwiha YPJ’ê çawa heya îro xwe li ser lingan hiştiye û karî parastina hemû jinan bike. Ew parastina hemû jinan ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê cîhanî bû. Ev armanc bû. Ji bo me jî her çiqas serdanê jinan çê bibe, cihê kefxweşiyê ye, herwiha girîng û biwate ye. Ji ber pêwîst e îro em tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin. Da ku ev tecrûbe di cihekî de sînordar nebe, rêxsitinbûyîn hîn bêtir xurtir bibe, bi hev re dengê xwe bilind bikin. Di heman demê de sîstemeke jinan li ser asta cîhanî ava bikin. Ev sîstem hemû jinan temsîl bike û sînorê ku sîstemên kapîtalîst avakiribûn derbas bikin. Lewma her çiqas serdan çê dibin ewqas em kêfxweş dibin ku ew şande tecrûbe û pêvajoyên me nas dikin, hem em jî têkoşîn û tecrûbeyên ku ew jî têre derbas bûne em jî nas dikin. Di heman demê de nameyên xwe bighînin hemû jinan. Dengê YPJ’ê çiqas gihiştibe cîhanê, lê bi rêya van şandeyan hîn bêtir rasterast mesacên xurtir bidin.

Herwiha mesacên bingehîn ji bo hemû jinan ew bû ku em xwe birêxistin bikin, xwedî îrade û fikir bin, yekîtiya me hebe. Ji bo azadiyeke mayînde hîn bêtir pêwendiyên me xurt bin ku em bi hev re ji bo cîhaneke azad, jina azad, civakeke demokrat xebatên xwe bidin meşandin. Tenê cihekî ku em bêjin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev têkoşîn tê meşandin cihê dîtir neyên meşandin wê têkoşîna jinan qelis bimîne. Sîstemê ku îro bi her awayî dixwaze şoreşa JIN, JIYAN, AZADÎ berterf bike, li hember vê têkoşîna me binrxînin û istratîciyê meyze bikin. Ev mesac hatin dayîn. Şandeyên ku serdana YPJ’ê jî kirine, ev ji mere destnîşan kirin ku ew demên YPJ’ê dibînin, ji nêz ve dişopînin û nas dikin, bêtir dikarin wê heqîqeta heyî bighînin her kesî.

YPJ’ê ji bo jinên têkoşer ên cîhanê tê çi wateyê?

Hemû şandeyên serdana herêma me û bi taybet YPJ’ê kirin û ev dan xuyakirin ku YPJ’ê bû sîwaneke ku hemû jin xwe bispêrin wê. Ji ber pîvanên ku li ser wê rabûye, pîvanên xwezayî ne, di xwezaya jin de heye mîna dadmendî, demokrasî, azadî û wekhevîye. Ev hemû jî di xwezaya jin de hene. Lê YPJ’ê ev birêxistin kir, di warê zanebûnê de kurtir kir ku karî bibe hêza parastina hemû jinan. Hemû şandeyan jî ev diyar kir “Bi saya YPJ’ê îro em dikarin di cîhanê de behsa azadiyê bikin” herwiha şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ku li tevahî cîhanê belav bûye, me jî weke YPJ’ê di konferansê xwe yê yekemîn de ev silogan anî ziman. Di vî alî de şandeyên ku hatin gelek minetdarî, hizikirin û kêfxweşiya xwe ji nêz ve anîn ziman ku hêza ku wan temsîl dike pê re di nav diyalogê de ne. Di nava YPJ’ê de jinên ereb, turkmen, kurd, entersyonel, suryan, asûr, ermen û hwd…hene ku ev rengbûna jinan di nava YPJ’ê de dide diyarkirin.

Post Views: 39
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.