Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me xweşkbûna û paqijbûna bajêrê re’

19/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Armanca me xweşkbûna û paqijbûna bajêrê re’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Berpirsyara Ofîsa darçandiyê Wan Misewer diyar kir ku wan bi hemahengiya Desteya Jîngehê ya kantona Cezîrê di miha Adarê de 200 dar li bajarê Qamişlo çandin û bi hemahengiya komeke rêxistinan wan di miha Nîsanê de dest bi kampaniya çandina 1000 darî kiriye û got: ” Armanca me xweşkbûna û paqijbûna bajêr re.”

Şaredariya bajarê Qamişlo bi hemahengî Desteya Jîngehê di miha Adarê de 200 dar li bajarê Qamişlo çandin, herwiha di miha Nîsanê de jî şaredarî bi hemahengiya komeke rêxistinan dest bi kampaniya çandina 1000 darî li bajarê Qamişlo kiriye. Ev kampaniya çandina daran heta dawiya miha Nîsanê bi dawî bibe. Girêdayî vê mijarê berpirsyara Ofîsa darçandiyê Wan Misewer ji Rojnameya me re axivî.

Çandinaya daran li bajarê Qamişlo

Wan Misewer anî ziman ku wan bi hemahengiya Desteya Jîngehê di miha Adarê de li bajarê Qamişlo 200 dar çandin û wiha got: “Darên ku me di miha Adarê de çandin 200 dar bûn, herwiha 50` î dar li çerxeriya Meştenûr heta çerxeriya Xanîka hatin çandin û 50’î dar li çerxeriya Şehîdan jî hatin çandin. Di heman demê demê de 50’î dar ji Banzînxaneya Şerq heta çerxeriya Meştenûr hatin çandin. Di miha Nîsanê de bi hemahengiya komeke rêxistinan me dest bi kampaniya çandiya 1000 darî kir û 533 ê dar hatine çandin, li parka taxa Qidûrbek 110 dar hatin çandin û li mala gel ya taxa Kornîş 25 dar hatin  çandin. Li parka giştî 35 dar hatin çandin, herwiha di parka 4’ ê Nîsanê de 90 dar hatin çandin û li çerxeriya Yûsiv Gulo 300 şitlên gulan hatin çandin. Em ê di van rojan de 500 darî li navriya Qiwetilî û Siyahî biçînin û ev kampaniya me ya çandinya dar heta dawiya miha Nîsanê bi dawî bibe.”

‘Bi çandina daran bajarên me bedew dibin’

Wan Misewer da zanîn ku armanca wan ji çandiya daran ew e ku avhewaya herêmê xweş bikin û wiha qedand: “Weke tê zanîn me dest bi kampaniya çandiya daran li bajarê Qamişlo kir bi armanca avhewaya herêmê xweş bikin û cihên çol bidaran biçînin. Tu astangî derneketin li pêşiya karê me û banga me ji gelê me heye ku bi me re bibin alîkar û qirêjê neavêjin kolanan.”

Post Views: 80
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.