Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mistefa Reşîd: Hêviya me vegere, lê vegereke bi ewle ye

19/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Mistefa Reşîd: Hêviya me vegere, lê vegereke bi ewle ye
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Hevserokê Meclisa Koçberan a Kantona Efrîn û Şehbayê Mistefa Reşîd da zanîn ku gelê Efrînê du caran koçber dibin û di nava koçberiyê de gelek zehmtî dîtine û wiha got: “Hêviya me vegere, lê vegereke birêxistin û ewle.”  

Gelê Efrînê du caran êşa koçberiyê dîtine, carekî koçberiya ji Efrîn û ya duyem jî koçberiya ji Şehbayê. Di her du carên koçberiyê de gel zehmetiyên mezin dît û êşên giran kişand. Di rêya koçberiya cara duyem ya ji Şehbayê ber bi Kantona Firatê û Cizîrê ve, gel rastî gef, işkence û girtinê jî hat. Çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk di rê de gefê serjêkirinê li wan dikir. Li Efrîna dagirkirî jî, ji destpêka dagirkirinê û heta niha li dijî gelê Efrînê yê resen ku ji Efrîn derneketiye, sûcên dijmirovî tên kirin. Piştî rûxandina rêjîma Bass hêviya vegera Efrînê mezintir bû, lê heta niha jî sucên li Efrînê dewam dikin, gel ji bi biryara ku vegere ser axa xwe û Efrîn ji çeteyan rizgar bike.

Derbarê vegera koçberan û socên bê mirovî  yên ku li Efrînê çêdibin, hevserokê Meclisa Koçberan a Kantona Efrîn û Şehbayê, Mistefa Reşîd ji rojnameya me re axivî.  

Mistefa Reşîd destnîşan kir ku gelê Efrînê li benda vegerê ne lê vegereke bi ewle û wiha got: “Piştî du caran ji koçberiyê em amadene ku vegerin lê bi awayekî rêxistinî, ne bi awayekî bêserûber. Ji bo me vegera Efrînê bûye xewnek, em ê wê xewinê bikin rastî û vegera me wê di riya azadiya Efrînê û rêxistinê de be. Em li benda wê mizgîniyê ne ku em bi serbilindî û aştî vegerin. Hêviya me piştî ewqas êş û xerabiyên me dîtine, em bi aramî û serbilindî vegerin.”

‘Li Efrînê gel rastî tundî û komkujiyan tê’

Reşîd diyar kir ku li Efrînê gel rastî komkujiyan tên û wiha domand: “Li Efrînê gel rastî işkence û kumkojiyan tê, çete baçeyê ji welatiyên kurd dixwazin û gefa kuştinê li wan dikin, malê welatiyan ji wan distînên, welatiyên ku vedgerin malên xwe malbatên çeteyan ji malên wan dernakevin. Li aliyekî din jî darên welatiyan dibirin û wekî êzing difroşin. Heta niha xeterî li ser jiyan welatiyên kurd yên li Efrînê heye. Eger em vegerin, tênê emê di bi sîwana Rêveberiya Xweser de vegerin. Em amadene ku bibin yek û azadiya Efrînê misoger bikin.”

‘Ji bo vegerê koçberan danûstendin tên kirin’

Mistefa da zanîn ji bo vegera koçberên Efrîn li ser mal û milkên xwe bi awayekî ewle danûstendin hene û wiha domand: “Ji bo vegera koçberan nîqaş tên kirin ku gel bi ewle vegere ser warên xwe. Şerê taybet gelekî tê meşandin û ev bandor li ser derûniya gel dike, ji ber vê yekê em civînan lidar dixin û rewşê ji gel re şîrove dikin, em ji wan re zelal dikin ku ji bo vegerê hewildanên mezin hene.”

‘Ji bo vegera koçberan pêwîste hêzên navneteweyî bi erkê xwe rabin’

Hevserokê Meclisa Koçberan a Kantona Efrîn û Şehbayê Mistefa Reşîd di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî hêzên navneteweyî kir û wiha got: “Banga me ji bo tevahî cîhanê ku vegereke bi aştî û ewle ji bo tevahî koçberan re misoger bikin, herwiha pêwîst e rêxistinên navdewletî xwedî li koçberan derkeve û wan vegerîne ser axa wan. Vegera ser axê mafê me yê bingehîne.”

 

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.