Sîpan ŞÎNDA
’Elî l’dinê gelkî gera
Qet wî nedî dostek j’xwe ra
Kêr bê di roja tengiyê
Seyîd Elî, di sala 1892 an de li gundê Findikê ji diya xwe bûye. Findik dikeve çiyayê Gabar û niha şaredariya wê heye û girêdayî Şirnex e. Seyîd Elî, pêşiyê li ber destê babê xwe dest bi xwendinê kiriye. Ew li Harûnan, Bafê, Kercewsê, Bişêriyê û Farqînê feqîtiyê dike. Îcaza xwe li Farqînê standiye. Paşê vedigere Findikê û li wêdê ji xezûrê xwe îcazeyeke din ji distîne. Di sala 1927 an de Şêx Seyda wî vedihewîne Cizîrê û li wêdê dersê dide zarokên wî û herweha dide feqiyan ji. 25 salan li gundê Cinibrê seydatî kiriye. Şêx Seyda îcaza xelîfetiyê dide wî. Ew di sala 1967 an de diçe li ser dilovaniya xwe.
Seyîd Elî, li ser olî gelekî serê xwe êşandiye û nivîsiye. Lê ew di heman demê de helbestvanekî klasîk yê helbesta Kurdî ye ji. Ewî ji weke gelik helbestvanên klasîk bi “mefa’îlûn mefa’îlûn” dest bi helbesta xwe kiriye. Ewî him bi awayê du bend him ji yê çar bend helbestên xwe nivîsîne. Helbestên xwe bi zimanê gel û Kurdiyek pirr zelal nivîsiye. Ew helbestvane; lê di heman demê de ew civaknasekî xurte ji. Ewî çavdêriyên xwe yên li ser civakê bi riya helbestê anîne ziman. Ev di helbestên wî de eşkere ye.
Nema l’hevdû diborin dostê wextê
Çavê wa’l wê yekê ka kî bişemtê
Ew helbestvanekî tesewifê ye. Sûfîtî, tesewif, baweriya ji dil û bê pirs û pirsyar ew diparêze.
Di ‘eybê xwe bike teftêş
Bi qelbê xwe bibe derwêş
Li gor wî divê mirov li hemberî nevsa xwe her tim di şerekî de be.
Ew e tedbîr bikî tewbê
Bi nevsê ra bikî herbê
Elî her tim di lêgerînekê de ye. Ew ji hemî kiryarên xwe bi goman e kû ewê wî xilas nekin li dinya din. Ew ji dostanî û rastiya demê ne qane ye. Lewra ew dibêje:
Wefa û dositî çûn bûne winda
Nizanim em biçîne l’kê derê da
Elî melayekî hêle. Lêbelê ew di heman demê de mirîdekî jare ji. Ew gelik zêde di bin bandora Şêx Seyda de dimîne. Ew di helbestên xwe de rexnên xwe ji şêx û mela, sofî û mirîdên demê û cehaleta wan kêm nake.
Wekî min wek diholê j’dûr va dimdim
Tu meyzênî li batin xirr û xalî
Elî di heman demê de pêjveçûnên di warê teknolojiyê û bandora wê ya li ser jiyana civakê ji di helbestên xwe de aniye ziman.
Ji ber hukmê terektorê revîn xelq
Tu nabînî di gunda da duxanî
Ew di gelik helbestên xwe de şîreta dike û dibêje xwe bi malê dinyayê ve girê nedin ji ber kû taliya jiyanê her mirin e. Lê ew pêve ji dike; dibêje heke tu malê dinyayê bikî xêr û bidî feqîran, ew ji bo te serfiraziye. Ew her tim li xwe mikur tê û gîsinî di çavên xwe re dike.
Ta kengî tê bêjî ‘Elî
Tu d’gotinê wek bilbilî
Fayde çi ye tu ne j’dilî
Te l’gotinê ne l’kirinê
Dîwana wî ji aliyê Nûbiharê ve hatiye weşandin. Ewî li ser dîwana Melayê Cizîrî ji pirtûkek nivîsiye, lê nehatiye çapkirin.






