Ezîz KOYLUOGLU
Gotina “herêma ewle” yan jî wek Tirk binav dikin “korîdora aşitiyê” gotinên bi serê xwe bipirsgirêkin. Diyare ev gotinan pir bizanebûn tê bikaranîn. Jixwe hizrê mirovan bi gotinan tê avakirin. Ji bo wê jî her gotinek yan jî pênaseyek armancek wê heye. Dewleta Tirk ya dagirker jî heta niha gotinan ji bo xwe baş bikaranî û tîne. Dema herêma Cerablûs, Bab û Azaz dagirkir gotina “mertalê firatê” bikaranî. Dîsan dema komkujiya li Efrîn dikir, got “çiqlê zeytûnê” ku wek sembola aşîtiyê tê zanîn, bikaranî. Lê tişta li Efrîn hate kirin, kuştin, talan, koçber kirin, komkujî bû. Ev ne tenê ji bo hin Kurdên aliyên girêdayî siyasetekin, ji bo hemû Kurdan wiha bû. Li Efrînê jî diyar bû ku, armanca dewleta Tirk guhertina demografiya herêmê bû. Ku, bixwe jî dibêjin 300 hezar koçberên Sûriyê yên ji Deraa, Hema, Idlib, Himis, Şam’ê li Efrîn bicîh kirine. Komkujî û neçariya koçber kirina Kurdan ji bo xwe dikin wek pesindayînê.
Di meha 12 ya sala 2018’an de Serokê Dewletê Yekbûyî Amerîka Trûmp dema bi Serokomarê dewleta Tirk ya dagirker Erdogan re bi telefonê diaxifî bicarekî gotina “herêma ewle” anîn ziman. Diyar dibe ku ev gotinan hema carekî nehatiye gotin, li pê wê fikrekî heye. Lê dirastî de li pê ev gotina Herêmên bi vî rengî li ser bingeha du aliyên bihev re nakokin ji bo nakokiyên nevegerên şerekî herêmekî herdû alî tênebin û li ser razîbûna aliyên nakok, hêzekî bêalî xwe lêbicîh dike. Ev jî biryarekî navdewletî dixwaze. Ne tenê dinavbera DYA û Tirkiyê de divê Netewê Yekbûyî wek çavdêr dinava ev herêma de cihê xwe bigre.
Di rewşa niha de ez dibînim rewşek wiha nîne. Yek alî ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve zext û tehdît hene. Diyar dibe ku dewleta Tirk her çend bi DYA re li ser hin xalan wek lihev kiribe jî, naveroka ev xalan li gora xwe şîrove dike û dixwaze xwe li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bitemamî bicîh bike. Ne tenê armanca dewleta Tirk ya dagirker yek jê ew e ku çewa li Efrîn kir, li vê herêmê jî demografiyê biguhere. Ne tenê Kurdên herêmê, gelê din yên herêmê jî ji herêmê derbixe. Komên bermahiyên çeteyên DAIŞ û Cephet El Nusra li herêmê bicih bike. Niha ev plana dewleta Tirk e. Diyare ev lihevdîtinan dawî bi Amerîka re, divê planê de guhertinek çênekiriye.
Ne “herêma ewle” parastina sînor ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêwîste. Divê parastina sînor li ser esasê pêşiya êrîşkariya dewleta Tirk ya dagirker bigre.
Divê dubare bê eşkere kirin ku ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ti metirsî li ser dewleta Tirk tineye. Berovajî vê di demên derbasbûyî de jî diyar bû ku, rayadarên herêmê her dixwestin bi Tirkiyê re dinava têkiliyên baş debin.
Dewleta Tirk ya dagirker ku wek feraset dijberiya hebûna Kurdan dike. Hemû amûrên xwe yên siyasî li ser bingeha dijberî û tinekirine Kurdan daye avakirin. Ger dem dem bi hin Kurdan re lihevhatinan bike jî wek niha PDK’ê, ev jî liser dijberî û tine kirina hinek Kurdên dine dike. Ev Kurdan li beramberî cîhanê bikarbîne û bêje ez ne li dijî Kurda me. Mixabin ev xapandin heta niha her xwe dûbare kiriye. Dîroka Kurdan bi wan çîrokan re tijeye. Lê her dem ev xwe dûbare dike.
Diyar dibe ku hemû nebaşî bigotinên xweş tê xemilandin. Bi gotinên “korîdora aştiyê”, “herêma ewle” rewa bûn neyê dayîn ji dagirkeriya dewleta Tirk re. Divê em ne gotinên “herêma ewle”, ne jî gotinên “korîdora aştiyê” bikar neyînin. Ev gotin bi pirsgirêkin. Mi di jorde jî da daxuyakirin hemû komkujiyên li ser Kurdan bi gotinên wiha hatine xemilandin. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pirsgirêka parastina sînor heye, ev jî jiber êrîşkariya dewleta Tirk ya dagirkere.






