Amara Baran/ Qamişlo
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo diyarkir ku 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê li Silêmaniyê beşdarî Platformê bûn û got,”Ji bo têkoşîna hevpar, Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li ser bingehê xebatên zanistî, siyasî hunerî û rewşenbîrî di hemû aliyan de bi hevre ji bo avakirina modêleke demokratîk kar û xebat tê kirin.”
Derbarê girîngiya Platforma Jin û xebatên jin Berdevka Kongra Star a Rîhan Loqo ji Rojnameya me re axivî.
‘Desthilat rol nadin jinê ku di dîzayina Rojhilata Navîn de cîh bigre’
Rîhan Loqo bal kişand ser tekoşîna ku jinên Kurd li seranserê cîhanê didin meşandin û wiha domand: “Jinên kurd ji bo parastina maf, nasname, hebûn û dîroka xwe, xweparastin di tevahiya qadên jiyanê de bi awayekî felsefî û
zanistî esas girtin. Bi destpêkirina şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn û bi dêrêjahiya dîrokê heta niha, êrişên li dijî jinan zêde bûn, wekî ku Rêber Apo jî dinirxîne; di şerê cîhanê sêyemîn de qirîz û pevçûnê heyî, taybet şer, lêdan, komkujî, revandin û destdirêjiyên li ser jinan û bi hezaran bûyerên ku li ser jinan tê meşandin derketin holê. Di şerê cîhanê yekemîn û duyemîn de parastina maf û hebûna jinê maf û hebûna jinê zêde derneket pêş, ji bo wî jî di şerê cîhanê sêyemîn de hemanê heyî şerê li ser nasname, hebûn û destkeftiyên jinê ye. Desthilat naxwazin ku jin di dîzayîna nû a Rojhilata Navîn de cih bigrin. Di nav guhertin û veguhertinan de li seranserî Kurdistanê bi pêşentiya jina kurd di tevahî qadên jiyanê de jin ji bo komfederalîzma demokratîk tevahî îmkanên xwe xistiye dewrê da ku sîstemek edalet û wekhevî ava bike.”
‘Mafê jinan bê parastin ‘
Rîhan Loqo di derbarê girîngiya şoreşa Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de wıha got: “Piştê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava, jin roj bi roj destkeftiyên nû ava dikin, sîstemekî ku ji civak, gelan û ji pekhateyan re deriyê demokrasiyê li civakê vedike. Sîstema ku jin ava dike wate û bandorekî xwe yê mezin heye. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê rexistin û tevgerên jinan bi hilweşandina Rejîma Baasê re derbasî qonaxeke nû bûn. Di Sûriya nû de û di destûra Sûriya nû de ji bo ku wek jin çawa tekoşîna jin a hevpar bidin meşandin, rêxistin û tevgerên jinan, sazî û kesayetên jin, rewşenbîr û nivîskarên jin yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gelek şêwrên jinan, komxebat, konferans û komcivîn hatin li darxistin. Wek jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê, Sûriyekî çawa dixwazin, ev jî bi rêya komxebat û civînan me helwesta xwe ji raya giştî re parve kir. Sûriyekî ne navendî pirrengî, pirçandî û pirzimanî dixwazin. Di Sûriya nû de divê ku jin di komîteya nû a destûrî de ne wek şekil bigre, divê ji bo hebûna jin û mîsogerkirina mafê jinan û hebûn û parastina destekftiyên şoreşa jin, jin cihê xwe bigre.”
‘Doza azadiya jin esase’
Rîhan Loqo wiha domand: “Jin hem ji bo doza gelê kurd hem jî, herwiha ji bo doza azadî û nasnameya xwe tekoşînekê hevpar dimeşîne. Piştî ku Rêber Apo banga dîrokî a Aşitî û civaka demokratîk kir, Rojhilata navîn û cîhan derbasî qonaxekê nû bû, ne tenê Sûriye bi giştî cîhan derbasê merheleyekî nû bû, di vî merhelê de jin jî cîhê girt. Piştê banga dîrokî gelek guhertinên mezin ji aliyê jinan ve hatin kirin. Bandora banga Rêber Apo li ser jinan gelek diyarker e, ji bo wî jî me dît ku Rêber Apo ji zimanê şer û lêdanê zêdetir zimanê çareserî û diyalogê esas digre, em wek jin pêwîste divî sedsalê de zêdetir bi zimanê diyalogê mafê xwe biparêzin. Heman deme de li Rojava jî pêwîstî hat dîtin ku wek jinên kurd komîteya beşa Rojava ê jin û beşe netewî yên Kurdistanê di wan demên dîrokî de wek jin bi belgeyekî, siyaset û planê heyî û pêşketinên ku bi pêşengtiya jin ji dîrokê heta roja me ya îro ku li ser hindek pirensîban li hevdû bikin.”
‘HTŞ’e bi paçê reş qanûn û qûralan li ser jinê derdixe’
Rîhan Loqo balkişand ser siyaseta HTŞ’ê ku rojane biryarên nû li ser jinê derdixe û wiha dirêjahî da axaftina xwe” :Di demeke ku şer û pevçûn li ser hebûn û nasnameya jin dihatin maşandin, desthilata Şamê HTŞ’ê rojane bi paçên Reş dixwast qanûn û biryarên nû li ser jin derxe û hebûna jin ji holê rake. Li milekî de li ser bendeva Tişrînê şerekî dijwar dihat meşandin, li milê din jî erîş li ser hebûn, nasname û destkeftiyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dihatin kirin. Di pêvajoyekî ku ji hemû aliyan ve êrîşên dijwar li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dihatin meşandin de, konferansa jin a netewî bi beşdarbûna 300 jin hat li darxistin ku em wek jinê kurd û netewî helwest û nêrînên xwe bikin yek ku ji raya giştî û cîhanê re parve bikin. Hedefa me yekemîn ji vê konferansa yekîtiya jin ew bû ku di demên pêş de konferansa netewî a kurd ku li Rojava çêbibe ku helwestên me jinan yek be ku bibe wesileya ku em yek helwestê pêşengtî ji xebatên giştî re bikin.”
‘Bi yekîtiya jinan wê planên qirkirinê têk biçe’
Rîhan Loqo di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştê Konferansa Jin me weke komîteya amadekar a kongra netewî a jin di Kurdistanê de pêwîstî hat dîtin ku bicivin, di platforma jin a ku li Sûleymaniyê çêbû rewşa Rêber Apo, guhertin û veguhertinn ku hatine çêkirin hatin nîqaşkirin. Taybet rewşa jin di Kurdistanê û di dîzayînkirina Rojhilata Navîn de, em ê çawa bi pêşengtiya jina kurd pilanê qirkirinê yên ku dixwazin li ser jinê pêk bînin, hebûn û hêza jin têk bibin hatin nîqaşkirin. Heman demê de erîşên li ser tevgera jin, jinên ku bi her cûre tundiyê re rû bi rû dimînin û qetlîamên ku li ser gelê elewî tên kirin hatin şermezarkirin. Û wek jin li hemberê xeteriya xwe çawa biparêzin hatin nîqaşkirin.”
‘Li çar parçê Kurdistanê jin xebatên hevpar bidin meşandin’
Rîhan Loqo behsa girîngiya platforma yekîtiya jin kir û axaftina xwe wiha qedand: “Wek jin me pêwîstî dît ku platformekî hevpar a jinan bê avakirin ku hên bêtir xebatên jinê kurd û yên netewî di asta kurdistanê de bi hevdûre bidin meşandin. bi rêya platforma netewî a kurd de 24 rêxistinên jin yên Kurdistanê ji bo xebatên zanistî, siyasî, hunerî û rewşenbîrî çandî bi hemû aliyan de xebatên hevpar bi hevdû re bidin meşandin. Em bikaribin ku salê carek festîvala kurd û Kurdistanî a jin û rewşenbîrtiya jinê kurd li Kurdistanê lidar bixin ku ji her welatek rewşenbîr kom bibin. Dengê hunere û dengê jin hewil bidin bi rêya nivîsa, stran û dengbêjiyê bikaribin parvekirina herêman bidin çêkirin, bi hevdûra bi yek deste li hemberê sîstema qirkirinê bisekinin. Di demên pêş de wek jinên kurd û kurdîstanî bi hevdûra bidin meşandin. Şaredariyên ku bi pêşengtiya jinan li Bakûr tê meşandin çawa tekîliyek û rihekî hevpar di navbera Bakûr û Rojava de çêbikin. Bi vî awayê sîstema jin hên zêde xort bikin û bikin modela demokratîk li Kurdistanê û Rojhilata Navîn de.”






