Idrîs HENAN
Sernavên ‘herêma ewle, korîdora ewle, herêma tampon,…hwd’ û helwestên vê hefrtyê di vî warî de derketine, radeya cidî ya ku aloziya Sûriyê gihayê destnîşan dikin. Di demeke ku li aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareseriya aloziyê di asta navdewletî de tê nîqaşkirin, li aliyê Idlib û Hemayê alozî tê kûrkirin. Herçendî mudexelekerên navdewletî û yên herêmî xwestine pirsgirêka Sûriyê parçe bigirin dest, lê pêvajoya dîrokî ya xaknîgariyê tekez dike ku hêza çareseriyê hindirîn ne derveyî ye. Hemû hewldanên berterfkirina aliyên rasteqîn ên hindirîn badilhewa çûne. Ne hêzên derve û ne jî aliyên girêdayî ecîndeyên wan dikarîbûn ji aloziya vî welatî re bibûna dendika çareseriyê. Aliyên ku li derveyî berjewendiya gelên Sûriyê tevgeryane, hemû jî bi bayê heqîqetê re têk çûne. Yan bûne koleyên rejîmê û li dijî îradeya gelên Sûriyê cih girtine, yan jî ji hêzên derve re bûne amûrên pêkanînê. Bi qasî ku ji sûriyebûna xwe dûr ketine, ewqas jî li dijî vîna gel şer, talanî û dizî kirine.
Rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên leşkerî û siyasî ku li ser destê wan terora DAIŞ hatiye tunekirin, bi salane destê wan ê ji bo çareseriyê dirêjkirî li hewa maye. Rejîma desthilatdar ku fêrî qezencên qismî yên ku pala xwe didin alav û teknîka leşkerî ya Rûsyayê, li şûna ku milê xwe bide milê Rêveberiya Xweser û rê li ber destwerdana derve bigire, li gorî hişmendiya beriya 2011’an nêz dibe. Bi qasî ku li dijî îradeya gelan daxuyanî dide, li dijî dagirkerî û çeteyan nade!. Carinan wek ‘cudaxwaz’ û carinan wek parçeyek gelên Sûriyê pênase dike. Ev tevliheviya hişmendî diyar dike ka rejîma desthilatdar xwedî çi îradeyê ye?. Bi hezaran kîlometroyên axa welêt ji aliyê faşîzma Tirk ve hatiye dagirkirin, ne xema wê ye û ne jî bala wê dikişîne! Ya ku wê tengav dike ne firotina Rûsya ji axa Sûriyê re, hewldanên çareseriyê yên Rêveberiya Xweser e!. Dikare bi dagirkerê axa welêt re li hev bike, lê nikare bi hemşirîkên welêt re li hev bike!. Eger ev nêzîkatî ne gendeliya siyasî û ideolojîk be, gelo mirov dikare navekî din lê bike?.
Aliyê dîtir ê vê diravê, hîlbazî û keysbaziya perjewendîperest a pergala Pûtîn e. Alavên ragihandinê yên girêdayî vê iqtîdarê, bi her gaveke çareseriyê re, derewekê diafirînin û ji faşîzma Tirk pirtir şoşbaniya kûrkirina aloziyê dikin. Ta ku pozisyona xwe ya hegemon tekûztir bike û bi hegemoniya navendî re hinek dosyayên taloqkirî çareser bike, narvîna gelan dikire û difiroşe. Ji xwe ji tişta ku li Şîşanê kiriye zêdetir li Sûriyê dike û hewl dide bi heman rêbazên şîdet, xapandin û reşkirinê siyasetê bide meşandin. Qey mirov dibêje; şanoya desthilatdariya Moskovayê ye ku Midvêdiv diçe û Pûtîn tê!. Hewl dide li beramberî aloziya xwe ya li “Idlibistanê” hesaban li Bakur û Rojhilatê Sûriyê safî bike. Nameşe heya ew aloziyê bijî û li deverên dîtir aramî hebe. Jixwe, li gorî baweriya wê, tekane kilîta çareseriyê ew e.
Diyare şerê ku nêzî 9 salan li dar ketiye, aliyek wê serkêşiya hegemoniya navendî û aliyê din jî jiholêrakirina astengiyên li ber zivirîna azad a sermayeya global a hegemoniya navendî bi xwe ye. Dêmekî pirsgirêk ne herêma ewle, filan û bêvan e, pirsgirêk ji nû ve dîzayînkirina têkîlî û xulamtiya navdewletî ye. Tişta ku dîrok di vî warî de piştrast dike jî ev e; di vê heyama gurçûpêç de, tenê aliyê rêxistinkirî dikare bi ser keve.






