Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sersala Serê Nîsanê li Amûdê hate pîrozkirin.

16/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Sersala Serê Nîsanê li Amûdê hate pîrozkirin.
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrê cejna Çarşema Serê Nîsanê “Sersala Êzîdiyan” li gundê Dugirê yê bajarê Amûdê pîroz kirin.

Îro li gundê Dugirê yê bajarê Amûdê Sersala Serê Nîsanê “Çarşema Sor” bi beşdariya civaka Êzîdî, Sazî û Meclisên Rêveberiya Xweser, Hêzên Leşkerî, Partiyên Siyasî, Saziyên Civaka Sivîl, kesayetên Serbixwe, Tevger û Rêxistinên Jinan hate pîrozkirin.

Beriya ku şahiya pîrozbahiya Sersala Serê Nîsanê were destpêkirin hemû beşdarvan xuleyeke bêdengî li ser giyanên şehîdan rawestiyan.

Piştre ji aliyê Koma Şehîd Farûq çend têkistên olî hatin gotin. Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê û hevserokê Mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrê Îsamîl Delef û Koordînasyona Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Meryem Cindo cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin û wiha gotin “Dema em behsa çarşema serê Nîsanê dikin, xweza bala me dikşîne ji ber bi bîr û bawerî di felsefa Êzîdatiyê de her tiştê Êzîdatiyê bi xwezayê ve girêdayî û bi taybet ev cejin. Dema xweda gerdûn afirand li gorî baweriyê roja Çarşemê temam kir, dema cara yekem xweda ruh bi insan xist, xwîn xiste laşê mirov de, ji ber vê yekê civaka Êzîdî zêdetirî civakên din giringî dide roja Çarşemê. Herwiha çima meha Nîsaê bi taybet ji ber xweda di vê mehê de her tiştî jî nû ve zindî dike. Cejna îsal jî bi hîn bêtir bi coş û kelecane ji ber ku nameyeke giranbuha ji aliyê Rêber Apo ji bo civaka Êzîdî hat û ev name taybetmendiyeke wê ya cûda hebû.”

Hevserokê Meclisa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Şero axivî û wiha got: “Sersala kurdên Êzîdî li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li gelê me yê Êzîdî yê berxwedêr, xwedî dîrok û çanda berxwedanê, herwiha li tevahî hêzên me yên parastinê û hêza milîtanên Şingalê pîroz be. Ev hêz ji bo parastina civaka Êzîdî bûn mertal li pêşiya siyasta tunekirin û qirkirinê. Hêzên dagirker ên li ser xaka Kurdistanê her tim xwestine cejnên me yên netewî û olî ji naveroka wê dûr bixin. Lê bi israra gelê me yê girêdana bi xaka xwe ve, bi taybet gelê me yê Êzîdî, siyaseta dagirkeran têk çû. Îro li ser axa Sûriyê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta demokratîk û biratiya gelan pêk hatiye.” Şahiya Sersala Serê Nîsanê bi xwendina nameya Rêber Apo ya ku ji gelê Êzîdî re şandibû dewam kir.

Piştre Şêx Murşid El-Xeznewî axivî û wiha got: “Çarşema Sor li tevahî civaka Êzîdî û gelê kurd û Kurdistanê pîroz be. Tevî ku malbata me oldarê ola islamê bûn, lê nayê bîra min ku me Çarşema Sor pîroz nekiribe. Çarşema Sor ne tenê destpêka sala nû ye, li cem gelê me yê Êzîdî, lê sembolekê dide diyarkirin ku çiqas hewldan hatine kirin ku civaka Êzîdî ji holê bê rakirin, lê îro pîrozkirina we ji Çarşema Sor re bersive ku tu carî tav nayê veşartin.”

Koma şehîd Laliş a govendê, Koma Dibistana şano, Koma şehîd Zeredeşt Şingalî ya Stranan, herwiha helbestvan pêşeroja cewherî, koma şehîdên Êzîdîxan a govendê, koma Tolhildan a Stranan, hunermend Siyan Nebo, Zendîn, Mihemed Welîd û Îbo Can beşdarî şahiyê bûn û bi sitran, helbest û govendên xwe coşa beşdaran bilind kirin.

 

Post Views: 94
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.