Farûk Sakik
Her roj ev pêvajoya nû bi awayekî cûda û bi aliyek xwe tê nîqaşkirin. Vê heftê hevdîtina Heyeta Îmrali û Erdogan di rojevê de bû. Herkesî ji aliyekê ve nirxand.
Ez nabêjim, tu wateyek van nîqaşan tune ye. Lê esas tiştên ku li ser nîqaşên kûr werin kirin, rewşa Rêber Apo ye. Heger ew azad nebe û bi awayek azad dahilî serdema nû nebe, tu wateyek van axaftina namîne. Hemû vala û li hewa dimînin.
Statuyên wek; serxwebûn, federesyon, muxtariyet, rêveberiya xweser, mafê kollektîf, mafê nasnameyê, an jî; berdana çekan, hevkarî û bratiya hezar salî, guhertina destûra bingehîn, hilbijartin, rewşa Rojava, siyaseta Îran û Rojhilatê Kurdistan û hwd. Ev mijar û têgeh divê piştî azadiya Abdullah Ocalan werin nîqaşkirin. Herkes divê behsa mafê heviyê bike. Behsa soz-gotinên Bahçelî yên lu ser mafê hêviyê bike. Bi israr bi bîra wan bixe ku bahçelî di komcivîna partiya xwe de gotibû, heger Abdullah Ocalan bang bike û rêxistin jî bersiv bide mafê hêviyê were nîqaş kirin. Banga di 27’ê Sibatê de hatî kirin û rêxistinê jî bi biryara agirbestê bersiv dayê. Dor dora dewletê ye û divê di vî warî de gav bavêje. Herger navêje divê Kurd bi israr vê yekê bigirin rojev û têkoşîna xwe.
Çima azadiya Abdullah Ocalan: Di sala 1979’an de dema çembera li dora PKK’ê teng bû, pêdivî bi azadiya Rêber Apo dîtin. Îtirafkarê demê Şahîn Donmez jî ji dijmin re gotibû “Hûn PKK’ê tune bikin jî heger Abdullah Ocalan bijî wê vê tevgerê ji nû de biafirîne” Li ser vê yekê hevalên wî, wî derbasî cîhek bi ewle kirin. Derbasî Lubnanê kirin. Ev devera hatibû wek zeviyên mayîn kirî bûn. Dîsa li Rojhilata Navîn şerê Îsraîl û Filistiniyan hebû. Qada şer Lubnan bû û PKK’ê jî li wêder bû.
Rêxistina wî li vêder jî ev talûke dîtin û berî her tiştî azadiya wî esas girtin. Her tim ew parastin. Rêxistinê ew parast û wî jî rêxistina xwe parast. Roj hat pêdivî dît û şer da destpêkirin. Ev biryara şer jî di kongreya partiyê de hatibû girtin. Îroj ji wê demê zêdetir bi azadî û ewlekariya Rêber Apo îhtiyac heye. Dema ku rêxistin derbasî qada siyasî bibe salên Lubnanê tên bîhra me. Talukeya wê demê heman talukeya îro ye. Dive Rêber Apo midaxle bike.
Ji xwe, di destpêkê de li Îmrali li ser azadiya Rêber Apo lihevkirinek bi dewletê re hebû. Ev 2 mehe lihevkirin tê îhlal kirin. Dijminatiyek veşartî tê kirin. Divê ev yek were zanîn û midaxle bê kirin. Kurd divê têkoşîna xwe li gor vê serdema nû formule bikin. Azadiya Rêber Apo û ‘mafê heviyê’ bigirin rojeva xwe. Heger bala we kişandibe di herdu hevdîtinên bi Omer Ocalan re, gotinên Rêber Apo yên ‘tecrîd dewam dike’ dertên pêş. Lê vêderê peyamekê dide, ev peyam ne ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya vî gelî dide. Dibêje bila tecrîd rabe da ku ez bikaribim midaxleyî astengiyên li pêşiya doza Kurdistan bikim. Ji xwe dema behsa ‘hebsa mal’ jêre hatî gotin, wî bi mayina li Îmrali (lê di şertên azad) de israr kir.
Li vêderê du tişt divê werin armanc kirin. Yek; Azadkirina şertên midaxlekirina serdema nû. Ya din jî; bi mafê hêviyê, azadkirina fîzîkî. Riya azadkirina fîzîkî bi merheleya yekem ancax pêk were. Ango, merheleya bi awayek azad birêvebirina pêngavê ye.