Zekî Bedran
Desthilatiya Sûriyê ya nû HTŞ’ê bawerî nedan raya giştî ya hindir û ji derve. Rabirdû û dîroka wî pir xerab bû. Lê di pratîkê de çi kirin û çi got qet li hev nedihat. Bi zanebûn hêzên li Sûriyê ji hemû pêvajoyan dûr xistin. Di serokkomariya ku bi rayayên zêde hatibû xemilandin xistibûn makezagonên nû yên demkî de. Bi wê şêwazî zelal e ku desthilatiyekî ku ya rejîma Baas’ê xerabtir bidin avakirin. Baas, rejîmekî tûnd avakir û ev tişt bi nîjadperestiya Ereb ve xurt kir. HTŞ’ê bi zêdekirina nijadperestiya olî rejîmek despotîk, yekdest ava dik e. HTŞ’ê di serdemeke ku guncav ji bona xwe rewa kirinê digeriya jî, li dijî Elewiyan komkujiyeke bi xwîndarî pêk anî. Di rewşa xwe ya niha de serweriya xwe gelemperî li ser Sûriyê nekarî bide avakirin. Gelo hişmendiyekî ku bingehên hundirîn qels e û qirkirinê dike, dema xurt bibe wê çi bike? Ew kevneşopiya komên çekdar yên ku hewl didin bi rêbazên kovî, serîyan jêdikin û tirsandina civakê bibin hêzdar û bibandor bibin tên. Piştî tevahî Sûriyê serweriya xwe ava bikin, ew ê mafê jiyanê ji kesekî re nehêlin.
Hişmendî û avahiya HTŞ’ê tê naskirin, ji ber wê sedemê ye, weke ku dixwazin nayên pejirandin. DYA, NY û welatên Ewropayê HTŞ’Ê ji lîsteya rêxistinên terorê dernexistin. Biryar dan ku ambargoya li ser Baasê bidomînin. Wan got ku ew ê şopandin û lêpirsina pêkanînên wan dê bidomînin. Di van demên dijwar de jî ku di bin çavan de bûn û welat di warê aborî de hilweşiyabû jî, xwe ji komkûjiyên li dijî Elewiyan dûr nexistin. Her wiha, kiryarên rêveberiya wan a heta niha teqez ber bi dûrxistina demokrasiyê ve bûye. Sûriye welatekî xwedî baweriyên pirçandî, netewî û olî ye. Rêveberiya Baasê ya gelekî navendîparêz û tûndrew Sûriye aniye vê rewşê. Pêdiviya Sûriyê bi yekdest û hikûmetên nû yên zordar nîne. Berovajiyê wê pergalekî demokratîk a ku hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne hewce dike. Sûriya demokratîk tenê dikare hemû bawerî, çand û cudahiyan bigire nava xwe. Lê HTŞ’ê heta niha berovajî vê kiriye. HTŞ’ê hikûmeta demkî wek ku dixwest sazûman kir. Destûra bingehîn a demkî wekî ku rayedarên wan dixwest hat nivîsandin. Qala Kongrê hat kirin, lê wan biryar girt û avahîsazî tenê bi serê xwe diyar kir. Dema ku ev yek dikirin, wan bi Rêveberiya Xweser, Durzî, derdorên cudaxwaz û rewşenbîrên ku beşeke girîng a Sûriyê birêve dibin, ne şêwirîn û ne jî agahdar kirin.
Heta navê Sûriyê ku Baas diyar kiriye jî îdia kirin û dîsa ev nav weke berê hiştin. Bi israr li şûna Komara Sûriyeya Demokratîk dibêjin Komara Erebî ya Sûriyê. Weke ku tê dîtin, hem hişmendiya wan û hem jî rêbazên ku dişopînin de tê xuyakirin ne alîgirê demokrasiyê ne. Bi zanebûn dibêjin ku çêkirina makezagonê û hilbijartinan wê 4 û 5 sal bidome. Ji bo çêkirina makezagonê salek bes e. Ji bo hilbijartinan du sal bes e. Lê ji ber ku ne xwedî bingeheke girseyî ne, dixwazin bi hêza dewletê xwe bi rêxistin bikin û serdest bin. Ew difikirin ku piştî ku serweriya xwe bi dest xistin û derdorên cudaxwaz di rewşek lawaz de hiştin biçin hilbijartinan. Di nîqaşên ku li derdorên demokratîk û raya giştî ya derve tên kirin de fêmkirinên şaş yên girîng hene. Pêwîste ev yek were sererastkirin û daxwaza demokrasiyê ji bo tevahiya Sûriyeyê were kirin û ji bo vê têkoşîn were meşandin. Tê gotin ku li Sûriyeyê divê civak û pêkhateyên weke Elewî, Dûrzî, Mesîhî bên parastin û li dijî komkujiyan li berxwe bidin. Ne şaş e ku di van mijaran de ev bên hişyar kirin. Dema ku HTŞ’ê hêz bibe, ew komên ku tên qalkirin wan di qirkirineke mezin re derbas bik e. Hişmendî û ferasetên wan ne dûrî wan kiryaran e. Hişmendiyekî wan ya desthilat bêsînor ya tûnd heye. Lê şaş e ku mirov pirsgirêkê tenê di vê çarçoveyê de binirxîne. Di vê çarçoveyê de nêzîkbûna wê mijarê dê bibe rûnê li zêdekirina nanê HTŞ’ê be.
Pêkhate û kesên xwedî baweriyên cuda tenê yên ku demokrasiyê li Sûriyê dixwazin? Gelo hemû gelê Sûriyê hişmendî û ferasetên desthildariya HTŞ’ê dipejirînin? Na, piraniya gelê Sûriyê, Erebên Sûnî, nikarin bavêjin hembêza HTŞ’ê ya xwediyê hişmendiya tundrew. Li vî welatî beşeke mezin a civakê heye ku bi awayekî jiyanekê hevpar û xweser pejirandî ye. Mînak, çend ji sedî yê Şamê şêwaza jiyan û hişmendiya HTŞ’ê dipejirîn in? Di vî warî de dema ku li Sûriyê mijarên demokrasiyê tên nîqaşkirin an jî muxalefeteke xurt tê kirin, divê hemû beşên welat li ber çavan bên girtin.
Nerast e ku hemû komên Sunnî li ser navê HTŞ’ê bên nivîsandin, di destê wê de bihêlin an jî wan di nav wan de cih digirin bihesibînin. Her wiha di serdema Baasê de Sûriye ne tenê ji aliyê Elewiyan ve dihat birêvebirin. Nêzîkatî û pêşdîtinek wiha ne rast e. Daxwazên demokratîk û têkoşîna di vî warî de divê hemû Sûriyê bigire nava xwe. Divê rêveberiyên xweser, derdorên demokratîk, rewşenbîr xebatên xwe bikin yek û ezmûnên xwe parve bikin. Ger ku Sûriye bibe mala wan a hevpar, ji kesên ku serî jê dikin re qadan nayê hiştin. Divê destûr neyê dayîn ku HTŞ tevlî mezhebperestiyê bibe û olê ji bo hêza xwe bikar bîne. Pêwîstiya Elewî, Kurd, Tirkmen, Durzî û Xiristiyanan bi demokrasiyê heye, yê Suniyan nîne? Ger Sunnî bên paşguh kirin, mîsogerkirina geşepêdana tendurist ya demokrasiyê dê bikeve xeteriyê. Pêwîste em hemû Sûriyê bêyî ku ji mezheb, netew û gel hev bê cuda kirin, têxin bin sîwana demokrasiyê. Dema ku hemû gel, bawerî û raman hevdû bipejirînin û bi hev re di nava aştiyê de bijîn, wê her kes li Sûriyê bi ewle jiyan bik e.