Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Lîstikvan Aya Mihemed, bi desmala kurdî xelateke navnetewî wergirt

15/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Lîstikvan Aya Mihemed, bi desmala kurdî xelateke navnetewî wergirt
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Aya Mihemed lîstikvaneke jin a kurd e, ew stêrkeke geş a asîmanê footbullê ye ku li ser asta Sûriyê û şampiyonên navnetewî xelat wergirtine. Herî dawî Aya bi serfirazî li Urdinê xelata xwe bi desmala kurdî wergirt û tekez kir ku jina kurd dikare bi vîna xwe di hemû waran de serkeftinan qezenc bike.

Tîma Niştîmanî Ya Sûriyê beşdarî Şampiyona 5’emîn a Rojavayê Asiyayê bû û tê de jî asta siyem derket, yek lîstikvaên ku hişt Tîma Sûriyê bi gihêje vê astê, lîstikvana kurd Aya Mihemed bû. Herwiha bi dirêjahiya destpêkirin û bidawîkirina şampiyonê ji ber beheremendiya Aya di lîstika footbullê de bala derdorê û bisporên goka piyan hatiye kişandin.

Aya 2 caran di şampiyonê de bi ser ket û xelat girt

Aya Mihemed strêrka cîhana footbola Sûriyê û lîstikvana Yaneya Hilal, ‘sûper hatrîk’ ango 4 gol bi Tîma Sûriyê ya Jinên Ciwan re li dijî Tîma Kiwêtê anîn. Tîma Sûriyê 7 gol anîn û Kiwêtê golek anî û di encama macha asta 3 û 4’an de ji şampiyonê, Aya xelata golan wergirt û Tîma Sûriyê asta 3’an bi dest xist. Hêjayî bibîr xistinê ye ku berî wê, di macha pêvajoya yekem ji şampiyonê Aya ‘hatirîk’ ango 3 gol li dijî Kiwêtê anî û encama machê 6 bi 0’ê ji Tîma Sûriyê re bû, di heman demê de Aya piştî wê hate xelatkirin.

  Aya û hin jinên ciwan ên kurd di şampiyonê de beşdar bûn

Aya Mihemed lîstkvaneke kurd e, xelata Şampiyona Rojavayê Asiyayê ya Jinên Ciwan ku li bajarê Eqebe hate lidarxistin bi desmala xwe ya kurdî, wergirt. Bi vê gavê Aya xwest nameyekê bide ku jinên kurd bi vîna xwe dikarin di hemû waran de bi ser bikevin, di nav re jî qada werzîşê. Di Tîma Neteweyî ya Sûriyê yên jinên ciwan ku di Şampiyona 5’an a Rojavayê Asyayê de, hevalên Aya yên kurd jî hebûn, ji wan Pêlîn Mihemed, Delnay Ismaîl, Arîn Esaad, Ferheng Hesen, Evîn Hesen û Xunaf Hesen. Herwiha yekem car e ku kesekî kurd di dîroka şampiyona jinên Sûriyê de, Delîl Xalid (Kapîtan Reşo) ku weke hevkarê rahênankarê Tîma Sûriyê ya Jinan tê hilbijartin. Delîl Xalid rahênankarê Yaneya Hilalê ye.

Stêrkek ji cîhana footbulla Sûriyê ye

Aya Mihemed bi şarezaniya xwe ya golanînê navdar e û di zortirîn derfetên anîna golan de piraniya golên xwe di Şampiyona Rojavayê Asiyayê de anîn. Di heman demê de her ku tevlî şampiyonan dibe muhra xwe li wan dihêle. Ew strêrkeke di asîmanê cîhana Sûriyê ya footbullê, wê bi Tîma Niştîmanî ya Sûriyê re Şampiyona Rojavayê Asiyayê ya kesên nûhatî ya sala 2023’an bi dest xist. Ev şampiyon ji bo Sûriyê yekem serkeftin ji cîhana footbulla jinan bû ku di macha dawîn de Aya Mihemed golek di xuleka 76’an de anî û serkeftineke dîrokî weke yekem car qezenc kir. Di sala 2022’an de, beşdarî Şampîyona Rojavayê Asyayê ya ciwanan li Libnanê bû û bi tîma xwe re asta duyemîn wergirt. Di heman demê de jî li ser asta Şampiyona Sûriyê ya Jinan bi Yaneya, Xabûr, ya Hilal û ya Amûdê re 3 xelat wergirtin.  Ji bilî wê jî gelek xelatên wê li ser asta yane û tîmên nûhatî yên kantona Cizîrê wergirtine. Niha jî lîstikvana Yaneya Hilalê ye ku Şampiyona Jinan a Sûriyê bi nisxeya 2023’ê û 2024’an qezenc kir, hem jî di sedaretê de ye ku bi heman yaneyê re beşdarî heman machê ya sala 2024’an û 2025’an bibe. Li hêleke din jî ew lîstikvana Yaneya Asayîşê re weke golzanekê di çarçoveya şampiyonên kantona Cizîrê de dilîze.

Kurtejiyana Aya Mihemed  

Aya Mihemed yek ji jinên lîstikvan ên kurd e ku di sala 2006’an de li  Qamişloyê ji  dayik bûye. Wê bi vîneke xurt tevî astengiyên jiyanî, qeydên civakî û kêmderfetên sporê bi taybet spora jinan di sala 2016’an de dest bi rêwîtiya footbullê ango goka piyan kir. Heskirina Aya ji goka piyan re astengî nas nekirin heya ku gihaşt asteke bilind.
Rêwîtiya wê bi yaneyan re

Ji sala 2019’an ve Aya beşdarî pênc şampîyoniyan ya Lîga Giştî ya Jinên Sûriyê bûye. Tê de jî sê xelat wergirtin, destpêkê bi Yaneya Amûdê di dewreya 2019-2020’an de, paşê jî bi  Yaneya Xabûrê di dewreya 2020–2021’ê de, piştre bi Yaneya Hilalê re di dewreya 2023–2024’an.

Post Views: 54
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.