Volqan Elî
Tê zanîn Tirk wekî qewm, ev zêdetirî hezar sal bûye ji welatê Asyaya Navîn derketine. Hatine li ser erdên Kurd, Fars, Ereb û gelên din ên herêmê, dema dîtine ku gelên van deran Misilman in ti kes, dest berde ji welat û erd rê jî nade wan ku derbasî welatê Bîzans bin, çînên wan ên ser dest hema ji nişkê ve serê xwe danîne li ser secadeyê û bûne Misilman. Em qebûl bikin yan jî nekin, ev hişekî statejîk dide hewce kirin. Hûn ê bêjin çima? Çê yan jî xirab, eger yek çînê serdest ê qewmekî be, dema ku welatê te ji bê avî û bê xwarinê qir dibe, tu rabî ji bende û çînê xwe yê serdest re welatekî peyda bikî, ev hişekî stratejîk dibe. Ne ku em vî hişî pir diecibînin… Na! ev hebe-nebe hişê bazirganî ye. “Ez ê bibim Misilman, hûn jî welatekî bidin min”.
Dema ku qewmên Turanî (Tirk) hatine van deran (welatên Aryenan, Samiyan, Anatolya û hwd.) gelê Kurd, Fars, Ereb û hwd. hebûne. Dîsa wekî dewlet jî Sasanî, Ebasî ( wekî Misilman) dibe ku çînên hakim ên Tirkan bi van gel û dewletan re bi dengê bilind gotina li jor negotibe, lê ji nişka ve bûne wan Misilman tê wê maneyê. Evana mijarên dîrokî yên lêkolînê ne. Ji vê zêdetir, em dixwazin balê bikişînin li ser stratejiyên serkeftî yên serdestên qewmê Tirk. Dema em vê dikin yan tînin ziman ne ji ber ecibandina me yan jî nirxêk jê re diyarkirina me ye. Dîsa jî ev helwesteke ‘stratekîk’ e. Ji ber ku berhemên encama vê planê bi sedan sal çê û xirab didome. Bi sedan sal e ku Tirk bûne Misilman û erdên li vê herêmê ji xwe re kirine welat. Mînaka din jî, ne tenê ji xwe re Anatolî kirine welat; bûne şûrê Ebasiyan (yanî şûrê Îslamê!?) û jixwe piştî pênc sed sal jî Xalîfetiya Îslamê ji Memlûkiyên Misrî girtine ta 1924’an.
Piştî vê pêvajoyê (bûne Misilma ya serdestên Tirk-1043) rê li pêşiya hişê stratejîk ê Tirkên serdest vebûye. Alparslan Beg di 1071’ê de bi eşîrên Kurd re hevkarî kiriye û karîbûye di encama vê de Bîzansiyan têkbibe, ji xwe re Anatoliyê bikin welat. Bûne Misilman eger em zemîna esasî ya hişê stratejîk ê destpêkê yê Tirkan bihesibînin, hevkariya Alparsalan bi eşîrên Kurd re hişê statejîk ê herî mezin ê qewmê Tirk e.
Yavuz Sultan Selimê Osmanî jî daye li ser şopa Alparslan. Bi eşîrên Kurd re li dijî Safewiyan hevkarî kiriye. Bi vî şiklî kariye dijminê xwe yê herî mezin ê li rojhilat têkbibe. Her wiha xwe berde aliyê başûr, biçe rojhilat. Bi saya vê hevkariyê Osmaniyan ji mîrektiyeke ji rêzê, bûne împaratoriyeke mezin ku di wan serdeman de Behra Spî hema bêje wekî goleke Osmaniyan hatiye. Vaye ev hişekî mezin ê stratejîk e. Ya herî dawî jî tevgera M. Kemal e. Dewletên emperyalîst dema bi şerê emperyalîst ê cîhanê yê yekemîn encam girtin, wekî gornabaş û çeqelan ketibûn li ser laşê împaratoriya Osmanî. M. Kemêl jî (Seyîd Riza û Şêx Seîd pir kêfa wan dihat ku jê re bêjin Mistoyê Kor lê em nabêjin. Lewra dewran digere…)
- Kemal, bi feyza ku ji Alparslan û Yavuz Sultan Selim girtibû çû li ber dawa Pîr û Şêxên Kurdan, îcazeta şerê li dijî emperyalîzmê wergirt. Gelê Kurd li hemû eniyên şer bi lehengî şer kirin û li dijî emperyalîzmê bi ser ket. Lê mixabin ji ber gelek sedeman, encamê vê hevkariya dawî sûd neda gelê Kurd. Hişê stratejîk ê Tirkan tenê kêrî çînên serdest ê Tirk hat.
Çînên hakim ên Tirk destpêkê hişê xwe yê stratejîk wenda kirin; bi tirsa dekûdolabên emperyalîzmê, bi sorkirinên hindur û derve bi qasî bîst salan gelê Kurd di jenosîdan re derbas kir. Paşê nêzîkî çil salî gelê Kurd xiste pencê qirkirina spî-bişaftinê. Ewladên herî bijarte yê gelê Kurd bi şiklê nefes çikiyayî, bi alîkarîya cewhera zêrînî ya zarokên Behra Reş, encax karîbûn navê PKK’ê lê bikin; pişta xwe bidin çend çiyayên asê, çend guleyan berdin hişmendiya dagirkeriyê. Ew PKK’ê jî ji aliyê dewleta Tirk ve ‘terorîst’ hate îlankirin.
Rêber Apo çi fikirî û çi kir? Dibe ku di hejmareke em nikarin texmîna wê bikin de li ser tiştan fikirîbe. Lê dema ku bangawaziya xwe ya dawî kir, me jê hevokeke pir zelal fêm kir: ‘Aştî û Civaka Demokratîk’. Ne got “terorîst hûn in, ez jî we nas nakim”. Yanî ji wan xwest ku herî kêm li hişê xwe yê dîrokî yê stratejîk vegerin, eger na bila dîroka bav û kalên xwe dubare bixwînin!