Hemza Sêvo/ Qamişlo
Parêzer Basil Ebdê diyar kir ku divê dewleta Tirk Rêber Apo weke avakarê aştiyê ji bo pêvajoya heyî pênase bike û got, “Derengkirina dayîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo rengê dadmendiyê destnîşan nake, pêwîst e Tirkiyê bi awayekî demildest mafê hêviyê bide.”
Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî yek ji mercên herî sereke yên pêkanîna pêvajoya aştî û demokrasiyê bû, lê hîna sîstema tecrîd û îşkenceyê ji destpêka Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ve tê domandin.
Tevî ku mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan li ser maseya nîqaşê ye, lê dîsa dewleta Tirk û hêzên hegemon bêdeng in. Derbarê heman mijarê de parêzer û endamê Yekîtiya Parêzerên Qamişlo, Basil Ebdê ji rojnameya me re axivî.
‘Divê Tirkiyê Rêber Apo weke avakerê aştiyê pênase bike’
Basil Ebdê diyar kir ku divê dewleta Tirk Rêber Apo weke avakarê aştiyê ji bo pêvajoya heyî pênase bike û wiha got: “Tecrîda li ser Rêber Apo tenê di çarçoveya hişmendiya dewleta nijadperest de tê têgihiştin, hişmendiya ku qet danpêdanê bi hebûna gelê kurd nake. Çendîn caran Rêber Apo daxwazên xwe ji bo aşitî kiribe, hem jî ji banga bidawîkirina şerê çekdarî kiribe, lê hîna jî dewleta Tirkiyê vê yekê wekî têhdîdê dibîne, ne weke derfetke dîrokî ya ji bo çareseriyê. Bêguman, berdewamîya tecrîd û îşkenceyê nîşanê tirsa dewleta Tirk ya zêde ye ber bi demokrasiya rastîn ve û qebûlkirina banga Rêbertî weke mîmarê aşitiyê. Gava yekem ku were avêtin, divê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û rê were dayîn ku Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hem jî bi malbata xwe re bi şêwazekî rêxistinkirî û domdar têkiliyan bike. Ji ber ku ew aliyekî sereke ye di pêvajoyê de gava duyem jî ew e ku divê Rêber Apo ji zindanê derkeve û bikeve zindana malê de be. Di heman demê de wekî divê dewleta Tirk mafê Rêber Apo weke kesekî siyasetmedar ê xwedî bandor qebûl bike, ev yek jî li gorî zagonên navnetewî yên ku dikevin xizmeta mafê hemû girtiyên siyasî.”
‘Rêber Apo mifteya çareserkirina doza kurdî ye’
Ebdê tekez kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo doza kurdî mifteya çareseriyê ye û wiha domand: “Berfirehkirina Pêngava Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo dozeke bingehîn e, divê ev doz bi dozên cîhanî ve were rojevkirin, weke dadmendiya guhêrbar, nerînên azad û mafê gelan. Lewma divê yekîtî, zanîngeh tevgerên li dijî nijadperestiyê, çalakvanên jin, çalakvanên jîngehparêz û hwd… tevlî pêngavê bibin. Ji ber ku her aliyek ji wan dikarin bi nerînên xwe vedengekê di projeya Rêber Apo de biafirînin. Herwiha divê rola ragihandinê yê bi gelek zimanan were zêdekirin, hem jî konferans û mîtîngên navneteweyî were lidarxistin. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo mijareke kesane nîne, lê mifteya çareseriya bingehîn ya pirsgirêka kurdî ye. Divê yekrêziya kurdî pêk were û kurd axaftina xwe ji çarçoveya pirsgirêkan ber bi çareseriyê ve biguherînin. Divê dostên gelê kurd zexta siyasî û diplomasî li ser dewleta Tirk bikin, ji ber ku çareserkirina pirsgirêka kurdî ne tenê dikeve xizmeta gelê kurd, lê belê dikeve xizmeta hemû gelên herêmê.”
‘Divê mafê hêviyê ji bo Rêber Apo zû bê dayîn’
Parêzer Basil Ebdê da zanîn ku divê mafê hêviyê ji bo Rêber Apo zû were pêkanîn û wiha bi lêv kir: “Mafê hêviyê mafekî qanûnî û mirovayî ye, di pergala işkence û cezayên herî dijwar de ku li ser Rêbertî tê kirin divê hurmeta mafê hêviyê were girtin. 26 sal li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo derbas dibin bê ku sedema rastîn were naskirin û bêyî lêvegereke dadmendwerî çêbibe. Ev yek binpêkirineke ji zagonên Tirkiyê re ye (Zagon tekez dike ku divê desthilata Tirkiyê kesê girtî piştî 25 salan ji girtinê bi sedema dispilîna baş azad bike), ne ku dewleta Tirk peymana Ewropî ya Mafên Mirovan bin pê bike. Derengkirina dayina mafê hêviyê ji bo Rêber Apo rengê dadmendiyê destnîşan nake, lê belê awayê desteserkirina siyasî ya taybet ji siyaseta xwe nîşan dide. Ji rêxistinên Tirkiyê û navneteweyî tê xwestin ku bêdeng nemînin li hemberî tecrîdê, dosiya Rêber Apo bikin weke dosiya siyasî û hiqûqî ya sereke. Divê ew daxwazê bikin ku hevdîtineke lezgîn li girtîgeha Îmralî çêbibe. Piştre jî komîteyeke navnetewî ya serbixwe ji bo rewşa wî ya di bin tecrîdê de bê avakirin û ev komîte daxwaz bike ku mafê hêviyê di zûtirîn dem de were bicihkirin.”