Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCKê Çarşema Sor pîroz kir

15/04/2025
in ROJEV
A A
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

KCKê bi wesîleya Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî peyamek weşand û bi hêviya ku cejn bibe wesîleya demokrasî, azadî, aştî, xwişk û biratiyê li gelê Êzidî û hemû Kurdan pîroz kir.

Di daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê de hate ragihandin ku civaka Êzidî bi gefên cidî û metirsiya qirkirinê re rû bi rû ye û hate gotin, bersiva herî xurt a li hemberî qirkirinê, rêxistiniya bi hişmendiya demokratîk e, têkoşîna di nava yekîtiyê de ye, mayindekirina modela rêveberiya xweser bi avakirina civaka demokratîk e.

KCKê di daxuyaniya xwe de Çarşema Sor li Civaka Êzidî pîroz kir û got, “Em Cejna Çarşema Sor a sala 2025an a mîladî ya civaka me yê Êzidî pîroz dikin. Bi navê tevgerê em cejnê li gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin ku li ser koka xwe jinûve xwe afirand, bi nirxên xwe yên çandî yên qedîm hîn bi xurtî bû yek, hebûna xwe mayinde kir û bi gavê azad paşeroja xwe ava dike. Em vê rojê di heman demê de li Kurdan hemûyan pîroz dikin ên ku vê rojê bi çanda Çarşema Serê Nîsanê pêşwazî dikin, hêvî dikin ku cejn ji bo gelên herêmê bibe wesîleya demokrasî, azadî, aştî, xwişk û biratiyê. Bila ev cejn başiyê ji civaka Êzidî, Kurdan û tevahiya mirovahiyê re bîne.”

KCKê destnîşan kir ku îsal li Şengalê ji ber zexta dewleta Tirk civaka Êzidî di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta Iraqê de amadekariyê ji pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor re dike û wiha domand; “Ji ber vê yekê civaka me yê Êzidî bi gefên gelekî cidî û metirsiya qirkirinê re rû bi rû ye. Li hemberî êrîşên qirkirinê ji bo civaka me ya Êzidî yekane rêya parastina hebûnê, misogerkirina civakîbûnê û biwatekirina hebûnê rêxistiniya bi hişmendiya demokratîk e, têkoşîna di nava  yekîtiyê de ye. Pêwîstî bi wê yekê heye ku Derwêşê Evdî û Edûleyên serdemê bêne afirandin, têkoşîn bi vî rengî were mezinkirin û Êzidî, Êzidatî bi ruhekî xurt bê parastin. Lewma bersiva herî bi wate ya civaka Êzidî ya li hemberî êrîşên qirkirinê ew e ku Civaka Demokratîk ava bike ku paşeroja xwe bi nasnameya xwe ya civakî misoger bike. Her wiha li ser bingeha mayindekirina sîstema Modela Rêveberiya Xweser xurtkirina rêxistiniya xwe ye. Em dixwazin bi bîr bixînin ku eger li Şengalê ‘Avakirina Civaka Demokratîk’ pêk were ev yek wê bandoreke mezin li gelê Başûr bike, sîstema siyasî ya Başûr demokratîk bike û rêveberiyeke zelal û adil biafirîne. Bi vê wesîleyê em bang li gelê xwe yê Başûr dikin ku têkoşîna li Şengalê weke têkoşîna xwe ya demokrasiyê bibîne, xwedî lê derkeve, tevlî bibe û tevkariyê lê bike. Em vê bangê li her kesî dikin ku dixwazin Iraq demokratîk bibe.”

KCKê bi berdewamî wiha got; “Civaka me ya Êzidî ya hêja; Cejna îmanê Çarşema Sor cejna vejînê ye, cejna afirandinê ye. Civaka Êzidî di tevahiya dîrokê de bi rêya têkoşîna xwe, li ser rêya pêkanîna vejîn û avabûna civakî bi pêş ve çû û bi têkoşînê xwe gihand vê astê. Dema heyî ew dem e ku Cejna Çarşema Sor li gorî ruh û baweriya xwe bibe wesîleya vejîn û afirîneriyên nû. Bi taybetî têkoşîna li Şengalê tê meşandin, nirxên hatin afirandin û destketiyên gel li her devera cîhanê bûn hêvî ji Êzidiyan re û kir ku berê xwe bidin hebûna bi kokên xwe. Pêşketinên di nava deh salan de hatin afirandin, di pratîkê de raxistin pêş çavan ku dema civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd xwe bi hişmendiya Apoyî bi rêxistin bike û têbikoşe, wê hemû zor û zehmetiyan ji pêşiya xwe rake. Kevneşopiya berxwedanê ya li hemberî êrîşên qirkirinê hate mezinkirin, ispata wê yekê ye ku nîşan dide, bê nirxên exlaqî yên civakî çiqasî xurt e û nayê hejandin. Lewma encamên ku têkoşîna Kurdan bi taybetî jî gelê me yê Êzidî ku nîşaneya rojanebûyîna exlaqê civakî ye, coş û kelecana Cejna Çarşema Sor a 2025an hîn mezin kir.”

Bi berdewamî ev tişt hatin gotin; “Em bang dikin ku weke gel jî Cejna Çarşema Sor bike wesîleya fêhmkirina rast a pêvajoya heyî. Em dixwazin bi bîr bixînin ku pêwîstiya vê serdemê ye ku alîkarî, piştevanî û parvekirinê veguherînin rêxistiniyeke hîn xurt û mezin ku çanda gelê me yê qedîm e. Weke civak em parastina nirxên xwe yên exlaqî, xurtkirina cîrantî, xizmbûyîn û dostaniyên weke pêwîstiya pêşwazîkirina bi yekîtiyê ya serdema têkoşînê ya zehmet dibînin. Em bang dikin ku van nirxên civakî li ser xeta welatparêziyê û bi hişmendiya Apoyî mezin bikin, rêxistiniya neteweya demokratîk û karê avakirina civaka demokratîk bidin destpêkirin, zemîna vê yekê ava bikin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de KCKê ev tişt anî ziman; “Em dixwazin bi bîra civaka xwe yê Êzidî bixin ku li hemberî xeteriyên gengaz ên dema bê xweparastinê xurt bike. Em li bendê ne ku li hemberî noker û xayinan bi berpirsyarî tevbigere û li ser xeta welatparêziyê tevbigere. Em destnîşan dikin ku oldarên Êzidî divê di vê mijarê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabin. Em di wê baweriyê de ne ku Êzidî wê bi xurtkirina yekîtiya xwe ya navxweyî li hemberî êrîşên qirkirinê, zextên qirêj û şerê taybet, wê di têkoşînê de bi xurtî erk û wezîfeya xwe bi cih bîne. Bi vê bîr û baweriyê em careke din cejna wan pîroz dikin. Bi van hest û vî fikrî em cejna gelê me yê Êzidî careke din pîroz dikin, şehîdên xwe yên qehreman ên ku kirin em karibin vê cejnê bi coş û kelecaneke mezin pîroz bikin di şexsê Birnevş, Xanê, Mam Zekî Şengalî, Dijwar Feqîr û Zerdeştan de careke din bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku doza Demokrasî û Azadiyê bi ser bixînin ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirin.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.