Dîlan Mulhim\Qamişlo
Endama Yekîtiya Êzîdiyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gul Cehfer û yek ji Şêxê Êzîdiyan Zinar Cefher diyarkirin ku ew cejina çarşema sor li Rêber Apo û tevahiya gelê kurd pîroz dikin û wiha gotin: “Em bi hêvî ne ku cejina îsal bibe sale aşîtî û aramiyê li tevahiya cîhanê, herwiha em ê cejina çarşema îsal bikin cejna azadiya Rêber Apo.
Cejina Çarşema Sor cejina herî mezin e di nav civaka Êzîdî de, herwiha Civaka Êzîdî bi hezarên sala ve cejinê pîroz dikin. Ev cejin her sal di çarşema serê Nîsanê de tê pîrozkirin. Li gorî ola Êzîdîyan di çarşema beriya meha Nîsanê de heyînên zindî jî gerdûn hatine avakirin. Di baweriya êzîdiyan de Çarşema Sor çar cejinan bi hev re dike yek. Yekemîn cejin dema gerdûn çêbûye û teqiyayî û ji çar hêmanan pêk hatiye av, ax, ba û agir.
Di derbarê Cejina Çarşema Sor de endama Yekîtiya Êzîdiyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gul Cehfer û Yek ji Şêxê Êzîdiyan Zinar Cehfer ji Rojnameya me re axivîn.
‘Di meha Nîsanê de xweza xwe nû dike’
Gul Cehfer eşker kir ku ew cejina Çarşema Sor li tevahiya gelê kurd û şehîdên azadiyê pîrozdikin û wiha got: “ Çarşema sor xwedî wateyeke dîrokî û kevnare ye. Dema ku Tawisê Melek roja çarşemê dakete erdê cihê herî pîroz Laleşa Nûranî bû. Ji ber vê yekê em rojê pîroz dibînin û dema ku em duhayan dikin berê xwe didin rojê û bi derketina tîrêjên rojê erd û deriya ji hev cuda bû. Di baweriya me de, di miha Nîsanê de xweza xwe nû dike û hêk çêdibin. Ji ber vê jî hêk di baweriya me de gelekî girîng e. Di vê rojê de em 12 hêkan dikelînin û her 3 hêkan bi rengê demsalekê dixemilînin. Di heman demê de hêk di baweriya me de sembola erdê, avabûn û vejîna jiyanê ye. Divê miha pîroz de çênabe ku cotkar erdê bikolin ji ber ku di hundirê erdê de lawrinên ku ji erdê sûd digrin hene.”
‘Bi saya netewa dîmokrat civaka Êzîdî xwe birêxistin kir’
Gul Cehfer daxuyakirin ku Civaka Êzîdî bi saya ramanê Rêber Apo û projeya netewa dîmokrat xwe birêxistin kir wiha pê de çû: ” Bi saya fikir û ramanê Rêber Apo û projeya netewa dîmokrat civaka Êzîdî cihê xwe di hundirê xweseriyê de girt û ev cara yekemîne di nava xweseriya dîmokratîk de pejirandina civaka Êzîdî hate kirin û gotin ola Êzîdî oleke serbixweye. Rêber Apo ev gelek carane ku ji civaka êzîdî re nameyan dişîne û îsal jî nameyek ji civaka êzîdîer rêkir, helbet ev nameya Rêber Apo hêz û coşeke mezin da civaka êzîdî. Di heman demê de ruxmî hemû fermanên ku hatine serê me lê em cejina xwe her sal pîrozdikin û em ê cejina îsal bikin cejna azadiya Rêberê Apo.”
Endama Yekîtiya Êzîdiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gul Cehfer axftina xwe wiha bi dawî kir: ” Em bi hêvî ne ev cejina îsal bibe cejina aşitî û aramiyê li tevahiya cîhanê .”
‘Roja Çarşema Sor afirandina gerdûnê ye’
Zinar Cehfer anî ziman ku ew di destpêkê de cejina Çarşema Sor li Rêber Apo û tevahiya gelê kurd pîrozdikin û wiha got: “Weke tê zanîn cejina çarşema Sor sersala civaka Êzîdiyan ne, herwiha weke roja afrandina cîhanê ye. Dema ku erd hate avakirin civaka Êzîdî hate avakirin û baweriya me bi yek xwedayî tê. Girîniya Çarşema Sor li cem me girîngiya razîbûna dê û bava ne û sembola vê cejinê jî hêke, ji ber ku hêk di teşeya erdê de ye. Miha Nîsanê û bi taybet di destpêka heftiya pêşî de gulên curî ve dibin û gelên Êzîdî wan gulan kom dikin bi heriyê dikin, li pêşiya deriyê malên xwe ve dikin û ev yek nîşan dide ku ev mal êzîdî ye. Di heman demê de roja cejina Çarçema Sor li cem civaka Êzîdî cihê kêfxweşiyê ye û li her cihê ku Êzîdî jiyan dikin cejina çarşema sor weke cejina Newrozê tê pîrozkirin.”
‘Cihê me yê herî pîroz parazgeha Laleşa Nûranî ye’
Zinar Cehfer da zanîn ku Cejina Çarşema Sor li Parazgeha Laleşa Nûranî tê pîrozkirin û wiha berdewam kir: “Cihê me yê herî pîroz laleşa rûraniye û em cejina xwe li wî cihî pîrozdikin, herwiha li parezgeha Laleşê di danên êvarî de em agir pêdixin, li kolanan mûmên ji zeyta zeytûnan jî pêdixin. Di vê rojê de xweda xwîn rijandiye laş û goşt li ser wî temam bû ye, xwîn di laşê wî de herikî û jiyan li ser gerestêrka cîhanê vejiyaye. Di heman demê de ciwanên me jî li qadê agir gur dikin û xwe ser re davêjin û di ola me de agir tiştekî pîroz e ji ber ku nîşaneya ronahiyê û xelasiya ji reşiyê ye.”
Yek ji şêxê Êzîdiyan Zinar Cehfer axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Em bi hêvî ne ku cejina çarşema îsal bibe cejna aşitî û azadiya Rêber Apo.”