Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kampaniya alîkariyê ya heyva Sor a kurd  

13/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kampaniya alîkariyê ya heyva Sor a kurd  
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\ Qamişlo

Rêvebera Ofîsa jin a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl diyar kir ku karwanê alîkariyê yê Heyva Sor a kurd a duyemîn ji 15’ Kemyonan pêktê û têde 13 hezar û 500 pakêtin xwarinê û 2 hezar amûrên paqijiyê jî hene.

Heyva Sor a Kurd duyemîn kampaniya alîkariyê ji bo deverên berava Sûriyê rê kir, herwiha ew kampaniya ji 15 hezar kemyonan pêk tê. Heyva Sor a kurd ev cara duyemîne ku alîkariyan ji bo beravên Sûriyê rê dike û bi armanca destek û alîkariyên civaka Elewî. Ev kampaniya duyemîn 12’ê Nîsanê ji bajarê Tebqa bi rê ket, lê ji aliyê hikumeta Şamê ve hate rawestandin. Girêdayî vê mijarê Rêvebera Ofîsa jin a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl ji Rojnameya me re axivî.

Şêrîn Xelîl da zanîn ku karwanên Heyva Sor a kurd a duyemîn ji 15’ kemyonan pêktê û got: ” Kampaniya duyemîn a alîkariyên mirovî ji bo beravên Sûriyê ji 15’ kemyonan pêktê, herwiha di wan kemyonan de 13 hezar û 500 pakêtên xwarinê û 2 hezar amûrên paqijiyê hene, di heman demê de gelên ku li berava Sûriyê jiyan dikin rewşa wan gelek xirabe û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye. Ji ber ku heta roja îro rastî komkujiyan tên bi hinceta ku girêdayî rejîama Baas in. Me xwest ku alîkariyên mirovî ji bo gelên berava Sûriyê jiyan dikin rêkin, ji ber ku şandina alîkariyan erkekî mirovî ye.”

Şêrîn Xelîl anî ziman ku tevî hemû zehmetiyên li herêmê heyva Sor a kurd destek de civaka Elewî û wiha berdewam kir:”Weke Heyva Sor a Kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo gelên Sûriyê zirar dîtine, erkê berpirsyartiyê digire ser milê xwe, ev yek jî ruxmî hemû astengiyên ku derdikevin li pêşberî me. Desthilata Şamê di kampaniya destpêkê de nehişt ku logoya Heyva Sor a Kurd ku li ser balhilgiran bû bimîne û got ku divê were rakirin heya ku destûr were dayîn ku derbasbe. Lê em bi hêvîne ku ev kampaniya me ya duyemîn bê astengî derbasî beravên Sûriyê bibe.”Rêvebera Ofîsa jin a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji tevahiya rêxistinên mirovî re heye ku bi gelên berava Sûriyê re bibin alîkar û piştgiriya wan bikin, bi taybet jî kesên ku zirar dîtine.”

Post Views: 138
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.