Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo hêrsa xwe li hemberî komkujiyên li ser Elewiyan anî ziman

13/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Rêber Apo hêrsa xwe li hemberî komkujiyên li ser Elewiyan anî ziman
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Weşûkanî

Careke din ji her kesî re hate îsbat kirin ku Rêber Apo, ji gelê Kurd re ciyê bîr, bawerî û hêviya jiyana azade û weke ku; çawa gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê weke volqaneke, sincirî di 27 sibatê de li her deverê pijiqîn û gotin ku em tev bi Rêber Apo rene û heyanî mirinê jî emê pêrebin. Gelê Kurd bi kelecan û coşeke mezin li her deverê bi riya T. V ê guhdarî hevdîtina Rêber Apo a ku bi Mehmet Ocalan û kurê, wî Omer re kirin. Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 31 adarê de,  qala kesayeta xwe ya sosyalist(Civakî) kiriye û gotiye ku, ji zarokatiya xwe de her ez xwedî kesayeteke civakî bûm û min her zarok; li derûdora xwe di civandin û dibirin qûntara çiyan de û min ji, wan re niçîrvanî dikir û bala wan dikişand ser xwe.

Û her wiha min zarokên gund li derûdora xwe, kom dikirin û wan jî weke serkêşê xwe li min temaşe dikirin. Bi wan taybetmendiyên xwe min her bala zarokan, dikişande ser xwe û ez jî kêfxweş dibûm ji wê kombûna zarokan. Rêber Apo qala pîrozbahiyên Newrozê kir û got ku, helwesta gel a Newroza îsal gelekî xurt bû ye û cejna her; kesî pîroz kir û got ku tevahî gelan Newroza gelê Kurd, pîroz kir û bi zimanê Kurdî. Cardin Rêber Apo kelecana gel û siloxanên wan nirxand û got ku, diyare ku hêviya wan pir mezine û ez jî cejna, wan pîroz dikim û dibêjim: Ez hêviyê wan bi wate û erênî dibînim û ez jî dibêjim, ku ez di tekoşîna xwe berdewam kirinê de bibiryarim. Rêber Apo qala kuştina xelkên Elewî û Duruz, kiriye û wiha gotiye: Hêzên ku hema zarok, jin û her kî dikeve pêşiya wan de dikujin tekez çeteyên DAÎŞ ê ne.

Û gerek were zanîn ku ew hêzeke çeteye û gerek xelkên, Elewî û Duruz xwe bi rêxistin bikin û fikirên wan red bikin û em jî van nirxandinên; Rêber Apo ên zêrîn ji bo xwe di pileya perspektîfa sereke dibînin. Û gerek xelkên Suryeyê tevahî Elewî, Duruz, Kurd, Suryan, Ermen û her netew û kêm netewa; heyî baldarbe û xwe birêxistin bikin naxwe wê têkbiçin, li ber qefla cîhadîstan. Rêber Apo ji me zêdetir me di şopîne û ji kêmasiyên, me hêrs dibe û hewildide ku bi nirxandinên xwe; yên giring me ji nava lawazî û xemsariyê rizgar bike. Rêber Abdullah Ocalan qala kuştina Elewiyên Nuseyrî û Duruzan dike û dibêje: gerek weke Kurdan xwe birêxistin bikin û yekparebin, ji bo ku xwe biparêzin. Û careke din jî Rêber Apo berê xwe daye Omer û gotiye ku, hun têkevin nava gel û wan bi rêxistin bikin û gerek hun sosyalist bin.

Dibe ku hinek bêjin sosyalistbûn çi ye û çima Rêber Apo, ewqasî qala sosyailzmê dike? Rêber Apo her têgeha ku bikar tîne jî bi berfirehî, vedike û dibêje sosyalizim ewe ku mirov xwezayî be û bi mirovên; derûdora xwe re wekhev jiyan bike û bê mal û payebilindî jî, jiyan bike û beriya niha jî qala kesayeta xwe ya sosyalist kiribûye. Rêber Apo di hevdîtina xwe ya ku di 23 cotmeha sala 2024 an de li gel biraziyê xwe; Omer Ocalan de qala kesayeta xwe dike û wiha dibêje: Ez li vir weke sosyalistekî jiyan dikim û dibêje, jiyan bê peyebilindî û beran jî têye jîn. Rêber Apo her qala jiyana komî û civakî dike û her tekoşîn kiriye ku, mêrên ferdperest bîne jiyana komî û civakî û dibêje; gerek were zanîn ku jin cewhera jiyana sosyaliste û gotiye ku, mêrê ku sosyalist nebe desthilatdare û bermaya pergala bavik salare.

Biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan qala tendurustiya, Rêber Apo kiriye û gotiye ku rewşa Rêbertî a tendurustî; li gorî wêneyên 27 ê heyva sibatê rewşa xwe hîn baştir bûye. Lê rastiya heyî jî ewe ku Rêber Apo, kete 76 saliya xwe de û 26 salin ku di quşulê zindanê yê; nebaş de jiyan dike û ev jî dibe sedem ku rewşa xwe, ya tendurustî baş nebe û gerek yekser ciyê wî were guhertin. Û gerek derfetên wî ên jiyanî werin guhertin û gerek, çend heval derbasî ciyê wî bibin û di hêla nivîsê de pêre hevkarbin; ji bo ku karibe pêdiviyên bangewaziyê pêkbîne. Lê mixabin hîna jî dewleta Tirk weke berê nêzî Rêberê gelê Kurd, Abdullah Ocalan dibe û wiha nêzîkatî raberdikin ku gelê Kurd li wan têkeve; gumanan de û hêviya xwe hew bi dewleta Tirk û rayedarên wan werin.

Bi rastî ger ku rêvebir û fermandarên Partiya Karkirên Kurdistanê, PKK ê bi dewleta Tirk neyê jî mafdarin ji ber ku; kiryarên dewleta Tirk û êrîşên wan ên li çiyayên Kurdistanê, hîna jî berdewam dikin û ji berê hîn zêdetir jî êrîşdikin û teknîk; bikartînin û ev jî dibe firset nirxandin û ev jî pîvanên der mirovîne û gerek dewleta Tirk û rayedarên xwe, yekser van kiryarên xwe berdin û fermî nêzî çareseriyê bibin. Di vê mijarê de careke din Rêber Apo dibêje: Ez careke din ji were dibêjim hun jî weke sosyalistan bin û xwe bikin yek. Û di dawiyê de jî Rêber Apo qala yekitiya gelan kiriye û gotiye ku silavên min, ji her kesî re bibêjin û bi dawî kiriye. Bi rastî dema ku ez li ser xisletên Rêber Apo  ên sosyalist dihizirim, ez gelekî hêrs dibim û dibêjim: Gelo di nava van 26 salan de Rêber Apo bi tenê jiyan kirin çiqasî tengasî jiyan kiriye?

Û ez dibêjim gerek weke tevgera azadiyê û gelê Kurd û dost û hevalên, Rêber Apo gerek em di 24 katjimêran de tekoşîn bikin; ji bo ku em Rêberê xwe ji wê dojehê rizgar bikin. Ji xwe Rêber Apo jî divê mijarê de wiha peyivîye û gotiye ku, dem hatiye ku dawî li şer û gengeşeyên dijwar were; lê mixabin hîna jî hene kesên ku xwe li ser şer didin jiyan kirin. Û tişta herî giring jî ewe ku gerek kesayeta Rêber Apo, pir baş were naskirin. Rêber Apo ji zarokatiya xwe de her dijberî şer û kuştinê, bûye û weke ku têye zanîn ji derveyî wêne kişandinê; qet çek negirtiye destê xwe û pêl moriyekê jî nekiriye. Lê faşistan her wiha Rêber Apo weke kujerê zarokan, dane nîşandan û her wî reş kirine ku; gelê Tirk hîna jî baweriya xwe bi Rêber Apo nanîne.

Gerek em bi gelê Tirk jî bidin famkirin ku Abdullah Ocalan, mirovekî aşîtî xwaze û qet ji şer heznake; lê ji bo mafê gelê xwe û parastina wan şerê çekdarî daye meşandin û li kêleka, wî şer jî bi dehê caran şer daye rawestandin û bangewaziya lihevhatin û çareseriya aşîtiyane kiriye. Lê mixabin serok û rayedarên dewleta Tirk qet nerm nebûne û her bi, hişkî bersiv dane û xwestine ku Kurdan; bixapînin û weke netew Kurdan têkbibin. Û herî dawiyê jî Rêber Apo careke din di hevdîtina, xwe ya 31, ê adarê de balkişandiye ser îsrara xwe ya ji bo çareseriya aşîtiyane û civaka demokratîk. Û gotiye ku ez bi biryarim ku pêvajoyê heyanî dawiyê bibim. Carin Rêber Apo ji bo lidarxistina Kongra PKK ê, jî wiha dibêje: Ger ku şert û merc guncav be ji xwe gerek ez jî, beşdarî kogrê bibim.

Û tişte herî rast jî ewe ku Rêber Apo beşdarî kongra PKK ê, bibe ji ber ku partî berhema ked û tekoşîna Rêber Apo bi xweye. Di nerîna min de gerek dewleta Tirk û hukumeta wê, erka xwe ya hukukî û piratîkî pêkbînin û wê ya herî rast jî ew be. Û baweriya gelê Kurd jî bi Rêber Apo heye û dem hatiye ku gavên piratîkî û hukukî werin avêtin.

Post Views: 84
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.