Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêveberê Yekîneya Şêwermendiya Ewlehî û Parastina Rojnamevanan Ehmed Mihemed wiha got: “Ji ber şert û mercên zehmet ku rojnamevan tê de derbas dibin weke Raghandina Azad me Yekîneya Parastina Rojnamevanan ava kir, em ê ji bo piştgiriya tevahî rojnamevanên li ser xaka Sûriyê xebat dikin, kar bikin.”
Bi armanca parastin û piştgiriya rojnamevanan, di 13’ê Meha Adara 2025’an de Yekîneya Şêwermendiya Ewlehî û Parastina Rojnamevanan ji hêla Raghandin Azad ve hate raghandin.
‘Ji bo piştgriya rojnamevanan yekîne hate avakirin’
Girêdayî vê mijarê Rêvebrê Yekîneya Şêwermendiya Ewlehî û Parastina Rojnamevanan Ehmed Mihemed ji rojnameya me re axivî.
Ehmed Mihemed diyar kir ku ji ber şert û mercên ku rojnamevan tê de derbas dibin, Ragihandina Azad pêwistî dît ku Yekîneya Parastina Rojnamevanan bê avakirin û wiha berdewam kir: “Di encama rewşa şerê ku Sûriyê tê de derbas dibe, rojnamevan rastî gelek metirsî û xeteriyan tên. Nexasim piştî rûxandina rêjîma Baasê û hatina HTŞ’ê li desthilata nû gelek gef li ser rojnamevanan têne kirin. Rojnamevanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin xwe bighînin herêmên dîtir yên Sûriyê, lê metirsî li ser jiyana wan heye, nemaze di dema dawî de ji ber êrişên dewleta Tirk du hevalên me yên rojnamevan di dema şopandina şer de jiyan xwe ji dest dan, ji ber vê yekê pêwîst bû ku Yekîneya Parastina Rojnamevanan bê avakirin da ku piştgiriyê ji tevahiya rojnamevanan re pêşkêş bikin.”
‘Tevahî xebatkarên raghandina azad cihê xwe tê de digrin’
Ehmed Mihemed wiha pê de çû: “Hejmara endamên girêdayî yekîneyê ne diyar e, hemû endam û xebatkarên Raghandina Azad cihê xwe di nav de digrin. Her rojnamevanek rastî metirsî û xeteriyê bê di riya vê yekîniyê kare xwe bighîne endamên dîtir ên Raghandina Azad da ku pirsgirêka xwe bîne ziman û çareserî bê kirin. Bi giştî endamên Raghandina Azad û rojnamevên dîtir di herêmên Sûriyê yên din yên karê rojnamevantiyê didin meşandin karin xwe weke endamên yekîniyê bibînin.”
Ehmed Mihemed destnîşan kir ku yekîne bi hevkariya şêwirmendê ewlekarî yê Misrê Ehmed El-Amîd, pisporê birêvebirina metirsiyan, (Yekîneya Şêwira Ewlekariyê û Parastina ji metirsiyan) hate avakirin.
Aliyê qanûnî
Ehmed Mihemed wiha berdewam kir: “Raghandina Azad beşa qanûnî di riya dadgeh, saziyên fermî yên Rêverberiya Xweser û deshilata Şamê re têkiliyan dike, da ku gef, doz, daxwazên rojnamevanan û metirsiya li ser jiyana wan pêk tê bidawî bikin û bi her awayî bên parasitin.”
Kar û xebat
Ehmed Mihemed derbarê kar û xebatên yekîneyê wiha anî ziman: “Weke rêveberî li her parêzgeheke Sûriyê rojnamevaneke cihê xwe di nava rêvebriyê digre. Di nava 24 saetan de têkiliyên me berdewam in, rojane bi rêveberên herêman tê kirin da ku nas bikin çi li wan deveran diqewime, tekmîlên rojane, heftane û civînên mehane têne çêkirin. Li kêleka kar û barên yekîneyê di parastina rojnamevanan, perwerde û semîner di riya hineke belgeseran bi rojnamevanan re di dema pêş de wê bên li dar xistin, weke hişyarkirina ku çawa di qada şer de liv û tevgerê bikin, çawa karibin xwe biparêzin, têkiliyên xwe bikin da ku bighêjin qada şer û alîkariyê ji aliyê peywendîdar bixwazin. Wekî kar û xebatên dîtir ku hatiye meşand em têkilî bi saziyên desthilata Şamê re berfireh dikin ku çawa rojnamevanan bi giştî di hundirê Sûriyê de biparêzin.”
Çawaniya xwe gihandina yekîneyê
Ji bo peydakirina rêgezên ragihandinê yên ewledar ên ku şopandin û rênîşandan tê de têne peyda kirin, bi riya e-nameya yekîneyê ([email protected]), tîma yekîneyê bersivê dide.
Yekîne herwiha pêwendiya acîl bi rêya telefonê li ser (+963 934372067) peyda dike, ku ji bo rewşên awarte yên ku tê de hewcedariya rojnamevanan bi alîkariya bilez heye, dema ku rojnamevan rastî birîndarbûn, dorpêçkirin, gefa rasterast a kuştinê, armancgirtin, an hewildanên kuştinê tên, li gorî derfetan riya parastinê ji wan re peyda dike. Tê de tedbîrên bilez ji bo misogerkirina derxistina rojnamevan û xebatkarên saziyên ragihandinê ji xeleka armancgirtin û metirsiyê.”