Hêvî Keleş/ Qamişlo
Welatiyên bajarê Qamişlo anîn ziman ku azadiya fîzîkî a Rêber Apo azadiya tevahî mirovahiyê ye û wiha gotin: “Heta ku Rêber Apo azad nebe, wê tu çareserî di Rojhilata Navîn de çênebe.”
Bi salên dûr û dirêj Rêber Apo li girava îmraliyê bi pergala îşkence û qirkirinê rû bi rû ye. Tevî ku di çarçoveya meşandina pêvajoya Aşitî û Demokrasiyê de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir. Lê dewleta Tirk a dagirker tu gavên berbiçav navêtin û tecrîd an pergala îşkence û qirkirinê li hember Rêber Apo û gelê kurd berdewam dike.
Derbarê pergala tecrîd û îşkence ku li ser Rêber Apo tê meşandin welatiyên bajarê Qamişlo ji Rojnameya me re axivîn.
‘Em ê têkoşîn bikin heta Banga aşitiyê bikin pratîkî’
Welatiya bi navê Cewahir Osman da zanîn ku tevî Rêber Apo banga aşitiyê kir lê hîn tecrîda ku li ser tê kirin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve berdewame û wiha got: “Ji bo bangewaziya Rêber Apo a aşitiyê, dewleta Tirk hîn tu gavên cidî navêtine û tecrîda li ser Rêberê gelê kurd Abdulah Ocelan berdewame. Ew hukmê hêviyê yê ku gereke Rêber Apo bigire ji bo ku fîzîkî azad bibe, ew jî hîna tu biryar ji bona wê nedane, herwiha xwe bê agahî dikin û dewleta Tirk hîn jî dixwaze ku dijitiya di navbera Kurd û Tirkan de berdewam bike. Ji bo ev tecrîda li ser Rêber Apo tê kirin me soza xwe daye ji berê de û heta niha ku em ê heta dawiyê xeta Rêbertî biparêzin û xeta aşitî û demokratiyê jî biparêzin, herwiha têkoşînê bikin heta ku banga aşitiyê bikin pratîkî li ser rûyê erdê ji bo Rojhilata Navîn û ji bo giştî cîhanê û azadiy Rêbertî bibînin.”
‘Dewleta Tirk aştiyê red dike’
Welatiyê bi navê Dilbirîn Ferho jî anî ziman ku Rêber Apo banga aşitiyê dike lê dewleta Tirk hîn jî aştiyê qebûl nake û wiha anî ser ziman: “Tecrîda dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Apo berdewame û ev dibe sedema nerazîbûna gelê kurd, ji ber dewleta Tirk dagirkirina xwe li ser kurdan berdewam dike û aşitiyê pêk nayine. Dewleta Tirk israra tunebûna kurdan dike, lê heta dawiyê wek gel piştgiriya Rêber Apo dikin û hêvî dikin ku serkeftin ya me ye ji ber em xwedî heqin û hêviya me ew e ku dawiya diktatoriya Tirk bê.”
‘Daxwaza gelê kurd aştî ye’
Welatiyê bi navê Hecî Ferhan diyar kir ku fikir û felsefeya gelê kurd a aşitiyê ye û wiha got: “Em ê heta dawiyê piştgiriya banga rêbertî bikin. Em dibînin ku dewleta Tirk piştî banga Rêber Apo îçkence û tecrîd zêde kiriye, herwiha êrişên xwe li ser çiyayên azad zêde kiriye û li ser pira Qeroqozaxê jî hîna êrişên li ser berdewame. Tiştekî girêdayî aşitiyê li dora dewleta Tirk xuya nake em dibînin her û her êrişên xwe li kurdan zêde dike. Em ê hertim li ser piyabin heta ku rêberê xwe fîzîkî azad bikin.”