Esma Mistefa/Qamişlo
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Reşîd Ehmed da zanîn ku Tirkiyê li hember projeyên çareseriyê di Sûriyê de dibe asteng û got: “Heta çareserî di Sûriyê de pêkan be, pêwîst e destwerdana Tirkiyê bidawî bibe û lihevkirinên hêzên navxweyî pêş bikevin”.
Bi guharînên bingehîn ên ku di giştî Sûriyê de hatine çêkirin, rewş bi tevahî derbasî qonaxeke nû bû. Lê belê destwerdanên Tirkiyê û astengiyên ku li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê derdixîne, nehatine rawestandin.
Girêdayî vê mijarê Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Reşîd Ehmed bersiva pirsên rojnameya me dan.
Piştî hatina HTŞ’ê li ser desthilatdariya Sûriyê û guhartinên pêk hatin jî, Tirkiyê hê jî axa Sûriyê dagir dike, her wiha daxwazên avakirina bargehên leşkerî û xebatên istixbaratî hê berdewam in. Gelo siyasetekî çawa tê meşandin?
Di sedsaliya derbasbûyî de gelek lihevkirinên li ser Rojhilata Navîn pêş ketin, da ku çawa Rojhilata Navîn bikin navenda pevçûn û qeyranan, peymanên herî balkêş jî peymana Sayks bîko 1916’an û a Lozanê 1923’an. Her du peyman di dîzayînkirina Rojhilata Navîn de cihê gerî girîng lîstin. Îro di 2025’an de ku tam sed sal li ser vê peymanê re derbas dibe ev hevpeyman temam dibin û Rojhilata Navîn anîn rewşa wê ya heyî. Herwiha guhartinên ku niha piştî 13 salan li ser aloziya Sûriyê re derbas dibe çêbûne û hatina HTŞ’ê; encama van siyasetan e. Li ser vê esasî HTŞ’ê ne ji xwe berê weke tiştekî ji rêzê hate ser serweriya Şamê. dibe ku gelek hêzan jî lîstok û xepandinên mezin jî çêkirin. Mînak Rûsiye dewletekî gerentor e di Sûriyê de û bi Emerîka re di nava têkiliyan de ne û di cvîna ku li Urdinê di 2019’an de di navbera Emerîka, Rûsiya û Îsrayîlê de, li wir nexçeya Sûriyê û a Rojhilata Navîn hat xêzkirin.
Dema gihîştina HTŞ’ê ser serweriyê, êdî Sûriyê bû navenda lihevkirinanên nû. Li hember kiryar û rewşa ku di Sûriyê de dihate jiyankirin her wiha guhartinên ku hatine kirin; tu dewletên Sûriyê bertek nîşan nedan. Helbet wê Tirkiyê bargehên xwe yên leşkerî û xebatên xwe yên istixbaratî pêk bîne. Ji ber tu dewlet li hember Tiriyê bertek nîşan neda ji bilî Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Tişta ku niha di Sûriyê de diqewime, xebatekî îstixbaratî di asta herî jor de ye, her wiha rêveberiya nû lawaz e, rêveberiya Xweser û pirojeya wê a çareseriyê di gelek aliyan de şer dike yek hebûna xeteriya DAÎŞ’ê re rûbirû ye, di aliyê din de pirisgirêkên aborî a ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve derdikevin. Rûxmî her tiştî jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê karî ji giştî Sûriyê re pirojeya çareseriyê pêşkêş bike û herêmên xwe biparêz e.
Bi hemdemiya rêkeftinên ji bo vegera bi ewle a koçberan, Tikriyê li pêşiya vê yekê dibe asteng. armanc ji vê yekê çiye û hûn rewşa heyî a Tirkiyê çawa dinirxînin?
Tirkiyê li pêşiya pêşketin û çareserkirina aloziya Sûriyê bûye asteng. Bi taybet Rêveberiya Xweser li pêşiya çavên hêzên herêmî û navnetewî karî ev yek îsbatbikira. Dewlet û hêzên navnetewî jî di wê zanebûnê de ku tirkiyê di dirêjkirina alozî, pevçûn û şerê di soûriyê de dibe destek.
Di guhartin û pêşveçûnên ku demên dzawiyê de hatine pêşketin de jî, ji raye giştî re hat xuyakirin ku Rêveberiya Xweser û hikumeta nû dikare di gelek aliyan de bigihînin hev ûû bibin hêza çareseriyê. Bi tayebt hevpeymanên ku di dawiyê de hatine pêkanîn ev yek îsbat kir û li pêşiya gelek leystûkan girt. Ji gavên destpêkê jî da ku em li pêşiya siyaseta înkar û qirkirinê û guhartina demografîk bgrin, ew jî vegerandina bi ewle a koçberan li herêmên xwe. Ku em dixwazin Sûriyê êdî vegera rewşa xwe a normal.
Lê belê li hember vê yekê jî Tirkiyê bi her rengî dibe asteng. Tirkiyê niha aloziyên cidî ên aborî, civakî, siyasî, leşkerî jiyan dike, her wiha nerazîbûnên ku di hundir hikumetê de derdikevin pêş. di aliyê din gelek pilan di navbera Tirkiyê û welatên mîna Îran û Îsrayîlê de hene ku muhtemele ku bigihînin asta pevçûnê. Çawa ku Îsrayîl gelek cih û bargehên di Sûriyê de hedefgirtin, ev yek jî teqez dike ku êdî siyaseta Tirkiyê di Sûriyê de nayê qebûlkirin. ji ber wê jî êdî Tirkiyê ber bi dawîbûnê ve diçe, ji lewra wî hemû hewildanên xwe bike ku nefetise. Ziyareta herî dawî a Hekan Fîdan ji E,erîkayê re eşkere jê re gotin biçin û biaqil rûnin destê xwe ji Sûriyê berdin. Her çiqas ev yek hatibe veşartin jî lê ya rast ev bû.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî ên di Sûriyê de her wiha da ku Sûriye bigihîne rewşeke îstîqrarê. dive pirûje û gavên çawa di nava hêzên di Sûriyê de bêne avêtin?
Ji vir û pê ve da ku em bigihînin çareseriyekî bingehî ji bo hemû gelên Sûriyê û pêşeroja wê divê gavên aştî û lihevkirinê di hundir Sûriyê de bêne avêtin. Ev bar jî hêzên QSD- MSD rakirine ser xwe û ji hemû lihevkirinan re vekirî ne. Ger lihevkirin û pirojeyekî çareseriyê guncav neyê pêşxistin; ne gengeze ku birînên Sûriyê bêne pêçandin.
Divê di vî alî de rola hêz û dewletên navnetewî derkeve da ku çareseriyeke navxweyî di nava aliyên di Sûriyê de bê pêşxistin. Her çiqas di aliyê îdeolojîk û cewher de Rêveberiya Xweser û hikumeta nû ji hev dur bin jî, lê ger me karî em bi hev re li ser masê rûnin û bi hev re hin çaresiyan pêş bixînin, ev tê wateya ku di pêşeroja Sûriyê de her du jî dikarin gavên firehtir ji bo hemû gelên Sûriyê bavêjin. Gelê Sûriyê hêjayî jiyaneke aram û aşîtyane ye ji lewra wê armanca me jî peydakirina çareseriyê be.
Gelê Kurd bi pirojeya xwe a aştî û demokrasiyê di guhartina dengeyên sedsaliya pêşberî Rojhilata Navîn de xwedî rolin. Ji ber gelê Kurd di sedsala nû de êdî siyasetên durketin, tunekirin û qirkirinê qebûl nakin.