Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hevpeymana Civakî dikare bibe bingehek ji bo destûra Sûriyê’

12/04/2025
in NÛÇE
A A
‘Hevpeymana Civakî dikare bibe bingehek ji bo destûra Sûriyê’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Lêkolîner Lezgîn Ibrahîm tekez kir ku li şûna Reşnivîsa Destûrî, Hevpeymana Civakî dikare bibe bingehek ji bo destûra nû ya Sûriyê û got, “Divê gelên Sûriyê li hev bicivin da ku sîstemeke hevbeş û demokras ava bikin û mafê bi dest bixin.”

Hevpeymana Civakî li ser bingeha dadmendî, wekhevî, demmokrasî û çareserkirina kirîza Sûriyê di 12’ê Berfanbara 2023’an de ji aliyê Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi hevpeyman ji 134 madeyên girîng hat sazkirin. Ev hevpeyman bû hêviyek ji bo gelên Sûriyê, lê bi ruxandina rêjma Beesê û hatin desthilata Şamê ya nû, hem jî derketina Reşnivîsa Destûra Sûriyê di 13’ê Adarê de hêviyên gelên Sûriyê ji bo demokrasiyê pûç kirin.

Têkildarî Reşnivîsa Destûrî û Hevpeymana Civakî, lêkolîner û endamê Navenda Firatê ya Lêkolînan Lezgîn Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.

‘Reşnivîsa Destûra Sûriyê wê aramî û demokrasiyê çêneke’  

Lezgîn Ibrahîm da zanîn ku Destûra Sûriyê ya nû wê tu caran aramiyê û demokrasiy ji gelên Sûriyê re neafirîne û wiha got: “Reşnivîsa Destûr a Sûriyê bi şêwazê xwe yekreng e, aliyek tenê li nerîn, hişmendî û berjewendiyên xwe saz kiriye, hem jî kongireya niştîmanî jî bi vî rengî hat lidarxistin. Ew kongre mîna destûra Sûriyê bû ku nûnertiya gel, ol, bawerî, rêxistin û partiyên siyasî yên Sûriyê nekir û ew  venehewandin. Bi vî şêweyî hat xuyakirin ku armanc ji destûreke wiha ew e ku li şûna desthilata rêjîma Baas, desthilateke din were, ne ku desthilata Şamê hilweşîne, lê belê zivirandina desthilatdariyê ye. Bi riya destûra Sûriyê ya nû dîse hertişt dikeve destê kesayetekî tenê. Em dikarin bibêjin ku ev destûr ji ya rêjîma têkçûyî jî xirabtir e, ji ber ku bingeha destûr, hem jî saziyên ku di encama wê de bên avakirin, li aliyekî din jî zagonên ku bên sazkirin, li gorî Ola Islamê ne. Lewma jî destûreke wiha dihêle ku pêkhateyên Sûriyê ji mafê xwe bên dûrxistin, hem jî ol û baweriyên Sûriyê bên paşguhkirin. Ji ber vê yekê jî bertekên gelên Sûriyê geş bûn, sedem ew e ku gelên Sûriyê baş dizanin ku Reşnivîsa Destûrê wê tu caran aramî û demokrasiyê çêneke di nava civakê de.”

‘Hevpeymana Civakî dikare bibe bingehek ji bo destûra Sûriyê’

Ibrahîm tekez kir ku Hevpeymana Civakî dikare bibe bingehek ji bo destûra nû ya Sûriyê û wiha axivî: “Bi dirêjahiya kirîza Sûriyê şer û pevçûn rûdida, ji destpêka wê ve rewş hestiyar bû, lê weke herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê devereke tekane bû ku şerê navxweyî çênebû. Di şertûmercên zor de û li gorî pirrengiya pêkhate û olan, heya roja îro herêma Rêveberiya Xweser li ser asta Sûriyê devera herî aram e. Herwiha hemû pêkhate bi ol, bawerî û tevgerên xwe ve bi hev re di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe girtine. Ev ewlehî, aramî û wekhevî tev jî bi saya sîstema Rêveberiya Xweser û felsefeya Neteweya Demokratîk e, vê sedemê nehişt ku şerê navxweyî çênebe. Li hêleke din sazkirina Hevpeymana Civakî û şêwazê wê yê ku ev çend sal in ketiye warê piratîkî, tekez kir ku ev hevpeyman bibe bingehek ji bo destûra nû ya Sûriyê. Lewma jî eger Hevpeymana Civakî were nîqaşkirin, dikare cihê şûna destûra nû bigire.”

‘Hevpeymana Civakî li gorî daxwazên navnetwî ye’

Endamê Navenda Firatê ya Lêkolînan Lezgîn Ibrahîm destnîşan kir ku şertûmercên navnetewî ji bo Sûriya hevbeş bi Hevpeymana Civakî pêk tê û wiha bi lêv kir: “Tişta ku ji hemû gelên Sûriyê tê xwetin ew e  ku li hev bicivin û bibin yek, herwiha li bhemberî Reşnivsa Destûrî ya Sûriyê bertekên xwe nîşan bidin û bi tu awayan destûrekî ji bo siberoja Sûriyê qebûl nekin. Sîstema Hevpeymana civakî li gor daxwazên navnetwî ye, gelek dewlet ji desthilata Şamê dixwazin ku hemû gelên Sûriyê cihê xwe di nava destûra Sûriyê de bigirin, di heman demê de sîstemeke hevbeş û demokratîk bê avakirin ku dûrî sîstema rêjîma Bees be. Em dibînin ku daxwazên dewletên navnetwî bi Reşnivsa Destûrî pêk nayên, lê bi sîstema Hevpeymana Civakî tên pêkanîn, helbet  Hevpeymana Civakî demokrasiyê digre nava xwe û mafê pêkhateyan tê parastin. Dema ku reşnivîs derket bertekên baş li dijî wê derketin, dewletên cîhanê jî rewşa Sûriyê ji nêz ve dişopîne, rger bibînin nerazîbûn li hemberî desthilata Şamê ji hêla pêkhateyên Sûryê ve çê bibe, wê piştgiryê bidin gelên Sûriyê ku bikarbin ber bi Sûriyeke nû ve biçin û pê re jî hemû gelên Sûriyê mafê xwe bi dest bixin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.