Hafiz Ahmet Turhalli
Ev sergotar û wateya wê bêguman pir alî ye. Lewra her kes û alî vê bangê li gor xwe bilêv dike û pêk tîne.
Bi taybet kesên qaşo bawerî bi ola Îslamê anîne, ew kes û hêlana hemû dibêjin em banga Xwedayê xwe pêk tînin!
Banga Xweda çi ye? Li gor zêdetirên kesên neha weke misilmanan dijîn, dibêjin banga Xwedê, dagirkirina cîhanê ye û bi darê zorê pejirandina Îslamê ye.
Gelo ev gotar çiqas raste? Ev tişt ne îftîra û derewe li Xwedê. Ger mirovê bawermend bi vê rengî ji ola Îslamê bawer bike, di hêz û qudreta Xwedê de kêmasîyan çênake? Ev hişmendî di meseleya eqîdê ku bingeha bawerîyê ye dibe sedema tevlîhevîyan. Lewre Xweda muhtacî tu kesekî û tu tiştekî nîne: Li gor bîr û baweriya Îslamê her kes û hemû tişt muhtacên Xweda ne. Bê guman li gor bîr û baweriya Îslamê, Xwedê heyînên zindî afirandiye, mirovahî û hemû gerdun mexluqên Xwedêne. Însan ji ber ku rastî merhemet û hezkirina Xwedê were, Xwedê pêxember û pirtûk jê re şandine.
Ne ku Xwedê li rûyê erdê, ku di gerdûnêde qasê dilopekî avê giraniya xwe nîne, tê de bi deste mirovan Melîktiya xwe bide avakirin.
Xweda xwediyê gerdûnê ye û ev dinya ku em tê de dijîn jî perçeyek biçûk ê vê gerdûnê ye.
Divê mirovê bawermendên ola Îslamê Xweda weke qiralekî nefikire! Ev fikr û raman kesên bi navê ol desthelat di deste xwe de girtine, dixwazin xwe weke Xwedayê rûyê erde li ser me ferz bikin. Ji ber wê yekê şîrovekirina wan ya Xwedê li gor sîstema ku wan ava kiriye tê meşandin û nişandan.
Haşa; Xwedê gazî mirovan nekiriye, ne gotiye ji min re textekî çekin û ez ser rûnim û we birêve bibim.
Ev hişmendî ne ya Qur’anê yê. Ev hişmendî ji hêla destletdaran ve hatiye hunandin. Xwedê nabêje ji bo min mirovan bikujin, dibêje dema can, mal, nesl, eql, ol û şerefa we hate binpêkirin, we maf heye hûn xwe biparêzin.
Kesên xwestine desthelata xwe berfireh û mayinde bikin, Îslam bi awayekî sosret bikar anîne. Di gotinê de navê Xwedê bikar anîne, welatê xelkê dagir kirine, malê xelkê desteser kirine û ev karê kirêt, mixabin hemû bi navê Xwedê pêk anîne.
Xwedê di Qur’ana pîrozde vê tiştî red dike, dibêje başî qencî û dadwerî ji bo we bi xwe ye.
Yanî Xweda rêya dadmendî û huzurê nîşanî me dike.
“Di pirsin dibêjin ka Xwedayê we ji were çi birê kir? Bêje wê ji mere başî qencî û xêr birê kir.” (Nahl 30)
Gelî xwendevanan gaziya Xweda bi zanebûn ji hela kesên olfiroş û deshelatdarên kû bûne bendeye nefsa xwe tê berovajîkirin.
BANGA XWEDÊ:
“Xweda gazî we dike: dibêje werin welatê aramî û aşitiyê.” (Yunus 25)
Kesên ser navê vê Qur’anê bang dikin: tenê behsa kuştin, talan, xwînrêtin û zordestiyê dikin.
Lê Xwedê gazî kesên kû guh li wehyê digrin û jê bawer dikin, gotinê eşkere dike:
Xwedê Banga wan ya aşitî û aramiyê dike. Banga bihevre jiyanê, wekhevî û dadweriyê dike. Banga dij derketina zilmê dike, banga avakirina welatekî azad û aram dike. Kesên ji vê olê bawerkirine, divê banga aramî, aşitî û azadiyê bikin.
Ev bang banga Xwedê yê. Ger em welatekê aram, azad û bi edalet pêşbixin em wê deme banga Xweda pêk tînin.