Mîdye Miqted
Piştî 26 salan min ronahî bi çavê xwe dît, wê demê min bawer kir ku mirov jî carnan dibe çavkaniya ronahiya rojê û carinan bi serê xwe ji tîrêjek ronahî bêhtir ronahiyê dide“.” Rêberê Apo ev bû zêdetirî çarîyek sedsalê ye ku di girtîgeha Îmraliyê de tê girtin, lê ya rast divê mirov bibêje ev 26 salin rêbertî asta berxwedaniyê jî derbas kiriye, ji ber ku 26 sal bi dirêjahiya xwe bi berxwedaniya Rêber Apo li Îmralî bû navenda têkoşîn û vîna ji bo tevahî gelên ku banga aşitî, demukrasî û azadiyê dike, ger mirov li cîhanê û di nava civaka kurd bi taybet de jî dibîne ku li cihekî bi têkoşînê berxwedanî tê çandin û her ew berxwedanî weke darek bi berhem dimîne, wê demê divê yekser em berxwedana rêbertî weke çavkaniya wê berxwedaniyê bibînin,dema mirov di nava civakek bindest de tîrêjek ronahiya bi çira azadiyê bibîne, wê demê şaşe ku em koka wê ronahiyê nespêrin felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.
Di serdema ku herî zêde bi komkûjiyan dagirtî bû em têre derbas bûn, ango em jî bi qirkirinê re rû bi rû man, ji salên 1973’an ango bi derketina rêber Apo re, gel ji pişaftin û qirkirinê hate rizgarkirin, rêbertî bû xelasî ji bo hemû gelên ku di nava zincîrên koletiyê de. Di warê aştiyê de heger em derketina rêbertî weke derketina Hz. Zerdeşt pênase bikin û her çiqas di warê azadiyê de em rêbertî weke çavkaniya rizgariya jinan ji hişmendiya kevneşop û kevneperest vebêjin wê demê emê xwedîyê gotin û vegotinên herî rasteqîn bin. Lewma qet ne şaşe em weke civaka kurd dîroka vejandina xwe bispêrin salên 1973 û salên 1978’an, her wiha vejîna dîroka heqîqetê ne şaşe ku em bispêrin sala 1949’an. Derketina rêbertî û avabûna PKK’ê weke sentezek aştiyane ya bi koka xwe demokrat e, ji bo gelên aştîxwaz hat vesaz kirin, Di 27’ê mijdara 1978’an de PKK’ê bi derketina xwe bû Tevgera azadî û serxwebûna gel li dijî mêtingeriyê, li kêlek wê di 27’ê Sibata 2025’an de banga rêbertî ya aştiyane û dîrokî herdû bi hev re bûn zemîn ji bo avakirina serdemek ronesansî berovajî serdema ku me tê de jiyan dikir, ev her du bi hev re jî bûn mala cîhanê û bû statuya ji bo dawî kirina alozî ne bi rêka şer lê bi aşitî.
Rêber Apo bi her 5 parêznameyên xwe bû çareserî ji bo hemû aloziyên ku tên jiyan kirin û sedema ji têkbirina desthiledarî û sermeya yê, pîvana sereke di nava civata klanê de heye dibêje “Yek ji bo hemûyan û hemû jî ji bo yekî/ê”di roja îro de û di kesayeta rêbertî de cîhanek bi serê xwe ji bo yek rêberî ew jî rêber Apo ye di nava têkoşîna rizgariya serokê xwe de ne, Her wiha “Eger nebe nabe” rêbertiya me nebûya em jî nedibûn, ne mezin kirin lê heger di pêvajoya man û nemana gelê Kurd de rêber Apo ku em weke pêxemberê serdemê ji xwe re pênas dikin derneketiba wê demê emê di nava pencên qirkirinê de bana, ev rastiyekî hatiye mîsogerkirin û rastî jî divê bê gotin.
Di gerdûnek ku di meznahiya xwe de bê sînor e, lê di parastina mafê hin netewan de bi ferq, cudahî û bi sînor e, ku dixwazin di kesayeta yek mirovî de civakek azad û aştîxwaz tecrîd bikin, li her welatê ku bêhna dijî derketina li koletiyê jê difûr e, aştîxwazên wê di warê pêkanîna aştiyê de, zarokên wê ji bo kenek bi çêja azadî, dayîkên wê di qetandina zincîrên kedxwarî, zilm û koletiyê de, hunermend û helbestvanên wê di sirûdên azadiyê de her rêbertî hewcedarî xwe dibînin. Lewma gelek girînge di roja me ya îro de em li hember pergala feodal û li derve hêştina demokrasiyê par bidin fikir û ramanên rêbertî ku bi erka têkoşînê rabin, aştiya ku li gor perspektîf û peyamên avakerê azadiyê Rêber Apo bê pêkanîn dikare ne tenê bibe mifteya çareserkirina alozîyan, lê bibe deriyê têre derbasbûna ji cengan ber bi aşitî û ji koletî ber bi azadiyê ji alûziyan ber bi rêxistinbûnê, rêbertiya me ji bo me xeta herî pîroz e û weke HZ Zerdeşt dibêje “Pîroz e ewê ku rast dibêje û rast pêk tîne”