Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî wê li Romayê di konferansê de bê nîqaşkirin

06/04/2025
in ROJEV
A A
Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî wê li Romayê di konferansê de bê nîqaşkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Paşeroj, îro û pêşeroja pêngava ji Rêber Apo re azadî, wê di 11-12’ê Nîsanê de li paytexta Îtalya Romayê bi konferanseke navneteweyî were nîqaşkirin.

Di navbera 11-12’yê Nîsanê de li paytexta Îtalya Romayê li ser esasê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî” konferansek tê lidarxistin. Ev konferans wê bi beşdariya hemû beşên civakê yên ku piştgirî dane pêngava neteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de destpê kir, pêk were. Konferans wê ji aliyê Konfederasyona Kar a Îtalyayê (CGIL) ve bi organîzasyona Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û Komîteya pêngava navneteweyî bê lidarxistin. Di nav beşdaran de wê Cîgira Şaredara Bologna Emîly Clachy jî cih bigire ku herî dawî hemwelatîbûna rûmetê dabû Rêber Apo.

Ji 16 welatan bêhtirî 300 delege wê tevlî konferansê bibin. Her wiha wê nûnerên tevgeran ên li parzemînên cuda piştgirî dane pêngava navneteweyî wê jî amade bibin. Di konferansê de wê encamên pêngava ku ev du sal in bi çalakiyên xurt, domdar, kampanya, konferans û hewldanên cuda dewam dike, werin nîqaşkirin. Wê encam û perspektîfên Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêk hat, bên nîqaşkirin. Di konferansa ku wê bi beşdariya siyasetmedar, sendîkavan, parêzer, aktivîst, nûnerên tevgera ciwanan û jinan pêk were de, dê li ser rê û rêbaza dewamkirina pêngavê di dema pêş de nîqaş bên kirin. Heyetên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û DEM Partî, dê der barê geşedanên herêmê de beşdarên konferansê agahdar bikin. Her wiha wê bandora banga Rêber Apo ya li ser pêvajoya guherînê ya li herêmê nirxandin bê kirin.

Konferans wê di 11’ê Nîsanê saet 15:00’an de bi mûzîk û performansa girêdayî ramanên Rêber Apo destpê bike. Di destpêka konferansê de ji sendîkaya UNITE ya Brîtanyayê Simon Dubbins, profesor Kariane Westerheim û Hevberdevka pêngavê Zûbeyde Zumrut wê li ser tevkariyên xelatgirên Nobelê biaxivin. Êvara roja destpêkê wê li Navenda Çandê ya Araratê çalakî bê lidarxistin. Piştî xwarina ku ji xwarinên Kurdî hate amadekirin, wê koma I Cumpari ku li ser muzîka kevneşopî ya Napolî disekine, wê derkevin ser dikê.

Di panela ku dê roja ewil bê lidarxistin de, dê bandorên pêngavê yên heta niha û panoramaya wê ya giştî bên nirxandin. Di vê beşê de piranî wê sendîkavan û nûnerên partiyên siyasî biaxivin. Sekreterê Giştî yê Partiya Rifondazione Comunista Maurizio Acerbo, nûnerên sendîka û siyasî yên Skoçya, Arjantîn û herêma Baskê wê biaxivin.

Di panela yekemîn a roja duyemîn de wê girîngiya xebatên hiqûqî yên ji bo azadiya Rêber Apo bên nirxandin. Dê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û parêzerên navneteweyî beşdarî rûniştina ku dê moderatoriya wê Ogmundur Jonasson û Şerîfe Ceren Uysal bikin, bibin. Di panela duyemîn a ku wê di heman rojê de bê lidarxistin, wê bandorên aştî û perspektîfên civaka demokratîk ên Rêber Apo bên nîqaşkirin.

Konferans wê bi forûmeke ku delege nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin bi dawî bibe. Endama KNK’ê Nîlûfer Koç, Michela Arricale û Sarah Glynn dê moderatoriya forumê bikin. Nûnerên gelek sazî û komîteyên weke Rete Jin, Jineolojî, Akademiya Modernîteya Demokratîk, tevgerên ciwan û jinan wê mafê axaftinê bigirin. Ji parzemînên cuda nûnerên ku piştgirî dane pêngavê wê bi rêya onlînê beşdar bibin.

Encamnameya konferansê wê bi çar zimanan (Kurdî, Îngilîzî, Spanî, Îtalî) bê amadekirin û bi raya giştî re bê parvekirin. ANF

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.