Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Xebata takekesî doza kurdî xist nav nîqaşa navnetewî’

06/04/2025
in ROJEV
A A
‘Xebata takekesî doza kurdî xist nav nîqaşa navnetewî’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo 

Serokê Korbenda Elmanî-Kurdî Yûnis Bhram diyar kir ku xebata diplomasî ya ku li Ewrûpayê hat kirin, serkeftî û bi bandor bû û got, “Xebata takekesî doza kurdî anî ser maseya nîqaşa navnetewî, lê pêwîstiya tevgera kurdî ya Ewrûpayê bi ‘lobî’ û karekî hevbeş ê fermî heye.”

Piştî ruxandina rêjîma Baas li Sûriyê xebata diplomasî ya kurdî li Ewrûpayê geş bû, gelek civîn, konferans, mîtîng û hwd… ji bo doza kurdî û Şoreşa Rojava çêbûn. Derbarê heman mijarê Serokê Korbenda Elmanî-Kurdî Yûnis Bhram ji rojnameya me re axivî.

 ‘Xebata takekesî doza kurdî xist nav nîqaşa navnetewî’

Bhram diyar ku xebata takekesî doza kurdî anî ser maseya nîqaşa navnetewî û wih anî ziman:“ Dîroka doza kurdî vedigere zêdetirî 100 salan, bi dirêjahiya vê dîrokê re gelê kurd rastî gelek şêweyê desteserkirin, guhertina demografî, bikaranîna çekên kîmayawî û hwd… hatiye. Tevî van binpêkirinan jî tevgerên kurdî gevgirtî man û ji nifşekî radestî nifşekî din bûn. Nifşê nû yên gelê kurd êdî bi şêwazên cihêreng, asta berxwedaniya xwe li ser asta siyasî û diplomsaî heya leşkerî jî pêş xist, li hêleke din jî kurd di warê çandî, civakî û aborî de li diyasporayê xwe isbat kiriye. Ev xebata siyasî û civakî cihê bandoriyeke mezin e li derveyî welat, bi taybet li Ewrûpayê. Vejîna karê siyasî û diplomasî ya kurdî li Ewrpayê xebateke ku li ber çavan tê dîtin, ciwan û kesên kurd ên girêdayî partiyên biyanî tevlî vê xebatê dibin, ev kesayet xwedî bandor in di wan partiyan de û hem jî cihê wan di perlamnto û serokatiya meclisên xwecihî de heye. Hebûna wan di cihên wiha de piştgirî da ku doza kurdî li ser maseya diyalogê ya ewripî bê nîqaşkirin, ev yek jî tê kirin tevî ku doza kurdî û nîqaşa wê kêm e û dikeve berjewendiyên hin dewletan û hikumetên herêmî yên Kurdistan parçe kirine.”

 ‘Xebata kurdî li Ewrpayê serkeftî û bi bandor bû’

Yûnis destnîşan kir ku xebata diplomasî ya ku li Ewrûpayê hat kirin, serkeftî û bi bandor bû û wiha domand: “ Wekî em dizanin avakirina rengên rêveberiyên xweser û fediraliyetê ji bo hin parçeyên Kurdistanê nêz dibe, pê re jî girîngî bi karê rêxistinkirî li derveyî welat heye. Ev xebat jî ji bo ravekirina doza kurdî, bi piştgiriya civak jê re, hem jî bi alîkariya saziyên fermî ye. Da ku ev kar pêk were tişta ku tê xwestin ew e bisportirîn sazî û çalaktirîn lobiyên kurdî bên avakirin, li hêleke din jî sûd ji karînên kurdên derveyî weleat bên girtin.   Dadgeha Gel a Ewrûpî ku hat lidarxistin ji bo balkişandina li ser dosiyayên kuştin û komkujiyên ku dewleta Tirk li Rojava pêk anîn, tevgereke zagonî da encamdan. Tevî ku ev xebat heya astekê sembolî be jî, lê dadgeh bû bingehek ji bo belgekirina binpêkirinan û wê bihêle di siberojê de bên eşkerekirin. Herwiha beşdarbûna gelê kurd bi awayekî fermî di Konferansa Miyûnix ya Ewlehiyê nimûneyekê di warê amadebûna diplomasiyeta kurdî de li ser asta çalakiyên cîhanî dide destnîşankirin, hem jî dide diyarkirin ku bi riya xebateke wiha re toreya têkiliyan di navbera siyasetmedar û diplomatan de li ser asta navnetewî xurtir bû. Doza kurdî ne tenê li ser xebata diplomasî û siyasî sînordar dimîne, lê da ku ev doz were danasîn kirin û têkiliyên kurdan bi gelên li Ewrûpayê re bi hêztir bibe,   pêdiviya bi çalakiyên rewşenbîrî û civakî heye. Têkilî û naskirina çandên cuda rêbazeke ku bi riya wê re jixwebawerî û bingeheke bi piştgiriya civakê tê amadekirin.”

‘Pêdivî bi lobiyeke kurdî rêxistinkirî heye’

Serokê Korbenda Elmanî-Kurdî Yûnis Bhram tekez kir ku pêdiviya tevgera kurdî ya Ewrûpayê bi karê hevbeş ê fermî heye û wiha got: “Tevî çalakiyên tekane yên ku gelek kesên kurd li Ewrûpayê li dar dixin jî, di encamê de em dibînin ku pêdivî bi karê hevbeş û lobiyeke rêxistinkirî heye. Lobiyeke ku rêxistbûyîn û piştevaniya siyasî û daravî ji rêveberiyên kurdî werbigire, sedem ew e ku çendîn xebata tekane û takekesî bibandor be wê ne domdar be. Hem jî wê bandora vê xebata tekane bêyî piştgiriya saziyên fermî sînordar be. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku xebata kurdî li Ewrûpayê bi  piştgiriya nifşekî nûhatî yê xwedî ruhekî netewperwerî, gelek serkeftinên girîng di qada siyasî û diplomasî de bi dest xistin. Tevî ku piraniya xebatê bi rengekî tekane bêyî piştgiriya dezgehên rêveberiyên kurdî yên fermî bû, lê dikarîbû riyekê biafirîne û doza kurdî bîne nav nîqaşa navnetewî. Lê astengiya ku dikeve pêşiya pêşxistina xebata tekane ber bi karê hevbeş û fermî ve ew e ku hîna lobiyeke kurdî ango komeke bingehîn ji bo gelê kurd li Ewrûpayê nehatiye avakirin. Ji ber ku ev lobî dikare doza kurdî di hemû warên siyasî, dozgerî û çandî de her tim di rojeva dozên navnetewî de bihêle.”

Post Views: 219
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.