Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şopdariya Rêber Apo ya bênavber

06/04/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Rêber Apo, di Newroza 1973’yan de rastiya gelê xwe nas kir û da ser şopa vê rastiyê, vê heqîqetê û heta îro bê navber meşiya û dimeşe.

Bi qasî tiliyê destekî dest bi vê meşê kir, îro hijmara vê meşê, şopdarên vê rêya rastiyê, gihiştiye milyonan û her roj ev jimar, zêdetir dibe.

Vê şopdariya rastiyê, li gel pêkanîna yekîtiya netewî, bandora xwe derbasî asta navneteweyî jî kiri ye.

Piştî biryar û banga 27ê Sibata 2025’an a bi navê Banga Aştî û Civaka  Demokratîk, hema di nava hefteyekê de, him ji aliyê Tevgêra Azadiyê, him ji aliyê gelê Kurdistanê û him ji aliyê dostên navneteweyî/enternasyanolî yên gelê Kurdistanê ve, bi lezgînî hat pejirandin û hat pêşewazî kirin.

Berê jî di rojên nasyar ên meha Adarê de, bi hejmara kêm-zêde, bi asayî dihatin bîranîn û pêşewazî kirin. Lê îsal, bi vê Bangê re, hat dîtin ku ew rojên diyar 8’ê Adarê, 21 Adarê û hwd. hema di serê mehê de van rojan hat pêşewazî kirin û hema meha Adarê bi tevayî bû weke rojên pîrozbahiyê.

Her wiha ev pîrozbahiyên bi coş û xuroş, ne tinê li çar parçeyên Kurdistanê, belê hema li hemû cîhanê û ji her salan berfirehtir hat peşewazî kirin û pîroz kirin.

Li aliyê din, mijarek ji salên berê cudatir û watedartir ev e ku, van çalakiyên pîrozbahiyê, bênavber li pey hev dewam kir û hin jî didomin.

Vaye di meha Nîsanê de, bi pêşewazîkirina 4ê Nîsana rojbûna Rêber Apo, heman çalakiyên pîrozbahiyê, bi naveroka heman xwediderketina biryar û banga Rêber Apo ve, mîna Referandomê dewam dike.

Wisa tê xuya kirin ku, wê li pey şopa Rêber Apo ya li ser rêya heqîqetê, şopdarên felsefe û rastiya wî jî, wê bênavber bi zêdebûn dewam bikin û bi pêşve bibin. Ev meşa germ û dilsoz a bi hevrebûna cewherî ya li ser şopdariya heqiqeta mirovahiyê û xwezayiyê, dibe nîşaneya ku êdî hemû rojên salê, wê bênavber, bibin rohnayî û germaya jiyana mirovahiyê ya xweş û geş.

Erê di her du-sê rojên despêkê de, wateya Banga Rêber Apo baş nehat zanîn.

Bê gûman di vê tênegihiştina gel de, bandora propaganda reş û bêexlaqî ya sazî û kesên neyar jî pir bû. Hilbet ev mijar, ji bo her kesên şopdar û hezkirên Rêber Apo, cihê xwerexnekirinê ye.

Lê belê di demek kurt de, ev xemsarî hat sererastkirin û bi saya şîroveyên rast ên Tevgêra Azadiyê, rewşenbîrên niştimanperwer û hinek dost û hezkirên bi rûmet ên Rêber Apo û gelê Kurdistanê, bandora wê bangeşî û propaganda xerab hat şikandin û gelê Kurdistanê, bi hemû hêza xwe ya tî û birçîbûna azadbûnê, da ser şopa rêya Rêberê xwe û bi lez meşiya û dimeşe!

Jixwe gelê me yê Rojava, weke ku li ber çava ye, jiber lezeta jiyana azad tam kiriye, lewma mîna ku li Bendava Tişrînê pir zelal tê dîtin, ku çawa bi dil û can li Banga Rêberê xwe xwedî derdikeve û bêtirs  berxwedanê dimeşîne!

Ev serkeftin li we pîroz be!

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.