Zekî Bedran
Li gorî daxuyaniya Şamê di bin serokatiya Ahmet Şari de hikûmeta nû hat avakirin. Berê çi hatiye kirin tê zanîn. Şari di civîneke leşkerî de bû serok. Desteyekî ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye erkdarkirin makezagona demkî amade kiribû. Desteyekî ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye avakirin jî kongreya neteweyî pêk anî. Ev kiryar ne di bin çavderiya raya giştî de ye, raste rast kiryarên bi hişmendiya derbewarî ne. Gelên Sûriyeyê bi bûyereke ku hatiye kirin û çêbû re rû bi rû yê hiştin. Derfetên ku ji Ahmet Şara re hatine dayîn li ti welatekî demokratîk nîne û hebûna wê jî ne pêkan e. Weke rejîma Baasê ew rayeyên ku dane dîktatorekî, dane serokkomar. Destûra bingehîn a demkî di nava rewşenbîr, parêzer û derdorên siyasî de nehatiye nîqaşkirin. Destûr peymanên civakî ne. Divê bi nîqaşên gel bê kirin û bi mehan bigihêjin encamekê. Divê mafên hemû beşên civakê bigire nava xwe. HTŞ her tiştî li gorî berjewendiyên xwe diafirîne. Ew beşên mezin ên civakê paşguh dike. Ya herî xirab ew e ku ew bi zanebûn komên hatine rêxistinkirin ji derveyi pergalê dihêlin.
Hikûmeta ku hatiye ragihandin wê bi salan li Sûriyeyê bi rêve bibe. Lê ji bilî HTŞ’ê, partiyên din, yên xwedî nêrînên cuda, pêkhateyên û hwd. Hişmendîyekî bi giştî tûndî û yekdest e. Hemû kombûn û destkeftiyên şoreşê yên Sûriyeyê ji aliyê HTŞ’ê ve tên desteserkirin. Weke ku ev şoreş şoreşekî tenê ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye kirin didin xuyakirin. Lê Kurd, Durzî, Siryan-Asûrî, rewşenbîr û komên mezin li dijî Baasê li berxwe dan û şer kirin. HTŞ li tenê Idlibê bi bandor bû. Lê HTŞ weke ku hemû Sûriye alîgirê wan e û ji bilî wan ti kes heq nake ku beşdarî rêveberiyê bibê tevdigere. Rêya ku HTŞ dişopîne bi tevahî dijî demokrasiyê ye. Li şûna pergala Baasê pergala xwe ava dike. Bi rêbazên nîjadperest bi vê yekê dike. Destûr nade hawirdorên nîqaşa demokratîk. Rêvebiriyeke zelal û giştî nîne. Nîqaşên bi dizî tên kirin, biryarên ku didin radigihînin û li ser raya giştî ferz dikin. Niha jî çapemeniya ku ji Baasê mîrate maye bi kar tînin. Ev çapemenî ji raya giştî, rewşenbîr û kesên xwedî nêrînên cuda re girtî ye. Civak bi siyaset û propagandayên yek alî tê meşandin.
Nûçeyên ku komkujiyeke giran a li dijî Elewiyan hatin kirin li cîhanê deng veda. Hat ragihandin ku ji bo lêkolînkirina van komkujiyan destyek hatiye avakirin. Yê ku deste wesaz kiriye Ahmet Şara bi xwe ye. Heman kes e ku biryara êrîş û operasyonên li dijî Elewiyan daye. Kî bawer dike ku ev deste bi rastî lêkolîneke serbixwe bike û encamên wê wek xwe ji raya giştî re were eşkerekirin? Divê ev deste di nava Neteweyên Yekbûyî de bihata avakirin. Wek hûn jî dibînin HTŞ di her warî de xwe lêdide û dilîze. Bi Rêveberiya Xweser re peymanek hate îmzekirin. Nêzîkî ji sê beşên gelên Sûriyê li herêmên xweser dijîn. Li vir gel xwe birêve dibe. Rêxistinek wê heye. Agahiyên herêmên Rêveberiya Xweser jî ji vê hikûmeta nû hatiye avakirin nîne. Jixwe çi danûstandin jî ev pêk ne hatin. Durziyan jî daxuyanî da û got ku ev hikûmet nûnertiya me nake. Ji hikûmetê jî ne agahdar bûn. Rewşa Elewiyan diyar e. Civakên wekî Asûrî, Suryanî û Ermenî jî ji van biryaran tên dûrxistin. Di vê rewşê de hikûmeta ku ji aliyê Ahmet Şara ve hatiye ragihandin dê çawa nûnertiya gelê Sûriyê bike?
DYA, Îngilîstan û welatên Ewropayê ji nêz ve bi Sûriyeyê re eleqedar in. Weke ku tê dîtin bi rêveberiya Şamê re peywendîya wan hey e. HTŞ ji lîsteya rêxistinên terorê dernexistin. Ambargo jî ranekirin. Ew destnîşan dikin ku ew hîn jî ji HTŞ bawer nakin. Lê ew di heman demê de temaşevaniya HTŞ dikin ku hikûmetek despotîk a pir navendî ya li ser bingeha mezhebe li Sûriyê çawa ava dike. Bêdengiya wan a li hemberî makezagona demkî ya ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye ragihandin jî gelekî cihê fikirînê ye. Ev pêşnûmeya makezagonê li dijî Sûriyeya demokratîk e. Wan destnîşan kir ku divê ol bingehê Destûra Bingehîn be û serokomar jî Misilman be. Em nizanin HTŞ bi DYA û Îngilîstanê re çi li hev kiriye, şert û mercên wan çi ne? Dixwazin Rêveberiya Xweser û hêzên din bi HTŞ re peywendiyan danin û hevbikin. Lê HTŞ li şûna ku dewleteke demokratîk ava bike, dewleteke hişmendiyekî serdest û olî ava dike.
Her wiha diyar e ku ev dewlet wê ji hişmendiya Baasê, tûndttir zordartir û qedexeparêztir be. Dibêjin gundê ku tê xuyakirin rêzanan naxwaze. Eşkere ye ku HTŞ hewl dide dewleteke çawa ava bike. Civaka Sûriyê yên ku li dijî avakirina dewleteke ji Baasê xerabtir in, divê beriya ku dereng be tevbigerin û xwe rêxistin bikin. Gelê Sûriyê ne rêxistinkirî ye. HTŞ jî hewl dide vê veguherîne firsendekê û xwe birêxistin bike. Di civaka ku bi salan e di bin zexta Baasê de jiyaye çanda demokrasiyê nîne. Di vî warî de rewşenbîr û hêzên ku daxwaza demokrasiyê dikin divê bi lez xwe birêxistin bikin. Bê guman rêxistinbûn bêyî hişmendî çênabe. Di vî warî de perwerdekirin û ronîkirina gel di nava karên sereke de ye. Divê li Sûriyeyê têkoşînekî berfireh a siyasî-îdeolojîk bê ku dereng bibe pêwîste were meşandin.