Sînan Cûdî
4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd ne tenê rojbûna gelê Kurd e, di heman demê de dîrokeke sembolîk a têkoşîna azadiyê ye. Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, weke roja ku berxwedan, fikir û paradîgmaya ku di şexsê wî de şîn bûye, watedar dibe. Ocalan ne tenê serokekî takekesî ye, di heman demê de di lêgerîna gel a berxwedan û azadiyê de jî xala veguherînê ye. Têkoşîna wî di esasê xwe de polîtîkaya înkar û tinekirina Kurdan a sed salî hejand û paradîgmaya şoreşa demokratîk a ku ji Kurdistanê belavî cîhanê dibê ava kir.
Siyaseta înkar û îmhayê ya sed salê xwe derbas kiriye, ji Împaratoriya Osmanî heta Komarê mîras maye û bû siyaseta bingehîn a Komara Tirkiyeyê jî. Siyaseta redkirina nasnameya kurd, tinehesibandina ziman û çanda wê, desteserkirina erdnîgariya wê bi awayekî sîstematîk dewam kir. Têkoşîna gelê Kurd a ji bo parastina hebûna xwe bi dehan salan hat tepisandin, serhildan di xwînê de xeniqîn. Lê belê Rêber Ocalan, bi pêvajoya rêxistinî ya di destpêka salên 1970’yî de dest pê kir, karîbû vê zincîra înkar û îmhayê bişkîne. Bi damezrandina PKK’ê re tevgera azadiya gelê Kurd a siyasî, leşkerî û civakî hate destpêkirin. Ev tevger ne tenê têkoşîna nasnameya etnîkî ma; bû dengê lêgerîna herî bingehîn a mirovahiyê ya azadî û wekheviyê.
Gelo emê vê jidayikbûnê divê çawa fêm bikin? Çawa pênase bikin?
Rêber Apo, di parêznameyên xwe de jiyan û têkoşîna xwe di sê qonaxên bingehîn ên jidayikbûnê de pênase dike.
Jidayikbûna yekem wekê jidayikbûna xwe ya 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê navçeya Halfetî ya Rihayê pênase dike. Rêber Apo, di nav jîngeha jiyana gundî ya sade û xwezayî de mezin dibe, di temenê biçûk de li dijî şêwazên ku ji aliyê pergalê ve hatine ferzkirin serî radike. Li hember qirkirina ziman û çanda kurdî serhildanên destpêke li dar dixe. Nakokîyê bi nîzama heyî di vê serdemê jidayikbûnê de ye.
Jidayikbûna Duyemîn jî ji salên 1970’an de dest pê kir û heta sala 1999’an dewam kir. Bingeha vê pêvajoyê jî têkoşîna şoreşgerî bû. Di vê qonaxê de damezrandina PKK’ê, têkoşîna gerîla, Bûna tevgereke gel û pêşxistina xeta îdeolojîyê bû. Di vê serdemê de Rêber Apo, dibe pêşengê têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd.
Jidayikbûna Sêyemîn jî ji sala 1999’an ku bi komployeke navneteweyî li Îmraliyê hat girtin hildigre nava xwe. Di vê merhaleyê de komployên li dijî gelan hatiyê li darxistin pûç kir û li dijî modernîteya kapîtalîst Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Jinê pêş xist. Ev paradigma weke modeleke alternatîf li dijî sîstema dewlet û desthilatdarîyê ket merîyetê. Ev paradîgmaya ku li Îmraliyê pêşxist, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê di lêgerîna azadiyê de bû hêviyek.
Ev Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê, alternatîfa modernîteya kapîtalîst û yekdestdariya netewe-dewletê temsîl dike. Pêşxistina civaka demokratîk ji pêşxistina îradeya meclîsên gel, komun û kooperatîfên xwecihî yên rêxistinkirî pêk tê, ne bi desthilatdariya navendî.
Civaka ekolojîk li ser hevsengiya mirov û xwezayê, li dijî talankirina xwezayê ava bûye. Li şûna pergala hilweşîner a kapîtalîzmê ku li ser çavbirçîtiya qezencê ava dike, şêwazek jiyanê ku hevsengiya ekolojîk diparêze pêşniyar dike.
Azadiya jinê jî wekê bingeha paradîgmayê bi dest digre. Rêber Apo tim dibêje, koletiya jinê çavkaniya hemû koletiya civakî ye. Ji ber vê yekê azadiya jinê jî bingeha civaka demokratîk ava dike.
Li ser vê paradigmayê sîstema rêveberî jî şênber bûye; Netewa Demokratîk. Sîstema neteweya demokratîk li dijî modela netewe-dewletê projeyek li ser jiyana hevpar a gelan e. Li hemberî ferzkirina zimanekî, yek nasnameyê û yek baweriyê, modeleke civakî ya bi nasnameyên piralî, pir zimanî û pirçandî tê pêşbînîkirin. Bi taybetî di Şoreşa Rojava de ev model bi awayekî şênber hate pêkanîn û bersiveke pratîkî dît. Meclîsên gel, konfederalîzma jinan û rêveberiyên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ronîkirina paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ye.
Ji vê pênaseye kin jî tê fêmkirin ku rojbûna ku em her sal pîroz dikin ne tenê jidayikbûna mirovek e. Em bi vê pîrozkirinê nirxên mirovahîyê û gelên xwe pîroz dikin. Hêvî, daxwaz û xeyelên bindestan dikin rastîyekî ku dibê bê pêkanîn. Û wekê gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî ev pîrozkirin ji bo me bi watetir e.
Erê, 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e. Lê ne tenê jidayikbûna mirov, di heman demê de jidayikbûna fikir û têkoşîna azadiyê ye. Fikrên ku di şert û mercên giran ên tecrîdê yên li Îmraliyê de pêş xistin, sînoran derbas dike û bi mîlyonan mirovên li çar aliyê cîhanê li azadî û demokrasiyê digerin ronî dike. Têkoşîna Rêber Apo, ji bilî berxwedana hebûn û azadiyê ya gelê Kurd, di lêgerîna mirovahiyê ya wekhevî, edalet û azadiyê de weke çandekî berdewam dike.
Îsal jî ji 8ê Adarê, 21ê Adarê û cejna mibarek de hemû gelên me bi yek dengî azadîya Rêber Apo xwestin. Hemleya Ji Rêber Apo re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserîya Sîyasî bi van çalakîyan hat pîroz kirin û daxwaz hatin nû kirin. Gotin di cih de be, ala têkoşînê hat bilindtir kirin. Bi vê şeklî stratejîya me ya sala nû jî dîyar bû.
Bi vê munasebetê ez careke din Rojbûna Me Pîroz Dikim û di serî de gelê Kurd, bang li hemû azadîxwaz û demokrasîxwazan dikim ku di rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de vê berxwedan û paradîgmaya mezin hembêz bikin.
Da ku cîhana ku bi felsefeya wî hatiye rizgarkirin wê ji bo hemû gelên bindest û jinan bibe hêviyê.