Amara Baran/ Qamişlo
Rêwîtiya Rojê didome. Her sal bi hezaran kurd berê xwe didin Gundê Amarayê û dest bi rêwîtiya Rojê dikin. Gelê Kurd rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî rojbûna xwe dibînin. Her sal 4’ê Nîsanê salvegera rojbûna Rêber Apo bi çalakî, meş, çandina daran û gelek bernameyên cuda pîroz dikin.
Rojbûna Rêber Apo Heqîqeta mirovahiyê ye
Rêber Apo herdem jiyana bi wate û mirovên bi wate diafirîne. Rêber Apo di 4’ê Nîsanê de hezkirin hêvî û jiyanek bi rûmet da avakirin û xweşik kir, îro bi hezaran kes bi rojbûna Rêber Apo re ji dayîk dibin û xwe digîhinin armanca xwe, Rêber apo di nav zor û zehmetiyan hebûnek da avakirin. Meha Nîsanê ji bo na gelê kurd wek meha Adarê meheke pir reng û nûbûna biharê di dilê gelan de geş dike. Kesayetên ku fikrê Rêber Apo xwendine û xwe bi fikirê wî re kirine yek hertim didin diyarkirin ku “Bi Rêber Apo re ji nûve şîn dibin û wek aveke bê sînor dimeşin kesên ku fikir û felsefeya Rêber Apo nasdike her di nava tekoşînê de dixwaze biherike”. Rêber Apo jiyanek bi ked û Hêvî da avakirin, di nav çar dîwaran de 26 salin bê rawestan ji bo gelê Rojhilata navîn têdikoşe.
Gundê Amara ji bo gelê kurd girîng û pîroz e
Gundê Amara, li qadeke ku Torosa Navîn ji rojhilat ve digihîje deşta Mezopotamyayê, bi geliyan hatiye parçekirin û girên wê yên biçûk hene ava bûye. Gundê Amara yê li kevaneya ku Çemê Firatê ji 5 kîlometre dûrî wê ber bi başûr ve diherike cih digire, xwedî avhewayeke Derya Spî ya dereng e. Gund di heman demê de tam li nîvê herêma di dîrokê de jêre Kevana bi Bereket tê gotin hatiye avakirin. Welatê bi Kevana bi Bereket tê binavkirin, di dîroka qewm û neteweyan û bi taybet jî ya Kurdan de xwedî cihekî girîng û pîroz e. Bi sedê salan ev erdnîgariya giranbiha ji bo kesên li wir dijîn bû hêlîn û stargeh. Ev der gundê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Rêber Apo di 4’ê Nîsana 1949’an de li vê xaka pîroz hatiye dinê. Ji ber ku dibistan li gund tinebûye, Rêber Abdullah Ocalan li gundê Cîbînê xwend û ji bo biçe dibistanê jî her sibeh, nêzî 4 kîlometre rê dimeşe. Hê di wê deme de lîstîk, limêj û parvekirinê de pêşengtî dikir.
4 Nîsanê zayîna gelê Kurd e
Di 4’ê Nîsan’a 1949’an de, Rêber Apo li ser axa pîroz, afriner a pêxemberan hat dinya yê, li gundê Amara çavên xwe vekir. Bê gûman di serîde ji gelê kurd re û piştre jî ji hemû gelan re bû çavkaniya hêviyê û jiyana demokratîk. Bajarê Rihayê bi tîpên zêrîn, her daîm navê xwe li ser rûpelê dîroka hemdem daye nivîsandin. di bajarê Rihayê de gelek pêşeng derketin ser dika dîroka Rojhilata Navîn pêşengên mîna hezretî Îsa û Eyûban jî li ser wî axa pîroz tekoşîna xwe dane meşandin. Rêber Apo jî bi navê xwe yê zêrîn, li ser axa bajarê Pêxemberan da nivîsandin û bû Rêberê hemû civakên aşitîxwaz. Rêber Apo dema ku çavê xwe li cîhanê vedike dibîne ku civakek a zordaran hatiye avakirin, di wî deme de biryara tekoşînek mezin dide ku li hemberê zordaran şerê heqîqetê bide meşandin. ji bo ku civakek azad bide avakirin. Di roja me ya îro de jî dema em mêyzedikin civaka aşitî xwez jî berê xwe dide ramanê Rêber Apo. ji ber ku Ramanên Rêber Apo di zanista xwe ya çandî û civakî de heta dawiyê xwedî zanist û berhemên nûye. Gelek mirovên şorşeger li ser vê axa pîroz têkoşîna xwe dane meşandin, lê belê nebûn xwediyên ramanên birdoziyeke kûr. Ji bo ku mirov bibe xwediyê birdoziyekê kûr, divê xwe di rastiyên civakbûniyê de kûr bike û wate li jiyana mirovan bide barkirin.
Jin bi zayîna Rêber Apo re xwe ji zîncîrên koletiyê rizgar kir
Rojbûna Rêber Apo hemû cîhanê geştir û ronî kir. bi zayina Rêber Apo re mezinbûn,firehbûna tekoşîna azadiya jin hîşt ku jin xwe ji zîncîrên koletiyê rizgar bike. Zayina Rêber Apo di asta gerdûnê de xwedî derktinek ewqas mezin bixwe re anî. Gelê Kurd ji ber ku têkoşîn, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo dipejrîne û jê bawer e,4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêbertî, weke xilasiya xwe û hêviya xwe ya wenda bûyî dibîne. Ji ber ku hebûna Rêber Apo bû hebûn û vejîna gelê Kurd. Çawa ku di her welatekê de, di her civakekê de rojên taybet yên pîroz hene, ji bo gelê Kurd jî ev roj rojeke taybet e. Wetaya vê rojê ji bo gelê Kurd û jinan pir cuda ye. Ji ber bîrdoziya Rêbertî xwe dispêre azadiya jinê û azadiya gelan. Jina ku bi pergaleke pir wehşî dihat perçiqandin, tinekirin û bênasname hiştin bi bîrdoziya Rêbertî re pênaseya xwe dît. Tu serok û tu rêber mîna Rêberê gelê Kurd bi jinê re hevaltiyeke ewqas kûr ne daye nîşandan. Hevaltiya Rêber Apo bi jinê re piralî û li ser asasê azadiya jinê û civakê ye. Rastiya xwe naskirin, hêza xwe dîtin û ji bo vê têkoşîn kirina jinan bi naskirina Rêbertî re pêşket.
21 salin Rêwîtiya rojê didome
Gelê Kurd ji 2004’an ve her sal 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî hemû astengiyan bi girseyî û bi coş pîroz dike. Rêwîtiya Rojê 21 sal in bê navber didome. Her sal bi hezaran kurd berê xwe didin Gundê Amarayê û dest bi rêwîtiya Rojê dikin. Gelê Kurd rojbûna Rêberê Apo wekî rojbûna xwe dibînin. Ji 2004’an heta niha her sal 4’ê Nîsanê salvegera rojbûna Rêber Apo bi çalakî, meş, çandina daran û gelek bernameyên cuda pîroz dikin. Bi hezaran welatî ji sala 2004’an heta 2017an ji bo biçin Amara û rojbûna Rêber Apo pîroz bikin tevî hemû astengiyan meşên girseyî li dar xistin. Bi hezaran kes li gel nûnerên saziyan ji bo 4’ê Nîsanê pîroz bikin bi dirûşma “Azadiya Rojê” berê xwe dan gundê Amara û dest bi “Rêwîtiya Rojê” kirin. Piştî darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an û şûnde desthilata AKPê OHAL hincet nîşan da û ji 2017an û vir ve 8 sal in astengiyan derdixin û ketina gund qedexe dikin. Lê her çend ketin û derketina Amarayê qedexe bikin û herêma qedexe îlan bikin jî dîsa Kurd xwe digihînin Amarayê û li Amara Rojbûna Rêber Apo pîroz dikin.
Şehîdên Amara yê Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan
Di 4ê Nîsana 2009’an de dîsa bi hezaran berê xwe dabûn Amareyê û meşiyabûn Amarayê. Bi hezaran welatî 25 kîlometre beriya bigêjin Amarayê, polîs û leşkeran bombeyên gazê avêtin ser girseyê. Di êrîşan de bombeya gazê li serê Mustaf Dag (27) û Mahsum Karoglan (21) ketibû. Di encama êrîşa leşkeran a li dijî meşvanên Amarayê de Mustafa Dag û Mahsum Karaoglu jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 60 kesên din ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û Bîrecîkê. Bi deh hezaran welatî li nêzî Xalfetiyê kom bûn û xwestin bimeşin Amarayê. Lê dîsa polîsan bi guleyan mudaxale kir.
Di 4’ê Nîsana 2010an de zêdetirî 10 hezar kes tev li meşê bûn. Gel posterên Abdullah Ocalan, wêneyên Mahsûm Karaoglan, Mûstafa Dag û alên konfederalîzmê, posterên Mazlum Dogan û Orhan Dogan hilgirtin. Gelek hunermendên NÇNê derketin ser dikê û stran gotin. Li ser navê girsê 900 kes çûn gundê Amarayê. Heyeta ku diçû Amarayê, di rê de li cihê ku Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan di “Meşa Amara” de ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin rawestiyan, bi qurnefil û gulan Dag û Karaoglan bibîr anîn.
Meşa azadiyê îsal jî pêk were
Sala 2024an bi taybetî piştî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023an de li sedan welatan dest pê kir û li Ewropa û Bakurê Kurdistanê “Meşa Azadiyê” pêk hatin, kelecana gel zêdetir bû. Îsal jî piştî peyamên Rêber Apo ên 27ê Sibatê û 8’ê Adarê tevlêbûna 8’ê Adarê û Newrozê zêde zêdetir kir. Girseya ku tev li pîrozbahiyên 8ê Adarê û Newrozê bû, bêtir girêdana xwe ya bi Rêber Apo re anî ziman. Ev tevlêbûna gel a 8ê Adarê û Newrozê nîşan dide ku dê îsal Meşa Amara jî bi coş û girseyî derbas bibe. Ji niha de amadekariyên 4ê Nîsanê dest pê kiriye. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi minasebeta 76’emîn salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê bi dirûşma “Em bi Civaka Demokratîk Ber Bi Azadiyê ve Dimeşin” di navbera 1 û 4ê Nîsanê de ji Amedê ber bi gundê Amarayê yê Xelfetî ya Rihayê ve bimeşin.