Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şandina alîkariyan erkekî mirovî ye’

30/03/2025
in ROJEV
A A
‘Şandina alîkariyan erkekî mirovî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\ Qamişlo

Rêvebera Ofîsa jin a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl diyar kir ku Heyva Sor a Kurd pêşkêşkirina alîkariyên mirovî  ji bo gelên Sûriyê ên ku zirar dîtine, weke erkekî girtiye li ser milê xwe û wiha got: “Em bang tevahî sazî û komleyên mirovî dikin ku bi gelê beravê re bibe alîkar.” 

Piştî komkujiyên ku li berava Sûriyê pêk hatin, ji bo pêşkeşkirina alîkariyên mirovî, di 17`ê Adarê de bi navê Insiyatîfa Gel a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hemehengiya Heyva Sor a Kurd dest bi kampaniyeke hat kirin.

Derbarê alîkariyên mirovî yên ku ji bo deverên beravên Sûriyê hatine şandin, Rêvebera Ofîsa jin a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl ji Rojnameya me re axivî.

Şêrîn Xelîl anî ziman ku bi navê Insiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemehengiya Heyva Sor a Kurd kampaniyeke alîkariyên mirovî ji bo deverên beravên Sûriyê hatin destpêkirin û wiha got: “Di 17`ê Adarê de karwanên me ji bo deverên beravên Sûriyê birêketin, herwiha bi armanca destketdayîna û alîkariya civaka elewî, 16 barhilgirên alîkariyên mirovî  ku ji 6 hezar û 350 pakêtin xwarinê û 355 ton ji ard pêk dihatin. Karwanê alîkariyan ji bajarê Qamişlo bi rêketin û ber bi beravên Sûriyê ve çû, di şeva sêşemê de gihişte bajarê Ceble yê beravê. Piştî wê  alîkarî di depoyên komeleya Yek Dest de hat bicihkirin da ku li malbatên hewcedar bên belavbikin. Di rê de karwanên me gelek zehmetî kişandin, ji ber hikumeta Şamê a nû merc kir ku logoya Heyva Sor a Kurd a ku li ser balhilgiran bû, bê rahiştin.”

 ‘Bi aweyekî rast alîkarî hate belavkirin’

Şêrîn Xelîl da zanîn ku tevî hemû zehmetiyên li herêmê Heyva Sor a Kurd û saziyên civakî yên sivîl destek da civaka Elewî û wiha berdewam kir: “Weke Heyva Sor a Kurd, saziyên sivîl û civakî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo gelên Sûriyê zirar dîtine, erkê berpirsyartiyê digire li ser milê xwe, ev yek jî ruxmî astengiyên derdikevine pêşberî me. Hêjayî gotinê ye ku berî niha Heyva Sor a Kurd destek daye mexdûrên erdhejê yên Şehba û Helebê, wê demê de me kon, derman û hemû alîkariyên pêwîst dan welatiyan. Pêşkêşkirina alîkariyan ji bo berava Sûriyê gavake erînî ye ji bo xurtkirina asta têkiliyan di navbera gelan de ên ku zererê dibînin. Di çarçoveya kampaniya Heyva Sor a Kurd de barê karwana alîkariyê li depoya Ras Eleyn a Ceblê hate valekirin, ev yek jî bi hevkariya meclisên Elewiyan û êlên din li herêmên da ku bi rengekî durist li hemû malbatên ku zirar dîtî hatin belavkirin.”

 ‘Gelên berava Sûriyê rastî astengiyên jiyanî tên’

Şêrîn Xelîl eşker kir ku gelên li berava Sûriyê jiyan dikin rastî asteniyên jiyanî tên û hate niha jî ev astengî berdewamin û wiha pê de çû:  “Rewşa gelên ku li berava Sûriyê jiyan dikin pir zehmete, herwiha gelê ku li berava Sûriyê jiyan dikin rastî astengiyên jiyanî tên, ew jî encama ku ew ji karê xwe yên di dezgehên hikumetê de hatine rawestandin, ji ber ku piraniya kesan xwe li ser deravên mehane yê ku ji karê xwe werdigirin jiyan dikirin. Ev jî astengiyeke din di dema balavkirina alîkariyan de li pêşberî me derxist, di heman demê de gelek ji kesên li wir cûrbeneqil bi wan re nehatin peydakirin ku alîkariyên xwe bibin gund û cihê xwe, ev jî hişt ku alîkarî dereng bighêje wan. Tevî ku hin komeleyên xwecihî li wir hebûn û bi hemû hewldanên xwe di belakirina alîkariyan de dikirin, lê derfetên di destê wan de ji bo pêdiviyên wan ne têrker bû. Ji bo alîkariyên ku di dema xwe de nehatin belavkirin jî têkilî û hemahengî bi şêx û hin aliyên peywendîdar li Benyasê re hate kirin ku me ji wan re bîlançûyên rast ên malbatên ku zirar dîtine xwest. Kar û xebat bi wan re jî heya niha berdewam e, da ku em ji gihiştina alîkariyan ji malbatan re piştrastkirî bin.”

Rêvebera Ofîsa jin a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl axafitina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû sazî û komeleyên xwecihî û ne xwecihî dikin ku bi gelên beravê re bibin alîkar û piştgiriyekê ji bo wan kesên ku zirar dîtine bikin.”

Post Views: 89
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.