Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘MED TV kaniya rastiyê bû’

30/03/2025
in ROJEV
A A
‘MED TV kaniya rastiyê bû’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/ Qamişlo

Yek ji damezrêner û xebatkarên kanala yekem ya Kurdî  MED TV Bedran Dere da xuyakirin ku avakirina MED TV bingeha dengê şoreşê bû û wiha got: “MED TV hewil da hemû erk û berpirsyarên xwe bicîh bîn e.”

Med TV di 30’ê Adara 1995’an de li Londonê hat damezrandin û ew yekemîn kanala televizyonê ya kurdî ye ku bi rêya satelîtê ji Ewropayê weşanê dikir. MED TV şopandina riya Mazlûm Dogan, Gurbetelî Ersoz û Xelîl Uysalan bû.

Bi boneya salvegera damezirandina MED TV ku yekem  televizyona Kurdî bû,  yek ji damzerinerê MED TV û pêşkeşvanê Stêrk TV Bedran Dere ji rojnameya mere axivî.

Damezirandina qenela Kurdî ya destpêkê MED Tv

Bedran Dere dîroka avakirina yekem kenala kurdî wiha anî li ser ziman: “MED TV di dîroka Kurd û Kurdistanê de

xwedî cihekî pir taybet e. Ew piralî û pir girîng e. Wê demê avabna kanala Tv feraseta dewletbûn û desthilatdariya dewletê bû. Fikir ew bû ku tenê dewlet dikarin saziyên wiha vekin û bixebitînin. An jî karsazên milyarder dikarin wiya bikin. Di wê demê de, kanalên TV yên taybet nû dest bi vebûna xwe dikirin. Li Tirkiyê kanalên taybet di 1993’an de vebûn. Me di sala 1995’an de vekir. Di dîrokê de cara yekem Kurdistan û zimanê kurdî bi rêya fezayê gihîşt bi milyonan. Di dîrokê de yekem car gele ku bê dewlet û satû bû xwedî TV. Ev wêne bi serê xwe hêviyek mezin dida mirovan. Ev jî ji aliyê çandî, wêjeyî ve û ji aliyê din ve ji ber ku kurd zêde ne xwenda ne, ji edebiyata devkî hez dikin û ji ber vê yekê kesên ku bi giranî di bin bandora televîzyonê de mane dîsa kurd in. Hebûna Med TV di vê wateyê de bandorek mezin kir. Kesên ku rojname û kovaran naxwînin rasterast TV temaşe dikin. Siyaseta weşanê ya MED Tv li gorî pêşketinên Kurdistanê û herêmê yê wê demê hate plansazî kirin. Taybetmendiyekî MED Tv yê wê demê ev bû ku li ser şopa Gurtbetelî Ersoz û Mazlum Doxanan weşanedeke azad bi hişmendiyekî azad dihat kirin.”

‘MED TV li ser bingeha feraseta azad weşan dikir’

Bedran Dere wiha berdewam kir: “Beriya her tiştî derfeta çêbû ku armanc û doza kurdan rasterast bigihîne gele herêmê . Bifikirin ku wan deman gerilla bi şev û roj dimeşin da ku ji gundiyan re çend gotinên li ser dozê bibêjin, hewl bidin xwe bigihînin gund û xelkê ronî bikin. Hewl dida kesekî razî bike.  Edî me bi riya Tv xwe digihand herkesî bi televizyonê nûçe, wêje, zanist û siyasetê xwe digihand her kurdî. Ger em MED TV bi yek hevokekê vebêjin, ez ê bibêjim şoreşa ragihandinê ya Kurdistanê bû. Avabûna Kurdistaneke fezayî bû. Şoreşa ragıhandıne ye. Çand, huner û zanist di nav vê de çêbûn. Bû wek okyanûsê, MED TV bû zanîngeh. Li kuderê cîhanê pisporekî kurd hebû, ji vir hat. Kîjan hunermend, şêx, mella, meşaîq û hoca nehatine? Bi hemû endam û karkerên xwe MED TV bû denge rastiyê û rê neda derew û xapandinên wê li ser Kurdan tê kirin. Di heman piştî MED TV jî gelek sazî û dezgehê ragihandin û çapemeniya azad meşiya  ev bûn berdewamiya MED TV.”

‘Ez pir keyfxweşim ku xebatkarêkî MED TV bûm’

Dere anî li ser ziman ku dê şopandina rêya dengê MED TV bikin û wiha axaftina xwe qedand: “Gelek kesên navdar yên ku doza Kurdistanê xwera bingeh girtibûn bi tevlîbûna xwe MED Tv dan naskirin, veguherînek hebû. Ji komunîstan bigire heta kesên oldar, ji ateîstan bigire heta bawermendan ji hemû bawerîyan mirov dihatin. Şoreşek bû, ti  Kurdek nikare bêje: Di MED TV de firsenda min nebû ku xwe pênase bikim. Bifikirin, partîyek nexwesta were MED TV jî, kursiya wan dihat amadekirin vala dima bi kêmanî mafê beşdarbûna wan ya telefonê hebû. Em kanaleke televîzyonê bûn ku pir bi xwe bawer dikir. Rêvebir û derhêner tedbîrên mezin girtin ku prensîbên TV-yê di karê xwe de bicîh bînin. MED Tv bibû kaniya şoreşa Kurdistanê û diherîkî. Ez jî pir keyfxweşim ku weke xebatkarekê min avakirina dengê rastiyê de cihgirt. MED Tv cudahî nedixwiste di nava gel û civakê, bibû dengê herkesê. Em jî dîsa bi boneya damezirandina MED Tv pîroz dikin û em dibêjin em ê dengê rastiyê bilindtir, xurttir bikin.”

Post Views: 178
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.