Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Riya Cîhanan şopandin berdewamiya dengê azadiyê ye’

29/03/2025
in ROJEV
A A
‘Riya Cîhanan şopandin berdewamiya dengê azadiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Viyan/Qamişlo

Pêşkêşvana Rojava TV Rolyana Ehmed diyar kir ku ew ê li ser şopa rastiyê karê xwe berdewam bikin û wiha got: “Cîhan, Nazim û Egîd bûn dengê rastiyan, em ê dengê wan xurttir bikin.”

Rolyana Ehmed li bajarê Efrînê jidayik dibe. Malbata wê li kampa Serdem ya koçberan bicîh dibe. Rolyana zanîngehê dixwîne û hem jî pêşkêşvaniya bernameya Pêşengên Şoreşê ya Rojava TV dike.

Derbarê xebatên xwe yên pêşkêşvanî û ragihandinê de, Rolyana Ehmed ji rojnameya me re axivî

‘Aliyekî koçberî, aliyekî şopandina dengê rastiyê’

Rolyana Ehmed da diyarkirin ku ji bona şanaziyeke karê ragihandin û çapemeniya azad dike û wiha got: “Ez ji bajarê Efrîn ya dagirkirî me. Ev bû demek ez kar û xebatê TV Rojava dikim û li kêlek wê zanîngehê beşa zanistên siyasî dixwînim Her wiha xebatên xwe yên hunerî jî dikim û ez li amûra gîtarê didim û helbestan dinivîsim. Ez weke jinekê Efrînê gelek bi şanazim ku xebatê ragihandinê dikim, bi rastî her çiqas zehmet be lê mirov ji bo ragihandin û bilindkirina dengê heqîqetê û li pey soza hevrêyên xwe yên şehîd Nujiyan Erhan, Rohenda, Dilovan gever û herî dawiyê herdu hevrêyên me Ş. Cihan bilgîn û Nazim Deştan ku li bendava Tişrînê bi qehremanî û lehengî ji bo ragihandin û bilindkirina dengê heqîqetê şehîd ketin, ez di karê xwe de ji bo layiqî fedekariya hemû şehîdan bim ez ê bi rih û can karbikim. Bi rastî jî ez hem weke endamekê ragihandinê û hem jî wek koçberekê Efrînê pirsgirikên civakê fêm dikim û di nav de jiyan jî dikim. Malbata min li kampa Serdem a li Şehba dima, piştî êrîşên dagirkeriyê li Şehba derbasî Hesekê bû. Ez jî, ji bona zanîngehê li Qamişlo dimînim û di heman demê de jî pêşkêşvaniya bernameyê dikim. Naveroka bernameyê mijara ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyêde jiyan dikin digre nava xwe.”

‘Kesayetên weke Mansur Yavaş dijminên dengê rastiyê ne’

Rolyana Ahmed helwesta kesayetên weke Mansur Yavaş ya li hemberî ragihandina azad rexne kir û wiha domand: “Her çiqas ez kar bikim belkî kêm e, li hember qehremaniya şehîdên welatê min. Ji bo paşverûtiya dewletên faşîst û şerên wan yên taybet li ser ragihandinên alîgir vala derbixin ez her dibêjim gerek ez her kêlî kar bikim. Dema rastiyek tînim ziman li beramberî kemîra û qederek kes guhdar dikin gelek şanaz dibim. Xebatê ragihandinê ji bo min gelek girîng e û bi taybet em di rewşek wiha da ne ji ber teknîk rolek gelek mezin dilîze, hem di milê erênî û hem jî di milê neyînî de pêwîste em her xwe pêş bixin wek xebatkarên ragihandinê da ku em herdem bibin dengê rastiyê. Bi taybet ji ber em wek jin di xebata ragihandinê de gelek rolên girîng dileyzin pêwîste em ji bo têkoşîna ku niha li bendava Tişrînê ku şervanên YPJ’ê bi çi awayî li ber xwe didin her ragihînin ji Cîhanê re û her jinek ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo doza gelê Kurd kar dike û xebat dide meşandin ragihînin. Ji bo gotina ku rêveberê şaredariya Enqere Mensûr Yavaş ku dibêje : “ku ragihandina Kurd wek perçeyên çopê ne”. Ez jî wek xebatkara ragihandinê dibêjim ragihandina Kurdan sembola berxwedanî û têkoşîna li dijî faşîstan e, ku niha faşîst dixwazin demokrasiyê ji holê rakin. Em ê ji bona kesayetên wiha vala derbixin kar û xebatên di asta jor de bikin.

‘Em ê bibin şopdarê Nazim, Cîhan û Egîdan’

Rolyana got ku riya rastiyê şopandin xwe gihandina serkeftinê ye axaftina xwe wiha qedand: ” Di dawiyê de dibêjim weke endamekê ragihandina azad wê têkoşîna me her berdewam be. Her wiha Ez soz didim ez ê rêya hevrêyên xwe yên qehreman bişopînim û di asta jor de kar bikim ku soza girêdanbûyîna min jî bi felsefeya Rêber Apo ya jin jiyan azadî û her wiha ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û pir reng ez ê her dengê heqîqetê bilind bikim. Ez ê xwe bigihînim riya Cîhan û Naziman. Riya rastî û bûyina dengê heqîqetê û xwe gihandina lûtkeya serkeftinê.”

 

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.