Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em deyndarên şehîdan e

26/03/2025
in ROJEV
A A
Em deyndarên şehîdan e
Share on FacebookShare on Twitter

Azîme Zagros

Weke jin me bi peyama Rêber Apo re îsal 8’ê Adarê û cejna Newrozê bi coş û heyecan pîroz kir. Jixwe beriya wê jî peyama Rêber Apo ya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” û piştî bi salan wêneyê Rêbertî yê hat weşandin, di nav jinan û tevahî gelan de kelecaneke mezin çêkir.

Lewma îsal ji hemû salan cudatir 8’ê Adarê û Newroz bi beşdariya mîlyonan hat pîrozkirin. Bi rastî kelecana gelê Kurd a Newroza îsal pir xweş û xwedî rengekî muezem bû. Vê pîrozbahiyê bandoreke mezin li ser tevahiya gelan û bi taybet li ser gelê Ereb ê li giştî Sûriyeyê kir.

Gelê Kurd û dostên wan li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê bi peyamên Rêber Apo re zindî bûn, heyecan û coşa wan rengê xwe veda. Ev jî cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye.

Niha jî em bi wê kelecan û coşê dikevin Hefteya Qehremaniyê ya Neteweyî. Hefteya Qehremaniyê ji bo bîranîna hevalê Mazlûm Dogan û hevalê Mahsûm Korkmaz ji aliyê Tevgera Azadiyê ve sala 1986’an hat îlankirin. Pêşengê me yê mezin Mazlûm Dogan ê li Zindana Amedê bi dirûşma “Berxwedan Jiyan e” divê em çawa têkoşîn bikin nîşanî me da, 21’ê Adara 1982’yan bi çalakiya xwe ya fedaî tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû. Pêşeng û fermandarê me yê efsaneyî Mahsûm Korkmaz (Egîd) jî bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ku guleya destpêkê li hember dagirkeriyê teqand, tirsa bi salan e dijmin di nav gelê me de belav kiribû ji holê rakir. Li şûna wê cesaret, vîn û berxwedanî di nav gelê me de belav kir.

Bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê di şexsê pêşengên me Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de em tevahî şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Li hemberî fedayetî û mezinahiya wan bejna xwe ditewînim.

Pêwîst e her kes zanibe ku ji bo şehîdên me neyên jibîrkirin divê em timî wan bi bîr bînin. Her wiha ji bo armancên şehîdên me di oxira wê de cane xwe dane werin pêkanîn divê em timî di nav berxwedan û têkoşînê de bin. Rêber Apo di nirxandineke xwe ya têkildarî şehîdan de wiha dibêje, “Bêguman di avabûna vê demê de beriya her tiştî em deyndarê hebûna şehîdên xwe ne. Ji ber şehadetan her cure lawazî û neyînî ji holê rakirin, mirovên me yên hezar carî birîndar bûn ji lawaziyê rizgar kirin û ew kirin berxwedêrên xurt.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.