Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan 5 salên xwe temem kirin

26/03/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Piştî çend rojên din, di 29`ê Adarê de dê encamên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan bêne eşkerekirin. Pêşbirka îsal ya sala 5`emîn e. Dîse bi dehan ciwanên Kurd dê têkevin hevrikî û pêşbirka peyva resen a kurdî.

Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan cara pêşîn di sala 2021`an ji hêla Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê û bi sponseriyê Komeleya Janê Xelef a Xêrxwziyê li Ingilistanê hate lidar xistin. Di pêvajoya 5 salan de bi sedan ciwan berşdarî pêşbikê bûn û helbestên xwe pêşkêş kirin. Di encama pêşbirkan de her sal xwediyên sê helbestên herî baş têne xelatkirin. Xelatên pêşbirkê jî diravî ne.

Armanca pêşbirkê ya sereke ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê têvedin qada derbirîn û afrêneriya wêjeyî ya bi zimanê kurdî.

Weke tê zanîn ku bi salan nifşên ciwan li derveyî qada afrêneriya wêjeyî ya bi zimanê kurdî mabûn. Ji ber qedexe û çewisandina li ser çand û zimanê kurdî derfeteke berfereh ya ciwan tune bû ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin û ramanên xwe derbirînin, her wiha sazî û dezgehên ku bi kar û barên çandî û nivîskariya wêjeyî ve mijûl dibûn ji bo piştgiriya ciwanan û têvedana wan ber bi qada nivîsîna bi zimanê Kurdî de ti bernameyên diyar û bi bandor pêşkêş nekirin. Lê di pêvejoya şoreşa Rojava de û piştî destpêkirina perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo hemû astên perwerdeyê, êdî nifşê ciwanan serwextî zimanê kurdî bû her wiha der barê çand û dîroka wêjeya kurdî de têra xwe bûne xwediyê agahiyan. Di rewşeke wiha de pir pêwîst bû ku ji bo ciwanan platformeke derbirîn û afrêneriyê were lidarxistin.

Ji xwe tê zanîn ku pêşbirkên wêjeyî ji bo afirînerî û jêhatîbûna di nivîsandina wêjeyî de têvedaneke xurt pêk tîne û dibe sedema pêşketina civata wêjeyî bi giştî. Pêşbirkên wêjeyî balê dikşîne ser berhema wêjeyî û derfetê dide ku ew berhem bêhtir were xwendin, ev jî dihêle ku ezmûna nivîskar di warê pêşdebirina nivîsa xwe de bihêztir bibe û li ser karê xwe bixebite da ku xelatan werbigire. Yek ji armanca pêşbirkan jî danasîna berhemê ye û bilindkirina nirxa wê ya wêjeyî ye.

Ji ber van sedema HRRK`ê weke erkekî da ser milê xwe ku vê derfertê li ber ciwanan veke û salane ji bo wan meydana nivîsîn, rikberî pêşbirkê veke. Komelaya Janê Xelef ya Xêrxwaziyê jî bi dilekî germ pêşwaziya vê projeyê kir.

Salên berê xwediyên sê helbestên herî bedew û baş dihatin xelatkirin. Lê îsal bi boneya 5 saliya pêşbirkê, hem HRRK`ê û hem jî Komeleya Janê Xelef biryar dan ku 5 helbestan xelat bike. Deriyê pêşbirka îsal weke her sal di 1`ê meha Çileyê li pêşiya ciwanan hate vekirin, diviyabû ku 10’ê Adarê deriyê beşdariya pêşbirkê were girtin, lê ji ber rewşa awarte ya li Sûriyê bi giştî û li Rojava rû dan piştî hilweşîna rejîmê, komîteya Amadekar biryar da ku dema rêkirina berheman heta 2`ê Adarê were dirêjkirin.

Komîteya nirxandina helbestên pêşbirkê dest bi karê nirxandinê kir. Komîte ji kesên di warê nirxandina helbestan pispor in pêk tê. Tê payin ku komîteya nirxandinê roja 29`ê Adarê ku roja jidayikbûna çalakvan Janê Xelef e, di civîneke çapemeniyê de encamên pêşbirkê ragihîne.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.