Zekî Bedran
Li Sûriyê rejima Baas’ê têkçû lê, rêveberiyekî demokratîk nehat avakirin. HTŞ ya ku niha li ser desthiladariyê ye, ne xwediyê feraset û bernameyekî ku bikare rêveberiyekî demokratîk ava bike ye. Ya xirab ew e. Nexwe avakirinekê rejîmeke nû niqaş û hewildanên wê dikare bê kirin. Ev normal e. Lê pirsgirêka mezin ev e ku hêza ku desthilatî girtiye li destê xwe bi zanebûn gel û hêzên hatine bi rêxistinkirin ji derveyi rêveberiyê dihêl e. HTŞ hewl dide ku li Sûriyeyê di nav qalibên teng ên mezhebî de desteser bike û bi rêve bibe. Li Sûriyê bingehekî wan ya girseyî tine bû. Berê hêzên wan tenê li Idlibê hebûn. Niha jî bi wê ferasetê û şêwazê dixwazin tevahiya Sûriyê birêve bibin. Ji bo vê jî hewl didin pêvajoya derbasbûnê heta ku ji dest tê dirêj bikin û xwe bi rêxistin bikin. Ji bo zagon û hilbijartinan demeke dirêj a çar-pênc sal danîne pêşiya xwe. HTŞ tenê bi biryara xwe vê demê diyar dike. Ew hêzên din ên li welat tevlî pêvajoyên biryargirtinê nakin.
DYA û welatên Ewropayê hemû hêzên li Sûriyeyê teşwîq dikin ku bi HTŞ’ê re peywendiyan deynin. Fêmkirina vê bi rengekî pir dijwar e. Ew bi fikar in ku ji bona HTŞ’ê dixwaze dewletek olperest ava bike û hem jî, ji lîsteya terorê dernaxin û ambargoyê ranakin, Sûriyê mehkûmî van dikin. Tê fêmkirin ku wan HTŞ wekî navnîşan dibînin, ji ber ku di vê demê de nekarîn alternatîfek din peyda bikin, lê nayê fêm kirin ku wan çavê xwe ji tiştê ku HTŞ dike re digirin. Mînak zagona demkî ya ku HTŞ’ê bi xwe çêkiriye û ragihandiye nayê pejirandin. Diviyabû hêzên weke NY, DYA û Ewropa li hember vê makezagonê helwest bigirtana. HTŞ ne xwedî armanceke Sûriyeya demokratîk e. Berovajî vê li dijî demokrasiyê ne. Ew ji Baasê zêdetir alîgirê hikûmetekî yêkdest û navendî ne. Gavên ku heta niha avêtine vê yekê têra xwe teqez dike. Dema ku hîn lawaz bin û piştgiriyeke girseyî nedin wan, ji lihevkirin û hevkariya hêzên din ên siyasî dûr dikevin. Dema ku ew bihêz bibin û welat bi dest bixin dê çi bikin, kêm-zêde dikare were payin kirin.
Niha Sûriye çawa tê birêvebirin? Rêveberiya vekirî û zelal nîne. Nîqaş ne gelemperî ne. Çapemenî ne azad e. HTŞ’ê dest danî li ser çapemeniya dewletê û bi yekdestiyekî ji Baasê xerabtir bi kar tîne. Ev çapemenî ji partî û nêrînên siyasî re vekirî nîne. Li welatekî ku çapemenî ne azad be azadî pêş nakeve û demokrasî ava nabe. Di vî warî de mirov nikare bêje ku Sûriye di nav dorhêlekî demokratîk de tê nîqaşkirin û birêvebirin. HTŞ di bin navê têkoşîna li dijî bermahiyên Baasê de li dijî Elewiyan komkujiyên eşkere dike. Hemû komkujî, sûcdarkirin û gef di bin navê bermahiyên Baasê de tên veşartin. Yên ku ne wek wan in, bi eşkereyî tên tirsandin û zext li wan tên kirin. Li dijî komkujiyên Elewiyan bertekên kêm be jî ji cîhanê derketin. Lê pirsgirêk tenê bi Elewiyan re sînordar namîne. Her wiha Elewî jî ji gef û komkujiyan rizgar nebûne. HTŞ’ê dev ji hişmendî û tûndiya xwe ya mezhebî bernedaye. Dema derfet û firsendê bibînin, ti bawerî nîne ku êrîşî Elewî û bawerî û pêkhateyên din nekin.
Hêzeke bi navê şoreşger be pêşengiya pêşketina azadiyan û avakirina demokrasiyê dike. Lê HTŞ lê dinêre ka dê jin li Sûriyê çawa porên xwe veşêrin û dê çawa wan bi şêwazên olî yên teng bisînor bikin? Civakeke ku jin azad ne be, çawa dikare azad bibe? Asta wekhevî û azadiya civakekê bi azadiya jinê tê fêmkirin. Eşkere ye ku HTŞ’ê li dijî maf û azadiya jinê ye. Ev yek bi têra xwe bi hevgirtina makezagonê û kongreya netewî ya ku wan li dar xistiye derketiye holê. HTŞ’ê di derbarê peywendiyên derve de xwedî siyasetekê zelal nîne. Wek mînak Ehmet Şara bi Rêveberiya Xweser re peymanek îmze kir. Xalek di wê de hebû ku gelê Kurd yek ji pêkhateyên bingehîn ên Sûriyê ye û mafên wî dê bi destûrî bên misogerkirin. Dewleta Tirk yekser wezîrên xwe şandin Şamê. Wezîrên Tirk gotin ku wan ji rêveberiya Şamê soz wergirtine ku di hevdîtinan de statû ji Kurdan re nayê dayîn. Di rastiyê de HTŞ’ê heta niha li dijî destwerdana Tirkiyeyê ya li hemberî axa Sûriyê û kiryarên wê yê dagirkirinê gotinek negotiye. Li hemberî herêmên ku Tirkiye dagir kiriye, ti helwestek wê nîne. Weke ku tê dîtin ev erd ji Tirkiyeyê re mane.
Eşkere ye ku HTŞ’ê ne xwediyê armanca ku demokrasî anîna axa Sûriyê ye. Di vî warî de hêzên ku li Sûriyê demokrasiyê dixwazin divê vê têkoşînê bimeşînin. Gelê Sûriyê nikare radestî hişmendiya mezhebî, paşverû ya HTŞ’ê bibe. Sûriye welatê gel û baweriyên cuda ye. Pêwîstî bi rêxistin û hevkirinên ku vê pirrengiyê hembêz bikin û rê li ber azadiyan vekin heye. Yên ku dixwazin li Sûriyeyê di nava ewlehiyê de bijîn, divê hikûmetek demokratîk armanc bigirin. HTŞ’ê hemû derfetan bi kar tîne û rêxistin dike. Hêzên rêxistinkirî ji xwe dûr dixe û dixwaze serdestiya xwe ava bike. Li hemberî vê divê jin, kedkar, rewşenbîr, bawerî û çandên cuda bi lez xwe birêxistin bikin.