Hêvî Keleş/ Qamişlo
Rojnamevan Rohat Bulut diyar kir ku ji bo demokrasî û çareseriyê pêwîst e dewleta Tirk guh bide banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: ‘‘Ya girîng ew e ku divê dewlet û desthilatdariya Tirk di warê çareseriyê de gavên pratîkî bavêj e.’’
Derbarê rewşa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de rojnamevan Rohat Bulut bersiva pirsên me da û hevpeyvîn wiha bû.
Piştî banga Rêber Apo ya ji bo aştiyê û civaka demokratîk, dewleta tirk heta niha tu gavên ber bi çav navêtine, tu vê rewşê çawa dinirxîne û dewlet pêwîste çi bike?
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aşitî û Civaka Demokratîk” ji bo gelê Kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ye. Gelê Kurd, Tirk, Ereb û hwd ên li Tirkiyeyê dijîn bi kêfxweşî pêşwaziya banga Rêber Apo kirin. Her wiha ev bang ji bo hemû çand û baweriyên li Tirkiyeyê jî gelekî girîng û bi nirx e. Heke ev bang li ser bingehekê pêş bikeve dê herkes û her alî qezenc bike. Tu kes û aliyên ku winda bike tune ye, dê gelekî kêrhatî be. Ev ji bo dewleta Tirkiyeyê jî derbasdar e. Naxwe heke dewleta Tirk di ya xwe de israr bike û bi awayekî erênî ji vê bangê re nebe bersiv dê Tirkiye bi xwe winda bike. Niha em ji pêvajoya di navberên salên 2013-2015`an de jî baş dizanin. Wê demê jî pêvajoyeke li hev hatinê û diyalogê hebû. Di nav du salan de Tirkiye di Rojhlata Navîn de bû welatekî herî xweş û di her warî de geş bû. Lê piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan pêvajo bi dawî kir di nav deh salan de Tirkiye veguherî welatekî herî bê ewle, welatekî ji bo mirovan xeternak, di warê siyasî û aborî de têkçûyî. Di heman demê de piştî bi dawîbûna pêvajoyê, siyaset û polîtîkaya antî demokratîk a bi sedhezaran welatiyên Tirkiyê koçî welatên Ewropayê kir. Ew reva ji Tirkiyeyê hêj jî didome. Li aliyê din di roja me ya îro de qeyranên Cîhanî û bi taybetî yên ku li Rojhilata Navîn rû dide rê li ber xeteriyên mezin vedike. Pergala netewe dewletî êdî riziya, civak guherînên bingehîn dixwazin. Êdî israra di statîkoparêziyê de fêde nake. Li gorî ruhê demê pêwsît e dewlet jî xwe biguher e. Pêwîste dewlet û desthilat guh bidin daxwaz û bendewariyên gelan. Guherînan pêk bînîn, demokrasiyê pêş bixin û hem civak bi awayekî aştiyane bi hev re bijîn. Di roja me ya îro de ya ji bo Tirkiyeyê ferz jî ev e. Rêyeke din a li ber Tirkiyeyê tune ye. Lewre zora guherînê li ser Tirkiyeyê ye. Ya dê bi tundî yanî mudaxaleyeke ji derve dê Tirkiye xwe biguher e, yan jî dê bi xweşî bersiva “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bide ku ji xeteriyan rizgar bibe. Mînaka, Filstîn, Lubnan, Suriye, Yemen, Misir, Tunis û hwd. li ber çavan e. Yanî bi kurtasî Tirkiye neçarî çareseriyê ye. Heke çareseriyekê pêş nexe, gavên şênber navêje dê ewê bi xwe mîna welatên din ên ku me navê wan rêz kir bibe. Aqilê dewletê bi xwe jî vê yekê dizan e. Lewma jî ev nêzî salekê ye bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinên çareseriyê dike. Lê xuyaye hêj jî desthilat, derdorên ku ji şer, qeyran û aloziyan sûdê werdigrin, ên ku berjewendiyên wan di şeran de heye naxwazin aşitî, çareserî û demokrasî pêş bikeve. Niha jî ya xuya dike ev e. Lê belê wekî me got ji derveyî çareseriyê rêyek din a li ber Tirkiyeyê tune ye.
Her wiha piştî girtina serokê Şaredariya Istenbolê Ekrem Îmam Oglum rewşa Tirkiyê aloztir bûye tu van bûyeran çawa dinirxîne û sedemên wê çine?
Sedemên ewqas êrîş, girtin, binçavkirin, alozî û hwd. Ên li Tirkiyeyê ji ber nebûna hiqûq û demokrasiyê ye. Heger li gorî hiqûqa heyî jî tevgerînek hebûya dê ewqas binpêkirinên mafan pêşneketibana. Bi salan e gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê têkoşîna hiqûq û demokrasiyê dide, bi salan e ku gelê Kurd rastî hemû binpêkirinên mafan tê. Gelê Kurd tê girtin, kuştin, gundên wan tên şewitandin, malên wan tên şewitandin, bajarên wan hatin hilweşandin, daristanên wan tên şewitandin, ciwanên gelê Kurd bi xwe hatin şewitandin, hestiyên zarokên wan ji goristanan derxistin û birin li qeyarêyan binax kirin, dîsa hestiyên zarokên gelê Kurd di torbe û qutiyan de ji dê û bavê wan re şandin, destûr nedan ku gelê Kurd cenazeyên zarokên xwe binax bikin û şûna xwe bigirin û van kiryarên bêhiqûqî û dijmirovî mirov dikare zêde bike. Lê ev mînakên ku me da rewşa nebûna hiqûqê ya Tirkiyeyê radixe berçavan. Belê dema vana diqewimî aliyê Tirkiyeyê temaşe dikir. Dîsa dema vîna gelê Kurd desteser kirin û siyasetmedarên Kurd avêtin zindanan gelekan lê Temaşe kirin. Lê li cihekî ku hiqûq tune be dê her kes para xwe ji binpêkirinên mafan bigir e. Îro tişta ku li dijî CHP`ê û şeredariyên wê pêş dikeve ji ber bêdengiyên wan ên demên borî ye.
Ji bo ku li Tirkiyê demokrasî çêbibe û çareserî pêkwere, ji bo ku ev pirsgirêkên heyî çareser bibin pêwîste çi were kirin?
Ji bo demokrasî û çareseriyê pêwîst e beriya her tiştî dewleta Tirk guh bide banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Pêwîst e bi gelê Kurd re li hev were û aştiyeke mayînde pêş bixe. Di serî de gelê Kurd hemû gel, civak, çand û baweriyên li vê erdnîgariyê bi mafên xwe yên xwezayî û mirovî bijîn. Dîsa pêwîste ku hemû mafên xwezayî yên mirovan bi qanûna bingehîn bê misogerkirin. Pêwîst dike ku bi guherîna makezagonekê her kes bigihêje mafên xwe yên demokratîk û civakî. Çareseriya vê yekê jî Rêber Apo pêş dixe û pêşniyar dike. Tenê ya girîng ew e ku dewlet û desthilat di warê çareseriyê de gavên pratîkî biavêje e.