Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hemû alî yerkrêziyê û konferansê dixwazin, lê ENKS’ê bêbersiv e’

25/03/2025
in ROJEV
A A
‘Hemû alî yerkrêziyê û konferansê dixwazin, lê ENKS’ê bêbersiv e’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Kurdî Luqman Ehmê diyar kir ku hemû aliyên kurdî erêkirine li ser belgeya netewî ya kurdî lê ENKS’ê û partiyên wê qebûl nakin û got, “Beşdarbûna hemû aliyên kurdî hêzeke ji bo konferansê, her kes vê konferansê û hevrêziyê dixawze lê ENKS’ê bêbersiv e.”

Lidarxistina Konferansa  Kurdî yek ji biryarên herî girîng e ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê(KNK) di 21’ê Berfanbara 2024’an de, da. Di daxuyaniya KNK’ê de hat ragihandin ku ew amadekariya xwe dikin ji bo lidarxisitina konferanseke netewî-kurdî.

Piştî gelek danûstandinan û xebatên hevrêziya kurdî hîna jî ev konferans li dar neketiye û ji ber hin astengiyan dîroka wê nayê zanîn.

Di derbarê lidarxistina vê konferansê de û xalên ku dibin kelem ji bo lidarxistina wê, endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Kurdî Luqman Ehmê ji rojnameya me re axivî.

‘Hemû gavên ku wê konferansê bi ser bixe, amade ne’

Luqman Ehmê da zanîn ku hamû gavên ku wê konferansê bi ser bixe hatine amadekirin û wiha bilêv kir: “Bêtirî 3’ê mehan e Komîteya Amadekar a ji bo lidarxistina Konferansê Kurdî amadekariyên xwe dike. Plana me jî ew e ku hemû aliyên kurdî ku nûnertiya gelê kurd dikin, beşdarî vê konferansê bibin. Ji xwe ev komîte ji tevahiya kesayetên serbixwe, saziyên civaka sivîl, tevger û partiyên kurdî hatiye avakirin. Li ser vê bingehê  me nerîna bi hemû partî, saziyên civaka sivîl û hwd… derbarê konferansê û hevrêziya kurdî giritine, hemû alî erê kirine li ser konferansê. Herwiha hemû aliyên ku me ew dîtin wê tevlî konferansê bibin, hem jî gavên ku vê konferansê biser bixe amade ye. Lê ev 4 caran em vexwendinê ji bo beşdarbûna ENKS’ê û partiyên girêdayî wê dişînin, bêdengiyek ji hêla wan ve heye.”

‘Hemû alî yerkrêziyê û konferansê dixwazin, lê ENKS’ê bêbersiv e’

Ehmê destnîşan kir ku hemû aliyên kurdî, Amerîka û Ferensa dixwazin yekrêzî çêbibe, hem jî konferanseke giştî li dar bikeve, lê ENKS’ê bêdeng e û wiha domand: “ENKS’ê ku dibêje me hemû pirsgirêkên xwe bi PYD’ê re çareser kir, me jî daxuyanî da û got ku eger we digot em tevlî konferansê nabin ji ber ku hin pirsgirêkên we bi PYD’ê re hene, lê vaye we ev pirsgirêk çareser kirin, em dîse we vedixînin konferansê. Piştî vê yekê jî hîna bersiveke erênî ji ENKS’ê hemû partiyên girêdayî wê nehatiye. Ev yek jî cihê maxbîniyê ye ku beşek ji partiyên kurdî naxawzin tevlî konferansê bibin û naxwazin yekrêjiya kurdî pêk were. Bi taybet di vê dema hestiyar de, em ji bo yekrêziya kurdî gelek hewldanan dikin, gelek aliyên navbênkar hene û piştgirya van danûstandinan dikin. Da ku ev mijar bigihêje serî Cenêral Mezlûm Ebdî, Amerîka û Ferensa peywendiyan di navbera partiyên kurdî de dikin. Aliyên navbênkar jî dixwazin ENKS’ê beşdarî konferansê bibe û yekbûnek di navbera hemû partiyên kurdî de çêbibe, lê tevî wiha jî ENKS’ê bêbersiv e.”

‘Beşdarbûna tevahiya aliyên kurdî, hêzê dide konferansê’

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Kurdî, Luqman Ehmê tekez kir ku beşdarbûna hemû aliyên kurdî hêzê dide konferansê û wiha got: “Niha reşnivîsa ku wê di konferansê de bê nîqaşkirin, amade ye, partiyên ENKS’ê jî li ser reşnivîsê erê kirine, lê ENKS’ê wê belgeya netewî ya ku wê di konferansê de bê ragihandin erê nekiriye. Astengiyên ku dikevin pêş yekrêziya kurdî û lidarxistina konferansê hemû li cem ENKS’ê mane. Daxwaza ENKS’ê ew e ku ew û PYNK’ê tenê di qadê de hebin, danû standinan bikin, ENKS’ê îradeya aliyên kurdî yên din ber bi çav nagire. Herwiha dibêje em û PYNK’ê hene, divê hemû partiyên din tevlî me bibin. Hişmendiya ENKS’ê û mijarên kesayetî hîna berdewam dike, ev yek nayê qebûlkirin, em weke Komîteya Amadekar a konferansê dixwazin nûnerên tevahiya gelê kurd di vê konferansê de beşdar bibin, vîna kurdan di konferansê de amade bibe û nûnertiiya gelê kurd bê kirin. Wekî em dizanin beşdarbûna tevahiya nûnerên kurdan di konferansê de wê hêzê bide belgeya netewî û bibe pişt ji bo şandeya ku têkiliyan bi desthilata Şamê ya nû re bike. Lewma jî divê aliyên ku serperiştiya peywendiyan dikin bikaribin ENKS’ê bi awayekî bidin razîkirin ku tevlî konferansê bibin. Aramac jî ew e ku mafê gelê kurd di sibeoja Sûriyê de misoger bibe.”

Post Views: 89
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.