Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi Ruhê Egîdan wê Şoreşa Kurdistanê bi serkeve

25/03/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Waşûkanî

Di bin fermana rêheval û fermandar Egîd (Mahsum Qorqimaz) de, di sala 1984’an de yekîneyên Hêzê Rizgariya Kurdistranê; li Botanê û bi taybet jî li çiyayê Gabarê ku bi navê warê, Egîdan têye naskirin ew yekîneyên HRK ê têne sazûman kirin. Û îro jî em dibînin ku bi hezaran şêre jin û qehremanên, dilêr berê xwe didin Botana rengîn û li hevoka ku Rêber Apo di salên; 1990’î de gotiye xwedî derdikevin û ji Rêber Apo re dibin bersiv û ew hevoka, Rêber Apo jî wiha bûye: Keçên ku ji min hezdikin bera berê xwe bidin, Botana Egîdan û ev hevok ji ji keç û lawên Kurdistanê re; her bûye weke şîreta herî guncav û qefle bi qefle, berê xwe didin Botanê û li keda rêheval û fermandarê serkêş Egîd xwedî derdikevin. Û weke ku têye zanîn ji dîroka şehadeta rêheval Egîd, de bi sedan Egîd, Erdal, Mêrxas û Ezîme, Zinarîn, Bêrîvan û Nûdayan li ser wan çiyayan şer kirine û bi qehremanî gîhaştine şehadetê.

Bi pêşengtiya fermandar Mahsum Qurqimaz (Egîdê çiyayê Gabarê) ji sala, 1984’an de û heyanî 28. 3. 1986 an fermandarê qehreman Egîd her di refên pêşîn de; şer kir û kordîna bi dehan çalakiyên bibandor û serkeftî kiriye: Û herî dawiyê jî di 28 adara sala 1986’an de û di kêliyên, çalakiya li ser wargehê dijminê Tirk de; li çiyayê Gabarê digihêje şehadetê. Û şehadeta mêrxas û lehengê çiyayê Gabarê rêheval û fermandar, Egîd ji bo tevgera azadiyê û şoreşa Kurdistanê re bû wendahiyeke; pir mezin û ji Rêber Apo û tevahî gerîla û gelê Kurdistanê re, bû ciyê xembariyeke mezin. Lê gerek were zanîn ku bi dehan ciwanên Kurdistanî keç û xort, berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û çeka fermandar Egîd; li erdê nehiştin û tola fermandarê xwe ji neyaran, rakirin û tekoşîna rizgariya Kurdistanê berdewam kirin.

Û îro jî em dibînin ku şer, tekoşîn û keda fermandar Mahsum Qurqimaz, li her devera welat berhema xwe  dide û ji tevahî gelên bindest re; bûye ciyê îlhama tekoşînê. Gerîlayên çiyayê Gabarê ku bi yekîneyekê û bi çend çekan, îro jî bûye bihezaran û dijminê xwe xustine nava qeleqeke; mezin de ku hew karin rê li pêşiya wan bigirin û pêşveçûna wan engel bikin. Rêheval û fermandar Egîd bi îlan kirina HRK ê Hêzên Rizgariya Kurdistanê xwest ku, xwedî li berxwedana zindana Amedê ya li hemberî contaya faşîstên Tirk;  derkeve û ji qehreman û berxwedêr Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Xeyrî Dormûş, Akîf Yilmaz û berxwedana agrê canê çaean xwedî derkeve û tekoşîn û berxwedana wan, li serê çiyayêKurdistanê berdewam bike. Û gerîlayên qehreman jî sozdariya xwe bi Egîd ê çiyayê Gabarê re, çalakî berdewam kirin û roj bi roj hejmara xwe zêde kirin û bûn bi hezaran.

Û roj bi roj tekoşîna gerîla xurt bû û li çar perçeyên Kurdistanê hate, belav kirin û şerê gerîla yê demdirêj wergeriya şerê geşê şoreşgerî û em îro jî; dibînin ku gelê Kurd li her devera Kurdistanê serê xwe, li hemberî zûlmê rakiriye û li kêleka zarokên xwe; yên tekoşer li berxwedidin û destanên qehremaniyê xêzdikin. Weke ku em îro şahîdiyê ji berxwedana gelê Kurd yê, li Bakur û Rojhilatê Suryeyê ku 78 rojên xwe li ser; bendava xêretê û tekoşîna wan a  bêhempa ku mirov jê îlhama, tekoşînê digire. Û weke ku têye zanîn heyanî roja me ya niha gelek, mirovên çalakvan ên welatparêz gihaştine şehadetê û gelek ji wan jî; birîndarin û hin ji wan jî gazî bûne. Bi vê mebestê ez ji melbatên şehîdan re sersaxiyê dibêjim: Û ji birîndaran û gaziyan re jî şîfaya lezgîn hêvîdikim.

Em gelê Kurd xwedî neyarekî wiha ser hişkin ku ji, aşîtî û lihevhatinê û xwişk û biratiya gelan tiştekî famnake û tenê; ji rijandina xwînê û înkarê famdike û her hewildide ku serê gelê Kurd, bi darê zorê bi tewîne. Lê mixabin dewleta Tirk û rayedarên wê xwe di van mijaran de, gelekî di xapîne û fikir dikin ku gelê Kurd weke berê ye; ji bo wê careke din ez dibêjim: bera dewleta Tirk a talanger û êrîşkar hew xwe bixapîne û gerek zanibe ku gelê Kurd, pir hatiye guhertin û tenê wê li Rêber Apo guhdar bike û tenê wê li ked û berxwedana; qehreman û Egîdan xwedî derkeve û tekoşîna wan berdewam bike. Heyanî ku gelê Kurd nebîne ku dewleta Tirk were ser hişê xwe û doza, çareseriya pirsgirêka gelê Kurd bi rêbazên aşîtîyane û demokratîk bi xwaze û xwedî; li keda Rêber Apo derkeve û rêbazê wî yê çareseriyê qebûl bike.

Di peyama Rêber Apo a ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd ya bi rengekî aşîtiyane û demokratîk de îlham û ahengeke pir cûda; xwe dida der û Rêber Apo gotiye ku ez ji her wextê zêdetir, ji çareseriyê re hazirim û hêviyên min mezinin. Ez jî dibêjim hêviyên me jî gelekî mezinin û em ji Rêberê xwe, bawer dikin û ji her fermanê re hazirin û tekez wê rojek were ku; gelê Tirk jî ji xapandinê şiyar bibe û li keda Rêber Apo xwedî derkeve û doza çareseriyê, bike û wê wan serok û rayedarên xwe yên ku bûne weke kevirên di devê riya çareseriyê de: Dadgeh bike û wan ji welat biqewitîne yan jî wan, bavêjin binê zindana û hêviya min bi paşerojê gelekî xurte. Careke din ez dibêjim gelê Kurd ji çareseriyê re hazire û li benda, gavavêtina rayedarên dewleta Tirke ku xwedî li bangewaziya; Rêber Apo derkevin û banga aşîtiyê qebûl bikin û jêre bibin bersiv.

Cardin jî ez dibêjim ku hefteya qehremantiyê di dîroka gelê Kurdistanê de, tekoşîna ku herî zêde wateyê dide rastiya gelê Kurd û parastina hebûna wan. Û bi guleya yekemîn a devê tivinga Egîdan tekoşîna gerîla, deng veda û belavî tevahî Kurdistanê bû. Û îro jî têye dîtin bêka çawa gelê Kurd tevî rêheval, dost û nasên xwe, Newroza Rêber Apo pîroz dikin û li tevahî herêma Rojhilata Navîn û Cîhanê; bi zimanê Kurdî ji hêla xerkên biyanî ve Newroza gelê Kurd, hate pîroz kirin û ev jî bi rengekî xwazayî qebûl kirina rastiya gelê Kurd e û ew jî bi tekoşîn û keda: Rêber Apo hate qezenc kirin û ez bi xwe hewildan, name û peyama Rêber Apo weke şoreşekê digirime dest û dibêjim: Her dema ku pêvajo hatiye xetimandin Rêber Apo hewildaneke, pir xurt raber kiriye ku pêşiya pêvajo û çareseriyê veke.

Û ez bi xwe jî xwedî hêviyên pir mezinim bi çareseriya, demokratîk a pirsgirêka Kurd û dibêjim peyama Rêber Apo di wext û ciyê xwe yê guncav de; hat û weke mizgîniya serkeftinê pêşkêşî raya giştî û dewleta Tirk kiriye hate kirin. Û niha jî li ser gelê Kurd û dewleta Tirk maye telûqkirin û weke ku; em tevahî jî di şopînin bêka gelê Kurd çawa hewildanên xwe yên xurt, didin raber kirin û yên mayî jî dikeve ser şanê dewleta Tirk ku gavên xwe yên ji bo çareseriyê bavêjin. Careke din ez fermandar û serkêş Mahsum Qurqimaz, bibîrtînim û bi hurmet û minetdarî bejna xwe li hemberî bîranîna fermandar Egîd û tevahî şehîdên qehreman; di tewînim û dibêjim em ê tekoşîna we bi serkeftinê tacîdar bikin.

Bijî Rêber Apo, bijî fermandar Egîd û tevahî şehîdên çeleng û qehreman. Bijî yekitiya gelan û xwişk û biratiya wan. Jin jiyan azadî.

Post Views: 129
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.