Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê têkoşîna jinan bi hev re di Sûriyê de berdewam be’

24/03/2025
in NÛÇE
A A
‘Wê têkoşîna jinan bi hev re di Sûriyê de berdewam be’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Pilatforma Çalakiyên Hevbeş A Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriya jinên berava Sûriyê û şermezarkirina komkujiyên di derheqê wan de, daxuyaniyeke nivîskî da û têde kampaniyek ji alîkarî û piştgiriyê da destpêkirin.

Pilatforma Çalakiyên Hevbeş A Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Di bin dirûşmeya “Hevgirtina Jinên Sûrî, Bingehek Ji Bo Rawestandina Qirkirinê Li Ser Jinan Di Berava Sûrî De” daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniyê de kampaniya piştgirî û alîkariyê da dastpêkirin. Daxuyanî li Satdyoma 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo ji aliyê endama Koordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Omer ve bi zimanê erebî hate xwendin.

Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Ev zêdetirî 10 sala ye ku Sûriyê di nava şer, tundî û hilweşandinê de dijî. Xaka Sûriyê bûye qadeke ji bo pevşçûnên navxweyî û navdewletî, di encama vê yekê de gelê herêmê berdêlên giranbûha ji xwînrijandin, koçberkirin, hilweşandina aborî û civakî da. Xwen ew bû ku piştî hilweşandina rêjîma Baasê ropeleke nû bê vekirin û Sûriyeke pirrengî ku azadî û dadmendiyê ji hemû pêkhateyan re misoger bike, bê avakirin. Lê tevî ewqase berdêl jî, dîsa li gorî ku em dibînin li Sûriyê sînaryoya desthilatdarî û dûrxistinê dûbar dibe. Hêzên hegemon hewl didin ku xwe li ser sînaryoya siyasî di rêya hegemoniya pranî û paşguhkirina pêkhateyên Sûriyê, di destpêkê de jin feriz bike.

Sazkirina komîteya kongra Niştîmanî û ragihandina reşnivîsa destûrê demikî têgeheke xeter nîşan dide ku şêwazê desthilatdariya berê dûbar dike, nerînên yek alî ji bo pêşeroja Sûriyê feriz dike, beyî rêzgirtina cihêrengiya civakî, çandî û hiqûqnasî di welat de. Rengê vê hişmendiya yekalî tenê nûkirina aloziya ne, ev hişmendî bi xwe jî Sûriyê gihand asta ku îro ji kirîz û aloziyan jiyan dike. Di heman demê de desthilatdariya navendî ku vîna gel bi salan paşguhkirin û pêkhateyên din ji avakirina biryarên Sûriyê dûr xist. Di kêliya ku divabû bibe destpêkirina dadmendî û naskirina ji hev re be, lê sînaryo xwe dûbar kir, mîna berê têde pêkhate û bi taybet jin hatin paşguhkirin.”

Daxuyanî wiha hate domandin: “Bûyera ku îro li Berava Sûriyê rû dide, qirkirinên komî ne û ew sûcên ku nabe mirov li ser bêdeng bimîne. Ev sûc encama rasterast a siyaseta hikûmeta heyî ye ku komên çete di nava pergalên ewlehiyê de hewand beyî ku li dîroka wan a tijî sûc veger, di serî de Ebû Emşa û Ebû Hatim El-Şeqra ji xeyînî van hin kesên din ku destê wan di gelek sûcên mirovahiyê de hene. Sûcên ku di derheqê sivîlên mezheba elewî di bin navê “Têkbirina bermahiyên rêjîmê” pêk hat, ew tenê hedefgirtineke hovane dirheqê malbatên bê guneh bû, piraniya qurbaniyan ji jin, zarok û kesên bi temen mezin bûn. Li şûna pêkanîna dadmendiyê, kesên ku ev sûc pêk anîn tên parastin beyî bên cezakirin, ev jî di nava bêdengiyek navdewletî de pêk tê.”

Di daxuyaniyê jinan banga bidawîkirina komkujiyan kir û wiha hate got: “Em weke Pilatforma Çalakiyên Hevbeş A Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî van komkujiyên hovane yên di derheqê mezheba elewî şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo wan nîşan didin. Em tekez dikin ku çarseriya siyasî ya rasteqîne pêk nayê bêyî cezakirina berpirsyarên van sûcan. Di nava vê aloziya heyî de jin hêzeke çalak ku kare jinûve Sûriyeke li ser bingehê demokratîk û dadmendî ava bike, hate dîtin. Têkoşîna jina Sûrî ya di salên bûrî de kir, rola wê di berxwedan, rêxistina siyasî û civakî de tekez dibe ku pêkanîna aşitîyê bêyî beşdarbûna jina di avakirina biryaran de nabe. Em weke Pilatforma Çalakiyên Hevbeş A Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû jinên Sûriyê dikin ji bo yekirina hewldan û xebata hevbeş û sînorekî ji tundiyê re bê dayîn, herwiha Sûriyeke li ser bingeha hemwelatiya wekhev were avakirin. Em qebûl nakin ku jin tenê weke amûr bê bikaranîn û rola jinê di avakirina Sûriya nû de bê paşguhkirin.”

Daxuyanî wiha hate qedandin: “Em weke Pilatforma Çalakiyên Hevbeş A Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampaniya piştgiriyê ji bo jinên berava Sûriyê radighînin, herwiha têkoşîna jina di Sûriyê de bi hev re wê berdewam be.”

Bernameya Kampaniyê wiha ye:

Di bin dirûşmeya “Hevgirtina Jinên Sûrî, Bingehek Ji Bo Rawestandina Qirkirinê Li Ser Jinan Di Berava Sûrî De”

-Kampaniya di 24’ê Adarê heya 29’ê wê berdewam be.

– Destpêkirina kampaniya komkirina alîkariyan.

–  Destpêkirina kampaniya komkirina îmzeyan.

– Şandina nameyekê ji bo aliyê peywendîdar da ku binpêkirinên di derheqê jinên li berava Sûriyê bê rawestandin.

– Lidarxistina çalakiyeke protistoyî ji bo şermezarkirina komkujiyên di derheqê jinên li berava Sûriyê pêk tê.

– Rêxistinkirina meşên jinan ji bo piştgiriya jinên li berava Sûriyê.

– Lidarixstina Şanoyekê di derbarê komkujiyên berava Sûriyê.

– li dar xistina şevbuhêrkekê der barê komkujiyên derheqê sivîlan li berava Sûriyê.

– Lidarxistina formek diyalogê ji bo jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser binpêkirin û komkujiyên di derheqê jina Sûriyê de pêk tê, herwiha helwesta jinan ji reşnivîsa destûrî ya demikî.

– Destpêkirina kampaniyeke hatşagê di roja dawî ya kampaniyê de.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.