Volqan Elî
Çîn welatekî pir dûr e. Hûn niha di vê serdema feza û înternetê de lê mêze nekin ku dinya me wekî gundekî biçûk lê hatiye. Li Rojhilata Navîn, ji beriya vê 40-50 sal, ji bo ku çiqas dûr e vî welatî tarîf bikin jê re digotin Çîn û Maçîn… Werhasil, ev welat ne tenê bi dûrbûna xwe bi nav û deng e, bi gelek tiştên xwe… Şoreşa Mao li cîhanê pêşî li şerê gel ê şoreşgerî vekir. Bi dehan gelan bi şerê gel û gerîla dan ser şopa vê şoreşê û difna dagirkeran, bi erdê vê dan.
Mebesta me ne rawekirina vê şoreşê ye lê em dixwazin bi gotinek pêşiyên vî welatî efsanewî, dest bi nivîsa xwe bikin: “Hin mirin hene wekî çiyayê Tay giran in, hin mirin jî hene wekî perikê çûkan sivik in.” Belê, va ev gotinên kalik û pêrikên Sîniyan (Çîn), bi gotina me Kurdan bi qasî çiyayê Agirî giran û watedar e. Eger kêmasiyên tercumeyê nebin, têra xwe aşkere ye û ne pêwîst e tiştek li ser were gotin. Yanî çi?
Wefata Hz. Mihemed, Hz. Îsa bifikirin hê jî tinebûna wan li cîhanê olan dide. Piştî Hz. Mihemed, Îslam di destê Muawiyeyan de bû dagirkeriya li ser gelan, bi DAIŞ’ê re li ber dilê kesên ku Îslama Mihemedî nizanin, tevî Îslamê, Rojhilata Navîn jî reş bû. Tenê ev yek, wekî dibêjin parçeyekî bi qasî zere-î misqalê ye di nebûna wî de… Dîsa Hz. Îsa, çawa ku bi çêbûna xwe mîladek afirand, li xaçê dana wî jî bû mîladek. Romiyên ku ew li xaçê dan û qetlkirin, piştî 300 salî hatin ser dînê wî. Pir neçû ew împaratoriya Roma ya qerase ku hemû cîhan vegirtibû, wekî pêşiya ketibû nav serê Nemrût, Romaya Pîroz bi gurminiyeke pir mezin hilweşiya û kete nav rûpelên dîroka reş.
Vaye encama mirinên wekî çiyayê Tay giran! Lê Hîtler çawa mir, kê bihîst? Li cihê destavê… Wekî perikê çûkan sivik û bê qiymet… Bandora mirina wî ewqas bû!
Çawa ku pêşiyên Sîniyan wisa gotiye, hin bang jî hene, xwediyê wê bi xwe lê bawer nakin û nabihîzin jî… Banga komara Tirkiyê ji bo gelê Kurd, ku timî dibêje “teslîm bin” wisa ye. Lê hin bang hene, dîrokî ne; wekî banga Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk.
Dîsa, hin bang hene, dîrokî ne lê tenê li muhatabê xwe digerin; muhatabên wan jî fedayiyên gel in, dostên gel in. Dema ku wan dibînin, wezîfeya xwe ya dîrokî temam dikin. Dibe ku gera van bangên dîrokî, bi dehan, bi sedan sal bidome. Piştî ku digihîjin xwedî-armanca xwe dibin civak, dibin pêşeroja ronahî, dibin rizgariya gelan…
Banga Mazdek, Babek, Halac-î Mansûr, Şêx Seîd, Seîd Riza, Qazî Mihamed, Deniz Gezmiş, Leyla Qasim, Kemal Pîr, dema ku di awirên Asya Ali de wekî çiyayekî ji agir lê hat, wezîfeya xwe ya dîrokî temam kir. Lê bangên dîrokî yên wekî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, hem ji bo dost û hem jî ji bo dijminan.
Rêber Apo, bi kurtasî bi vê bangê jixwe re du hedef girtine: Ya yekê, hêzên gelan; PKK, gelên bindest, civaka demokratîk tev muhatab in. Ya duyemîn, Komara Tirkiye, dewletên hakimên cîhanê û herêmê…
Bi qasî ku xuya dibe hem hêzên gelan hinekê ji Rêber Apo fêm kirine, bersiva erênî dan û hem jî hêzên dewlêtên hakimên cîhan û herêmê jî, nêzîkatiyeke xirab nekirin.
Lê pirsgirêk dîsa Komara Tirkiyê ye. Dîsa fêm nekir. Qey got “dema Abdullah Ocalan bang bike, her kes tê teslîm dibe û her tişt xelas dibe. Ne hewce ye ez xwe biguherim, civaka Kurd, gelên din nas bikim… ma, heq çi ye?”
Berevajî… Banga Rêber Apo, du alî, heta sê alî, çar alî… pir alî ye. Tev cîhan di nav de ye. Destpêkê Gelê Kurd û Komara Tirkiyê… gelê Kurd, PKK got, “temam, ez amade me xwe biguherim”. Komara Tirkiyê heta bi niha neketiye tevgerê, wê çi bike ne xuya ye. Eger niyeta wê hebe ku hin guherînan bike jî, şênber tiştek tine. Negotiye “ez ê vê bikim, vê nekim”. Ne çê û ne xirab (ruxmî ku bi nivîsê em wisa dibêjin, ne şer û ne jî dagirkeriya xwe sekinandiye) ji bo aşitî û guherîna demokratîk neketiye tevgerê. Divê, ji bo berjewendiyên xwe be jî, zûtirîn dem bikeve tevgerê! Çima?
Gelê Kurd bi sedan sal sebir kir, PKK 50 sal sebir kir. Lê dewletên emperyalîst wekî qirereşk her roj nexşe diweşînin yanî sebra wan tine. Eger Tirkiye guhertinên Bangawaziyê neke meriyetê, ne dûr e bibe beretaya (cesed) ber qijik, qirereşk û teyrên bereteyan.
Bila li dawiya dostê Tayip, dawiya serê Beşar Esed binêre û ji xwe re bifikire!