Hemza Sêvo/ Qamişlo
Komxbata ‘Nasnameya Kurdî Di Reşnivîsa Destûra Sûriyê de’ hat lidarxistin. Têkilarî wê çalakvanê siyasî yê ji Deriayê Zeydûn Elzuibî diyar kir ku Reşnivîsa destûra Sûriyê bi neyînî li pêkhateyan dinere û got “Divê mafê kurdan ê çandî, siyasî, perwerdeyî û hwd di destûra Sûriyê de bê dayîn”
Îro ji hêla Tora Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ve komxebatek bi navê‘Nasnameya Kurdî Di Reşnivîsa Destûra Sûriyê de’ bi beşdariya gelek siyasetmedar, partiyên siyasî û mamoste li Zanîngeha Rojava li dar ket.
Di vê komxebatê de, çalakvanê siyasî, Zeydûn Elzuibî ku ji Derayê ye semînerek da û nîqaşên berfireh ji hêla wî û kesên amade ve hatin kirin, naveroka semînerê jî li ser reşnivîsa destûra Sûriyê û mafê gelê kurd bû.
Derbarê vê komxebatê de Zeydûn Elzuibî ji rojnameya me re axivî.
‘Reşnivîsa destûra Sûriyê bi neyînî li pêkhateyan dinere’
Elzuibî da zanîn ku reşnivîsa destûra nû bi neyînî li pêkhateyên Sûriyê dinere û wiha destnîşan kir: “Komxebata ku hat lidarxistin, têkildarî naveroka reşnivîsa destûra Sûriyê bû. Di serî de li ser nasnameya kurdî di reşnivîsa destûrî de, gelo çiqasî mafê gelê kurd hatiye dayîn an jî hatiye xwarin. Reşnivîsa destûrî bi rengekî neyînî li pêkhateyên heyî yên Sûriyê dinere, em dizanin Sûriyê ji gelek pêkhateyan tê xemlandin, gelê kurd, ereb, suriyan, şerkes, tirkmen û hwd… . Herwiha destûrekî bi vî rengî xwedî kêmasiyên pir meizin in. Di komxebatê de me mijara dîroka destûrên ku hatine çêkirin anî ziman, hem jî tê de hat xuyakirin ku çiqasî ola Islamê serwer bû li ser ol û baweriyên din. Ya girîng ew e ku di dema heyî de piştî derxistina reşnivîsa destûra nû em karibin destûreke mayînde ya pirreng ji bo gelên Sûriyê saz bikin. Ji bo vê yekê jî têkoşîna gelên Sûriyê pêwîst e.”
‘Divê mafê nasnameya kurdî yê çandî, siyasî, perwerdeyî û hwd bê dayîn’
Zeydûn Elzuibî diyar kir ku divê mafê çandî, siyasî û perwerdeyî bê dayîn û wiha domand: “Di roja îro de hebûna mafê kurdan di destûra Sûiriyê ya nû de, mercekî girîng e û dest jê nayê berdan. Di serî de mafê gelê kurd ê siyasî û çandî li Sûriyê heye. Di warê siyasî de divê dengê gelê kurd, di saziyên rêvebirina Sûriyê, hikumet û perlemanê de, hebe. Li aliyekî din jî mijara çand û rewşenbîriya kurdî tiştekî girîng e. Weke ziman, çand û wêjeya gelê kurd, sembol û rojên netewî yên vê netewê. Nemaze Cejina Newrozê, ev roj weke sembola azadiyê ye, divê bibe rojeke netewî ji bo tevahiya gelên Sûriyê. Herwiha em dibînin ku zanîngeh, dibistan û saziyên perwerdeyî yên kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Ji ber ku hejmara kurdan a duyem e li gorî gelên Sûriyê, divê zimanê kurdî bibe zimanê duyem ê Sûriyê. Lewma jî divê mafê gelê kurd ê ziman, çand û siyasetê di destûra Sûriyê de bê parastin, ji ber ku nasnameya kurdî bûye beşek ji nasnameya sûrî.”
‘Nenavendbûyîn bijarteya herî guncav e ji bo gelên Sûriyê’
Çalakvanê siyasî Zeydûn Elzuibî da zanîn ku sîstema nenavendî riya herî guncav ji bo gelên Sûriyê ye û wiha domand: “Min lêkolîn li ser destûrên Sûriyê çêkirin, ev destûr xwedî kêmaniye, hem jî hin xalên wê yê erînî hene li gorî destûrên kevin di dîroka Sûriyê de. Herwiha min lêkolîn li ser Hevpeymana Civakî jî çêkirine, aliyê erînî tê de hene û aliyê baş tê de hene, sîstema Rêveberiya Xweser sîstemeke baş e, lê pirbûna saziyan û qadên rêvebirinê pir in, ev yek jî dibe asteng. Li gorî sîstemên federal û nenavendbûyînê yên cîhanî, heya 3 qadên rêvebirinê çêdibin ku xebata rêvebiririnê dikin, lê li gorî Hevpeymana Civakî, 6 qadên rêvebirinê hene ev yek jî tevlîheviyê diteyîsîne. Da ku tu pêkhate ji destûra Sûriyê û siberoja wê neyê dûrxistin, herwiha mafê hemû pêkhateyan bê parastin. Sîstema rêvebirina xwecihî û nenavendbûnê li hemû deverên Sûriyê riyeke herî guncav e. Hêviya me gelek mezin e ku destûr were guherandin û sîstema nenavendbûnê bê çêkirin. Lê divê gelên Sûriyê têkoşîneke mezin bikin da ku sîstema hevbeş û nenavendî bidin pêkanîn.”