Ronaz Silêman/Qamişlo
Parêzer Qeherman Îsa diyar kir ku piştî hilweşandina rejîma Baas hêviya hemû pêkhate û gelên Sûriyê hebû ku destûrek bê pejrandin li gorî daxwazên wan. Lê ragihandina reşnivîsa destûrî ya nû rengê Sûriyê di nav xwe nehewand û dûrî şêwazê demokratîk bû û got, “Aramiya Sûriyê hêzên QSD’ê ne.”
Di 13’ê Adarê de Ehmed El Şeri “Danezana Destûrî” îmze kir. Komîteya Sazkirina Danezana Destûrî li Sûriyê ya ku ji hêla desthilata Şamê ve hatibû erkdarkirin, radestî serokkomar Ehmed El Şeri hatibû kirin û wî jî îmze kir. Destûr ji gelek bendan pêk tê û ji wan bendan ew e ku qonaxa veguhêz ya desthilata Şamê 5 sal e. Di danezanê de hate diyarkirin ku fiqha îsmalê çavkaniya bengehîn a qanûnê ye. Herwiha di danezanê de tê gotin ku mafê Meclisa nûneran heye ku lêpirsîna wezîran bike û di dema veguhêz de jî desthilata rêveberî di destê serokkomarê de ye. Di heman demê de desthilata dadweriyê serbixwe ye, dadgehên awarte qedexe ye û dadwerî tenê girêdayî qanûnê ye. Herwiha hat ragihandin ku dadgeha destûrî ya heyî hat fesixkirin û mafê destnîşankirina dadgeha destûrî ya nû ji mafê serokkomar e.
Danezana destûrî bi pîvanên hikumeta Baasê ye
Danezana destûrî, derket, lê bendên wê danezanê bi pîvanên ku hikumeta Baas’ê bi kar dianî, yek in. Di vê danezanê de tu nîşane, ruhê gelê Sûriyê û pêkhateyên wê ji kurd heta bi ereb, suryan, asûrî û hwd… ji pêkhateyên Sûriyê, tune ye. Ev danezan rastiya nasnameya resen a gelê Sûriyê temsîl nake, bendên wê jî dûrî hêviyên gelê Sûriyê ye. Destûra rast ew e ku gelê Sûriyê xwe di nav de bibîne û demokratîkirina pêkhateyan mayînde bike. Ji ber ku piştî hilweşîna rejîma Baas di 8’ê Kanûna 2024’an de, Sûriyê rûbirûyî astengiyên mezin hat û hîna jî li hin herêman tundî didome û welat êşên salên şer dikişîne. Danezana destûrî ya dawî jî, pêwîs bû ku gaveke ber bi pêkanîna armancên gelê Sûriyê ba, lê wê danezanê hêvî têk birin û berovajî armancên gelê Sûriyê yên jinûveavakirina Sûriyê bi rengê demokratîk.
Derbarê Danezana Destûrî ya desthilata Şamê, Parêzer Qehrman Îsa ji rojnameya me re axivî.
‘Li gorî destûrê nû wê dîsa dîktatoriyeke nû çê bibe’
Qehrman Îsa diyar kir ku Danezana Destûrî ya desthilata Şamê yek renge û wiha got: “Em dizanin hatina serokê nû Ehmed El Şeri bixwe ne bi rengê hilbijartinê bû. Herwiha reşnivîsa destûrê nûjen a ku hate ragihandin û erêkirin ji bû serokê hikumeta nû ya desthilata Şamê Ehmed El Şeri yek reng bû. Di vê reşnivîsa destûrî de gelek xalên li dijî mafê mirovan, zangonên heyî, bingeh û şêweyê demokratiyê hene. Reşnivîsa vî destûrî rengê gelê Sûriyê, daxwaz û astengiyên wan yên ku di salên şer û aloziyê de jiyan kirine, neda xuyakirin. Ji ber ku piştî hilweşandina rejîma Baas hêviya hemû pêkhate û gelê Sûriyê hebû ku destûreke bê pejrandin li gorî daxwazên wan be. Lê tê xuyakirin li gorî destûrê nû wê dîsa dîktatoriyeke nû çê bibe. Bi nîvisandina vî destûrî, qelenê giranbuha ku gelê Sûriyê di van 14 salan de daniye, beyhude çûn.
Pêkhateyên Sûriyê yên cûrbicûr xwe di Danezana Destûrî de nabînin. Ji hêla din ve jî hemû serokkomar di destê xwe de hiştine û wê ew encûmena zagonsaz, meclis teşrîyî hilbijêrin, di pêşerojê de jî heger ev serokkomar şaştiyek kir kesê ku wî ceza bike di destûr de tuneye.”
‘Danezana Destûrî dûrî şêwazê demokratîk e’
Qehrman Îsa da zanîn ku xala bala wî kişand ew e ku li gorî Danezana Destûrî çavkaniya sereke ji bo zangonên welat feqa islamî ye û wiha got: “Xala ku gelekî bala min kişand ew e ku dibêje Fiq El-ilslamî çavkaniya sereke ji bo zagonên vî welatî ye. Ev yek dûrî daxwazên hemû pêkhateyên Sûriyê ye û li dijî şêwazê demokratîk e. Ev destûr ne rengê gelê Sûriyê ye û em vî destûrî napijrînin. Divê ji danezana destûrî re lêvegerk çêbibe û di reşnivîsa destûr de jî hemû pêhateyên Sûriyê beşdar bibin. Herwiha komîta ku bê avakirin jî, divê hemû pêkhate li ser nerîna xwe bidin.”
‘Hikumeta nû ne bi xwe û ne jî bi gelê Sûriyê re raste’
Qehrman Îsa eşkere kir ku berî ragihandina reşnivîsa destûr hevpeymanek di navbera dû hêzên sereke li Sûriyê pêk hat û wiha got: “Dema ku em bixin bin mîkroskopa qanûnê de hevpeymanek pêk hat, berî ku reşnivîsa destûrî bê nivîsandin, ew hevpeyman di navbera Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şari de çê bû. Di wê hevpeymanê de hatibû diyarkirin ku wê mafê hemû pêkhateyan di destûr de bê parastin û agirbest li Sûriyê pêk were, lê em dibînin heya niha li Bendava Tişrînê şer nehatiye rawestandin. Di heman demê de di hevpeymanê bi xwe de hatibû diyarkirin ku wê mafê civaka kurdî bê parastin. Lê di destûr de ne mafê civaka kurdî û ne civakê din jî nebûn. Ev tê wê wateyê ku hikumeta nû ne bi xwe û ne jî bi gelê Sûriyê re raste.
Herwiha bi şêwazê qanûnî em dibêjin nîvîsara taybet nivîsa giştî sînordar dike. Nîvîsa giştî destûre, beriya ragihandina vî destûrî, hevpeyman di navbera di hêzên sereke di Sûriyê de çê bû, aramiya Sûriyê bi giştî bi vê hevpeymanê ve girêdayî bû, jêderê vê hevpeymanê gerek bandora xwe di destûr de heba.”
‘Aramiya Sûriyê hêzên QSD’ê ne’
Qehrman Îsa axaftina xwe wiha qedand: “Daxwaza min ew e ku hemû gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li dor Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê kom bibin. Ji ber ku yê aramiyê di Sûriyê de pêk bîne hêzên QSD’ê ne. Ya din jî hemû gel davkevin kolanan û bêjin em vê reşnivîsa destûrî red dikin û divê destûrekî temsîla gelê Sûriyê bike ku demokratî û wekhevî di nav xwe de dihewîne, hewiha berjwendiyên pêkhateyên Sûriyê biparêze, were çêkirin.”