Esma Mistefa/ Qamişlo
Endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûrî a Parastina Abdullah Ocalan Parêzer Xalid Omer da zanîn ku ger Tirkiyê di mijara Aştî û Demokrasiyê de rast be, divê Rêber Apo azad bibe û got: “Em ê heyanî misogerkirina azadiya fîzîkî a Rêber Apo têbikoşin”.
Piştî 26 salan ji berdewamkirina sîstema îşkence û tecrîdê li ser Rêber Apo, bi banga dîrokî a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Abdullah Ocalan bi guhartinên cidî derket pêşberî gelê Kurd û cîhanê. Lê dewleta Tirk bi pêvajoya nû re tu mafên hêviyê ango azadkirina Rêbertî dernexistin. Girêdayî vê mijarê Parêzer Xalid Omer ji rojnameya me re axivî.
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mercê bingehîn e’
Parêzer Xalid Omer di destpêkê de diyar kir ku piştê pêvajoya Aştê û Demokrasiyê derketina Rêbber Apo bûye şert û wiha got: “ji bilî sûdwergirtina ji mafê hêviyê ya ku di pêvajoya nû de hatiye pêşxistin. Dem dema Azadiya Fêzêkî a Rêber Apo hatibû. Li ser vî esasî divê Rêber Apo azadiy axwe fîzîkî bidest bixe. Dewleta Tirkiyê di vê demê de divê ji nû ve darizandina Rêber Abdullah Ocalan bike, da ku biryara cezaya girtinê ya heta hetanî were guhartin û serbest bê berdan.
Lê bi taybet piştî pêvajoya Aştî û Demokrasiyê a ku Rêber Apo destpêkiriye. Êdî mijara azadiya fîzîkî a Rêbertî bûye şert li ser Tirkiyê. Niha dewlet aTirk bi riya însiyatîfa ku ji dewlet Bahcelî destpêkiriye yekser Rêber Apo muxatab girt. Êdî ew nikarin înkar bikin ku Rêbertî temsîla îradeya gelê Kurd dike. dema Deweleta Tirk vê rastiyê dibîne û ger cidî be di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd û Tirkiyê bi rêya diyalogê re; divê Rêber Apo ya ku pêşengtî ji vê serdemê re kiriye muxateb bigre û ji zîndanî derxînin.”
Ji nû ve darizandina Rêber Apo
Xalid da zanîn ku divê ji nû ve darizandina Rêber Apo bê kirin û wiha domand: “Niha li gorî yasayên Tirkiyê kesên ku tên darizandin û bi sûcên terorê tên girtin re biryara dîlgirtina heta hetanî lê tê birîn û sûdê ji mafê hêviyê nagrin. Ger sûd ji mafê hêviyê girtin jî divê piştî 30 salî ji girtinê be. Di demên dawiyê de gelek girtiyên Tevgera Azadiyê jî hatin serbest berdan her yek jî zêdetirî 31 salan ceza girtibû.
Lê belê rewşa rêber Apo gelekî cuda ye, bi taybet piştî banga Aştî û Demokrasiyê. Ger dewleta Tirkiyê li hember pêvajoyê cidî be. Erka ku dikeve ser mile dewleta Tirkiyê divê Rêber Apo ji zîndanê derxîne, şert û mercên jiyanê yên guncav bê amedekirin. Her wiha danûstandinên û têkilî bi Rêbertî re serbest bêne kirin. Li ser vî esasî divê ji nû ve darizandin çêbibe. Di mijara yasayan de a Tirkiyê û hin dewletan de divê hin guhartin bêne çêkirin da ku ji nûve darizandin bê kirin û cezayên ku hatine birên werin rakirin.”
‘Heyanî misogeriya azadiya fîzîkî em ê têbikoşin’
Parêzer Xalid Omer di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku wê têkoşîna li hember têkbirina tecrîdê bernedin û wiha got: “Em jî weke Parêzer dibêjin ku hê jî tecrîd li ser Rêber Apo heye û nehatiye rakirin. Têkildarî mijara têkibirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêbertî, endamên insiyatîfê û bi hemleya cîhanî ku bûye du sal ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin. Xebatên me neyahtine sekirinan dosyaytên taybet ji bo rewşa Rêbertî hatin amedekirin û ji aliyên têkildar re hatine şandin. Her wiha em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bernedin”.