Ahmet Aktaş
Li goreyê tê xuyakirin Newroza îsal, ji ya hemû salên derbasbûyî bi coştir, mezintir û berfirehtir hat pîroz kirin, tê pîroz kirin û wê hîn jî werin pîroz kirin.
Jixwe hema mirov dikare bêje meha Adarê, bi tevayî bûye meha Newrozê. Bê gûman pîrozbahiya Newrozê li Amedê hat tacîdar kirin û ew gotina “Milyon li qada Newroza Amadê bûn” careke din hat dîtin û ne kêm belê bi her awayî, bi coş, bi ruh, bi bang, bi govend û hema ji her aliyê erênî bi zêdeyî hat pîroz kirin.
Bê gûman di vê mehê de bûyerên dilêş û xemgîn jî hene, lê belê her xemgîniyê jî, bi xwe re berxwedan û xweragiriyên hîn mezintir afirandine.
Navê Newroza îsal Rêber APO wisa nav lêdanî: newroza aştî û cıvaka demakratî! Belê gelê me jî wisa bersîv da û got: Newroza azadIya Rêber APO!
Di hemû pîrozbahiyan de û bi taybetî jî li Newroza Amedê, pir zelal hat dîtin ku him gelê me û him jî nexasim jinan û ciwanan, cewherê peyama Rêberê xwe baş hildabun, lewma bêqusûr, pêşewazî li NEWROZÊ kirin û wisi diyar dibe ku wê hîn jî xurtir bersîvê bidin peyama Rêberê xwe.
Em bînin bîra xwe Rêber APO gotibû; “me ne bêwate di vê rojê de dest bi PKKê kir”! Vê gotinê li ser civîna destpêkê ya Newroza 1973yan a Bendava Çubuka Enqereyê dibêje.
Lewma mirov bi hêsanî dikare bêje; hest û hilwesta gel û dostê xwe ya erênî û vê coşa bilind, nîşan dide ku pîrozbahiya Newroza 2025an gihişt wateya herî bilind. Her wiha ev qonaxek nuh a şoreşa Kurdistanê nîşan dide.
Ka em bala xwe bidin hilwesta dewleta tirka ya li vê pêvajoyê.
Weke tê zanîn Devlet Bahçeli hinek gotinên qelew pêşkêş kir, Receb Erdogan jî hinek bi şermokî be jî got “ez li gel gotinên Bahçelî me”! Lê belê paşê weke rawesttiya bin û bûbin temaşevan.
Hema hema mirov dikare bêje aliyên Kurdistanî û dostên xwe bi tevayî li gel banga Rêber APO cih girtin, lê aliyê dewletê AKP-MHPê ji rastiyê dûr dimînin, weke ku dudil in!
Gelo dibe ku li bende hilwesta gel û dostên xwe ya di Newrozê de derkeve holê de bin?
Va ye hilwesta Tevgêrê, gelê Kurdistanê û dostên xwe li ber çava ye. Êdî AKP-MHP, ya wê weke pêvajoya berê, disa danstandinê hilweşînin, ya jî wê vê carê rastiyê qebûl bikin, li ser dika Aştî û Civaka Demokratik pêvajoyê dewam bikin.
Hilbet li vira divê bandora siyaset û hilwesta “eqlê jor” jî neyê jibîr kirin, AKP-MHP bêyî wan nikarin gavên stratejik bavêjin.
Lê vê carê şerd û mercên nêz jî û yên dûr jî, naçarî lihevhatinên nuh in. Lewma dibe ku vê carê ev pêvajo neyê hilweşandin. Ji ber ku her alî hewcedarên hev in û wisa diyar dibe ku hêza gelê Kurdistanê û Rêveberiya wê weke kilîta çareserkirina pirsgrêkên herêmê ye, aliyan pirtir havcedarî hevalbendiyan dike.
Lê dîsa jî divê aliyê Kurdistanî, bi amadekarî tevbigere.
Li ser vê bingehê, pêşî yê pîrozbahî pirtir heq kirniye li Rêber APO, gelê Kurdistanê û dostên xwe, gelên herêmê û mirovatiyê, NEWROZ pîroz be!