Amara Baran/ Qamişlo
Çalakvana Siyasî ya Başûrê Kurdistanê Tara Husên diyar kir ku peyama Rêber Apo, peyamek giranbiha û dîrokî ye, îro di giştî cîhanê de deng vedaye û wiha got: “Peyam ne tenê ji bo gelê kurd e, ji bo aşitiyê, jiyana hevbeş û rawestandina rijandina xwînê ye. Em ê heta dawiyê xwedî li banga aşitî û demokrasiyê derkevin.”
Derbarê girîngiya banga Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocelan, çalakvana siyasî ya Başûrê Kurdistanê Tara Husên ji rojnameya me re axivî.
‘Me bi çekan ispat kir ku kurd hene’
Tara Husên diyarkir ku Rêber Apo 26 salin di girtîgeha îmraliyê de, di bin pergala îşkence û qirkirinê de tê ragirtin, rûxmê wê jî heta niha tu daxwazê wî ji bo xwe şexsî çênebûye. Tişta ku daxwaz kiriye ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Tirk bi tevahiye û wiha got” Rêber Apo bi rastiya xwe û bi cewherê xwe şikandina dogmatîzimê bi awayek xwe nûkirin weke babetekê digre dest. Biryara çek dayinê jî di paradîgma Rêber Apo de çek her tiştek parastinê nîne, ger civakek xwedî hişmendiya xweparastinê be çek ji bo wî yek aliye. Mînaka herê berbiçav Şengale, rûxmê ku çek hebû jî gel nedikarî xwe biparêze, di heman demê de di roja me ya îro de li bendava Şehîdan rûxmê ku di destê gel de çek nîne, lê ji ber ku zîhniyeta xweparastinê heye û rêxistinkirina sistema Netewa Demokratîk heye û bê çek xwe diparêzin. Ji bo wê Rêber Apo dibêje “partiya ku me bi çek destpêkir li hemberê hewildanên qirkirina tunekirina gelê kurd çek rakiriye û îro me biryara seknandina şer girt, ji bona ku em isbat bikin ku gelê kurd dikare şer, aşiti û siyasetê jî bike. Ji ber ku em gihaştine wê astê ku nasnameya xwe ya kurdî isbat bikin û bi cîhanê jî bidin pejirandin. Ger ku dewleta tirk bersivê nede banga Rêber Apo wê demê wê cîhan bi rengekî baş bizanibe kî şer dixwaze û kî aşitiyê dixwaze.
Rêber Apo îro xwedî însyatîf û nexşeriya Rojhilata navîne
Tara Husên got ku gelê kurd cara yekeme ku di asta cîhanê de bi bandore hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê dîplomasî ve di sedsala 21’mîn de jî me dît ku gelê kurd bi çi awayê hat parçekirin û bi avakirina sîstema dewlet netew re carekedin mafê kurdan hat binpêkirin û bê maf, bê statû hat hiştin û wiha domand” Rêber Apo berya niha jî nav li pêvajoyê kiribû û gotibû ku gelê kurd di nav şerê cîhanê yê sêyemîn de derbasdibe. Heta niha tu dewlet û hêz muhra xwe li sedsala 21’mîn nexistiye ji derveyî Rêber Apo tu kes ji bo çareseriyê destê aşitiyê dirêj nekiriye. Dewleta tirk ji ber ku bê bandor maye, raste rast berê xwe da îmraliyê li cem Rêber Apo. Rêber Apo baş dizane ku rewş berbikûve diçe, ev 26 salin ku di nav çar dîwaran de bi lêkolîn û analîzên xwe pêvajoyê bi awayekê zelal lêkolîn dike û bi taybet jî 10 salên dawiyê ku têkiliyên wî bi malbat û parêzeran re qut bûye, lê ruxmê wê jî, ji aliyê sosyolojî û dîrokî ve pirskirêkên gelê kurd û gelên din jî dixwaze çareser bike û ew di vî warî de xwedî wê hêz û baweriyê ye.
Dewleta Tirk bi girtin û qirkirinê dixwaze destkeftiyan ji holê rake
Tara Husên bibîrxist ku “Dewleta Tirk jî baş dizane ku ancax Rêber Apo rewşa heyî çareser bike, dewleta tirk piştî 2015’an heta niha bi awayekê pir dijwar êrîşên heremên parastina medya kir û di heman demê de êrîşên gelek gundên Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kir û bi wan êrîşan dixwast ku destkeftiyên gelê kurd têk bibe. Li Bakurê kurdistanê bi hezaran mirovên welatparêz siyasetmedar girtin û avêtin zindanan û gelek şaredarî desteser kirin û hevserokên wan avêtin zindanan û heta ji destê wê tê dijîtiya gelê kurd dike. Armanca wê tunekirina tevgera azadiya gelê Kurd e. Lê gelê kurd û tevgera azadiyê belavî hemû cihanê bû û carekedin xwe û hebûna xwe ispatkir.
‘Rêber Apo dixwaze alûziya heyî çareser bike’
Tara Husên wiha got Rêber apo dixwaze qonaxa heyî wek firsetekî bikarbîne ne tenê ji bo xizmeta gelê kurd ji bo tevahî gelên tirkiyê û gelê kurd bikar bîne ku rê nîşanek pêşkêş bike û wiha anî ziman” dewleta Tirk niha neçar maye ku behsa aşitiyê dike baweriya Rêber Apo bi projeya wî û tevgera azadiyê û gelê wî heye ku ji bo aşitiyê gav davêje. peyama Rêber Apo, peyamek giranbiha û dîrokiye di giştî cîhanê û Rojhilata navîn de deng veda ye û ew peyam ne ji bo gelê kurd tenê ye, ji bo aşitiyê û bihevre jiyankirina hemû gelan e. Bi hezaran salin ku em bi gelê tirk re û gelê rojhilata navîn re jiyan dikin. Kesên ku fitnê dikin nav gelên rojhilata navîn de sîstema emperyalîzma sermayederiya cîhanê dakû qazanca xwe pêk bîne, di encama şer de ne gelê kurd karibiye bigîhêje armanca xwe ya serkeftinê ne jî gelê tirk karî ku bi darê zorê gelê kurd asimile bike ku di nav sîstema dewlet netewe yên tirkiyê de bihelîne. Rûxmê ku di şer de zerera wê di serî de gelê Kurd tîd û gelek komkujî li ser hatin meşandin û gelek leşkerên tirk jî hatin kuştin, lê di encamê de pêwîste ku şer raweste û çareserî pêkwere. Angu di encamê de hêzên sermayedar ji vî şerî sûd wergirtin, ji ber ku ew li ser alûziyên di nava gelan de siyaseta xwe bi rêve dibin û planên xwe didin meşandin.
‘Rêber Apo ji projeya xwe bawer e ‘
Tara got ku “Dewleta Tirk jî dizane ku Rêber Apo çiqas bi projeyên xwe bawer e, çiqas xwedî projeyên çareseriyê ye. Projeyên Rêber Apo ne nûne bi salane li ser difikire pirtûka Rêber Apo ya bi navê nexşereya Rê heye li ser esasê çareseriyê û aşitiyê û ji bo jiyanek demokratîk, li gel hemû îmkanên xwe di nav çar dîwaran de têkoşîn dike. Rêber Apo niha nûnertiya 50 milyon însanê dike ji ber wî jî naxwaze ew biryara girîng a dîrokî bi tena xwe li ser gelê rojhilata navîn bide, ji ber wê jî heyeta DEM partî li ser biryar û pêşniyarên Rêber Apo serdanê partiyên desthilatdar yên tirkiyê kirin piştre jî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û bi çend partiyên desthilatdar re hevpeyvîn kirin û peyamên Rêber Apo gîhandin wan, Rêber Apo dixwaze bihevre biryar li ser çarenûsa gelê xwe bidin, her projeyek em bi yekîtî di nav xwe de, derbas bikin wê proje hîn bêtir serkeftîtir bibe û encam bigre. Ji bo wê jî hemû partiyên siyasî pêşwaziyek baş kirin û gotin ku çi erk bikeve ser milê me em amadene ku bikin, êdî di dem pêş de emê bibînin ku çiqas erka xwe pêk tînin. Di dema pêş de emê bibînin ku çiqas gavên pratîkî tên avêtin, di aliyê civakî de civak li başûrê kurdistanê bûbû dû parçe, perçeyek ku hindek Rêber Apo nas dikirin manifestoya wî xwendibûn, angu naskirinek hebû, lê di civakê giştî de ji ber ku mînakên nexweş li başûrê kurdistanê hatibûn rûdan tirsek hebû ku weke sala 1974’an ku mele mistefa aş betal ragihand ku herkes çû mala xwe gelek însanê şoreşger bê hêvîbûn ji vê pêvejoyê. Ji milekî din ve jî hindek ji civaka me baş proje nasnekiribû ji bev wê yekê tirsekî wan hebû, lê niha li başûrê kurdisrtanê hêviyekî pir xort di civakê de avabûye.
‘Bangawaziya Rêber Apo ji bo rojhilata navîn girîng e ‘
Tara balkişand li ser giringiya bangawaziya Rêber Apo û got “li ser daxwaz û bangawaziya Rêber Apo erka partiyên siyasî kesayet rewşenbîr û her ferdekî civakê li her beşekî kurdistanê taybet li başûrê kurdistanê erkekê pir girîng û dîrokiye ku li statûya xwe û maf û zimanên xwe xwedî derkevin. Proje û bangawaziyên Rêber Apo çiqas ji bo bakûrê kurdistanê girînge ewqas ji bo başûr jî girînge, bandora xwe jî gelek heye, bi salane ku dewleta tirk li başûrê kurdistanê gelê sivîl dike armanç û komkujiyan pêk tîne gundan xira dike û îro bi sedan gund li başûrê kurdistanê vala bûne. Em wek başûrê kurdistanê sud ji peyama Rêber Apo digrin, ji bo wê jî herkesek berpirsyare ku rola xwe bileyêze. Rêber Apo jî dixwaze em wek gelê Mezobotamya û gelê Rojhilata navîn di çarçoveya netewa demokratîk de bi hevre jiyan bikin. Ev 26 salin Rêber Apo xwedî li vê nexşerêyê derdikeve û bi hemû hestên xwe pê bawere û dixwaze vê yekê di meriyetê de pêkbîne. Peyama Rêber Apo peyamek pir girînge û her ferdekê ku li rojhilata navîn jiyan dike erka ku dikeve ser milî pêwîste ji bo aşitî û civaka demokratîk ji bo tirkiye, îran, iraq û sûriye têkoşînê bike, em dizanin ku êdî modêla dewlet netew têkçûye û êdî dem dema aşitî û civaka demokratîk e.
Peyama 8’ê Adarê ji bo tevahî jinan bû Hêz
Tara Husên di dawiya axaftina xwe de balkişand ser peyama 8’ê Adarê ku Rêber Apo ji bo jinên cîhanê şandibû kir û wiha domand “peyama 8’ê Adarê ya Rêber Apo li başûrê kurdistanê bandorek mezin li ser jinan kir û Rêber Apo bê ku cûdahî bike nav pêkhateyan de hemû jin hatin pêşwazîkirin. Taybet li ser medya mecazî çar tayên Nêrgizên ku Rêber Apo ji bo jinan diyarî kiribû deng veda û herkesek spasiya xwe pêşkêşî Rêber Apo kirin. Jin û aşitî, jin û jîngeh her tim yekin û bihevdû ve girêdayî ye, ji bo avakirina sîstema demokratîk bi hizir û hestên jin zindî dibe. Dagirkirina axê dagirkirina jin di yek xetê re derbas dibe, ji bo wê çiqas ji bo gel û civakê aşitî û Demokrasî pêwîste ewqas ji bo jin jî girînge. Ji bo hevjiyana azad û bihevre jiyankirinê girîng e. Di vê qonaxa nû de erk û têkoşîna jin ew e, ku bi rengekî xort beşdar bibin û xwedî li manifestoya Rêber Apo derkevin.”