Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vejîna xeyala pîroz

15/08/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Duh Mele Hadî, îro Nêçîrvan
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed ŞAHÎN

Ji sala 1924’an şûnve hemû siyaset û polîtîkayên dewleta Tirk li ser tunekirina civaka Kurd hatin avakirin. 95 sale Kurdistan bi pergaleke awarte û bi zagonên taybet tê birêvebirin.

Ji 1924’an şûn ve dîroka Komara Tirkiyê pêvajoya tınekirina civaka kurd e. Di vê pêvajoyê de Cewherên civakê yên siyasî, aborî, civakî, manevî hemû hatin tunekirin. Tenê nehatin tunekirin di heman demê de ji bo careke din zindî nebin tedbîrên gelek dijwar hatin girtin.

Di qirkirin û girtina tedbîrên xwe de ewqasî bi serkeftina xwe bawer bûn ku li qontarê çiyayê Agirî ji xayalên Kurdistanê re tirbek çêkirin û li ser nivîsin “Kurdistana xeyalî di vê tirbê de meftaye ” Li gorî wan êdî nepêkan bû kurdek karibe Kurdistanê xeyal jî bike.

Piştî qirkirinên pêvajoyên serhildanan pêvajoya “Kurd tune ne” dest pê dike. Edî berdêla kurdbûnê gelek girane. Berdêl, mirina bê tirbe, mişextê bênavnîşane, talan û wêrana bê exlaqe, îşkence û zîndana bêhiqûq û bêdalet e.

Li gel hemû pêkhateyên dijwar ên der mirovî dîsa jî Civaka Kurd dev ji xayala xwe ya pîroz berneda. Di her fersendê de bi inyad lê xwedî derket. Di kûrahiya dilê xwe de, di kelheyên baweriya xwe de, di vîna dahatûya xwe de parast.

Dewleta tirk her çiqasî xeyala pîroz kiribe bin tirba betonkirî jî îhtîmala zîndîbûna wê xeyalê lê bibû kabûsa. Lewre her hewldaneke zindîbûna wê dibû sedema derbeyeke nû. Darbeya 27’ê gulanê 1960, ya 12’ê adar 1971, ya 12’ê îlon 1980 û herî dawîn derbeyên 15 û 20’ê tîrmehê yên 2016’an hemû ji bo kuştina wê xeyalê pêk hatin. Bê guman tenê bi derbeyan bes nekirin, di heman demê de bi dehan komikên çete û hêzên tarî yên paramîlîter yên weke Ergenekon, Jîtem û yên wekî çeteyên Sûsurlûkê ava kirin û li Kurdistanê ketin nêçîra xeyala pîroz.

Lê xeyala pîroz nemir bû. Çek û hêza ku karibe wê bikuje û tune bike nehatibû afirandin. Li gel hemû êrîşên hovane di salên 1960’de xeyala pîroz ji tirba betonkirî aj da. Di salên 1970’an de di dilên lêhengên dil pola de mezin bû. Xwestin bi derbeya 12’ê îlonê ya 1980’an wê xeyala pîroz ji dilê lêhengên kurd derxin û carek din bikin tirba betonkirî. Lewre darbeya 12’ê îlonê ji hemû derbayan dijwartir bû. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi sedhezaran mirov hatin zîndankirin, bi sed hezaran mirov neçar man welatê xwe biterikînin û herin mişextiyê.

Tenê bi van kişeyarên xwe jî bes nekirin. Zindanên xwe kirin navenda îşkancexane û teslîmgirtina vîna Kurdê azad. Li Kurdistanê nirx, pîvan, exlaq, hiqûq hemû bê wate bûn. Ji kurdan re digotin ji mirinan mirinê biecibînin.

Di şert û mercên mirinbar de yekane rêbaza jiyanê berxwedan e. Serî tewandin mirin û tunebûn e. Bê guman şitla ku beton qelaştibû û di dilê şêrgeleyan de aj dabû wê li berxwe bida. Berdêla berxwedanê gelek giranbû û pêdivî bi şêrgeleyan hebû.

Şêrgelayên kurd li derûdora xeyala pîroz ji vîna xwe ya ji pola kelheya rûmetê avakirin, bi pêta agirê çaran efsûnî kirin û di 14’ê tîrmeha 1982’de ji bircên Amedê ber bi welatê agir û rojê ve firandin. Di 15’ê tebaxa 1984’de li ser çiyayê Çiravê û li ser çiyayên Şemzînanê danî û bi şewqa xwe ewrên reş û tariyên ku li ser welatê agir û rojê girêdabûn çirand.

Çiyayê Zagrosê ku navê wê bi xwe ji zayinê tê, çiyayê Cûdî ye ku geştiya Nûh Pêxember lê daniye û çavkaniya jiyana hemû candaran e, Çiyayê Sîpanê yê ku ji evîna Siyabend û Xecê re şahedî kiriyê, wekî her carî careke din bûn parazvanên lêhengên xeyala pîroz.

Meşale ya ku 35 sal berê li Dihê û Şemzînanê bi şewqa xwe ya qedîm reş tariya li ser Kurdistanê çirand niha reştariya Rojhilata Navîn diçirîne û şewqa xwe dide hemû cîhanê.

Derbekarên 12’ê îlonê bi hemû zordariyên xwe nekarîn di zîndanê de çend şêrgelayên teslîm bigrin û şewqa meşaleya xeyala pîroz vemirînin. Lê dîktator û derbekarê 20’ê tîrmeh 2016’an dibêje ezê 40 milyon kurdî teslîm bigrim û meşale ya ku şewqa xwe daye cîhanê vemirînim.

Bêlê, roj her tim ji Rojhilat hiltê, lê tu carî li Rojhilat naçe ava.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.