Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bêdengiya navnetewî dibe hevkarê pêkanîna sûcan

20/03/2025
in ROJEV
A A
Bêdengiya navnetewî dibe hevkarê pêkanîna sûcan
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ibêd Itê destnîşan kir ku bêdengiya civaka navnetewî dihêle ku dewleta Tirk êriş û qirkirinan derheqê gelê kurd de zêdetir bike, herwiha dibe hevkarê pêkanîna kiryaran.

Dewleta Tirk a dagirker siyseta qirkirin û dijminatiya gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, kiryar û sûcên şer ên dijî mirovî derheqê sivîlan de pêk tîne û hemû qanûnên navnetewî binpê dike. Di dîroka 17`ê meha Adarê komkujiyeke din ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hate kirin û li gundewarên Kobanê komkujî li ser gel pêkanî û di encamê de 10 kes ji heman malbatê şehîd ketin û 1 jî birîndar bû.

‘Dewleta tirk bi komkujiyan bersiv da banga aşitiyê ya Rêber Apo’

Derbarê vê mijarê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ibêd Itê ji rojnameya me re destnîşan kir ku ev ne komkujiya yekem e ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmê pêk tîne; “Dewleta Tirk êrişên xwe berdewam dike armanca wê jî valakirina herêmê û qirkirina gelê kurd bi taybet e.”

Ibêd Itê di berdewamiya axaftinên xwe de wiha anî ziman: “Di demeke hesas de ku aşitî di rojevê de ye, pêkanîna komkujiyeke hovane bi ti awayî nayê qebûlkirin, tevî bangên aştiyê binpêkirin û kiryarên dijmirovî berdewam e.”

Ibêd Itê wiha pê de çû: “Bangên me ku serokê Sûriyê yê demikî Ebû Muhemed El-Colanî helwesteke cidî li hember êrişên dewleta Tirk nîşan bide. Dewleta Tirk dixwaze rêkeftina di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat Ceneral Mezlûm Ebdê û Ebû Muhemed El-Colanî vala derxîne di riya zêdekirina êrişan li ser xaka Sûriyê, bê yî rêzgirtin ji serweriya xakê, ev yek jî kêmasiya serokê Sûriyê yê demikî ye, û derbarê ewlehiya xaka Sûriyê de erka xwe bi cih bîne.”

‘Bêdengiya civata navnetewî êrişan zêdetir dike’

Ibêd Itê wiha domand: “Ji bo parstina xak û gelê Sûriyê ev 14 salin me têkoşîn û berxwedaneke mezin kir, cîhan tevî bû şahidê êrişên DAIŞ`ê û çawa bi saya hêzên me têk çû, herwiha êrişên dewleta Tirk û dagîrkirina herêmên Sûriyê heta niha li pêşiya çavên civata navnetewî û rêxistinên mirovî têne kirin bê yî tu helwesteke zelal. Bêdengiya civata navdewletî û rêxistinên wê yên mafên mirovan destekê didin dewleta Tirk da ku zêdetir sûcên şer li herêmê pêk bîne, bi vî awayî civaka navnetewî jî dibe hevkarê sûcan. Banga me ku civata navnetewî ji bêdengiya xwe derkevin û helwesta xwe li dijî van komkujiya aşkere bikin.”

Di dawî de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ibêd Itê wiha got: “Em êdî dixwazin weke tevahî cîhanê bi aşitî û aramî jiyan bikin û bi hemû pêkhateyan re em welatê xwe pêşbixin. Sûriyeke nû li ser bingeha projeya netewa demokrat û biratiya gelan ava bikin û tevahî pêkhate bi hezkirin bi hev re jiyan bike.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.